NIKARIM
Ne dikarim
xatireke bi hêsan bixwazim
Ne jî dikarim
bîranînan bîr bikim
yê min ne lîstikbû ne jî xapînok
Evînbû carekbû dil ji pê birîndar bû..
ÇAVÊN TE
Belê
Em dest dan bi hev
Çavên te bû evîn
Dibe ku ez bûm Mem tu bûyî Zîn..
EMR DİÇE
Her roj
Bi xiroşekî nû ve
Dilekî bi evîn ve
Hin caran bi helbestan
Hin caran bi çend xeyalan
Te difikirim yarê
Emr diçe
Tu nayê..
YARÊ
Dilê her yekê me de yarek heye,
Ê ku xewên me didize
Ê ku xeyalên me xweş dike
Ê ku delalbûna wê aliyek e
Ê ku her dem dûr e.
Ömer Faruk ÖZCAN
Gelek xweş helbest in. Bi rastî te pîroz dikim, ji bo evîna min ez didizim. Biborîne mamoste her Bijî.. Keda te dilê te xweş bibe..