Çend Dilopê Dilê Min-Ömer Faruk ÖZCAN

NIKARIM

Ne dikarim

xatireke bi hêsan bixwazim

Ne jî dikarim

bîranînan bîr bikim

yê min ne lîstikbû ne jî xapînok

Evînbû carekbû dil ji pê birîndar bû..

 

ÇAVÊN TE

Belê

Em dest dan bi hev

Çavên te bû evîn

Dibe ku ez bûm Mem tu bûyî Zîn..

 

EMR DİÇE

Her roj

Bi xiroşekî nû ve

Dilekî bi evîn ve

Hin caran bi helbestan

Hin caran bi çend xeyalan

Te difikirim yarê

Emr diçe

Tu nayê..
YARÊ

Dilê her yekê me de yarek heye,

Ê ku xewên me didize

Ê ku xeyalên me xweş dike

Ê ku delalbûna wê aliyek e

Ê ku her dem dûr e.

Ömer Faruk ÖZCAN

About Ömer Özcan

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

One comment

  1. Gelek xweş helbest in. Bi rastî te pîroz dikim, ji bo evîna min ez didizim. Biborîne mamoste her Bijî.. Keda te dilê te xweş bibe..

Bersivekê bike bo Hezand Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *