Zilma li ser ”Gelê Nuba” û kitêba ”KOLE”-Analîza Pirtûkê

Zilma li ser ”Gelê Nuba” û kitêba ”KOLE” gabar

Gabar Çiyan

Gelê Nuba, çandek herî kevnare li başûrê Sudanê ye. Di qonaxên dîrokî de desthilatdar bûne û bi çand, ziman û toreya xwe tesîr li herêmê kirine.

Bi îlankirin û mezinbûna ola Îslamê re, ereban, mîna gelek welatan, pêşî li bakurê Efrîka, paşê çandên cînar jî xistine bin tesîra xwe. Sudan jî dikeve ber pêla çûn û hatina ereba û ereb kirinê. Li wir îro roj, ereb desthilatdar in. Neheqî, zilm û tadeyiya ereban li çandên din dibe, didome. Rejîma li peytextê welêt, Hortumê, bi serokomar û gelek wezîran, ji hêla ”Dadgeha Navnetewî a Cezekirinê” ve sucdarên qirkirin û jenosîdê hatine îlan kirin. Dadgehê biryara girtina wan ji ber bûyerên li Darfurê daye.

Gelê Nuba bêhtir li der û dora Çiyayê Nubayê dijîn. Baweriya xwe bi giranî, bi Îslamê heye. Lê ji ber çand û nasnameya xwe, di bin zilm û tadeya ereban dinalin. Dixwazin jiyana xwe li ser xaka bav û kalan, bi aştî û dûrî nakoyan bidomînin. Ereb, Îslamê li gorî berjewendiyên xwe dinirxînin û bi îddîayên pûç û guhertî êrîşê dibin ser gundên wan, mirovan dikûjin, malê wan talan dikin, keçên wan êsîr digrin û weke kole difroşin. Taciriya koleyan û koledarî li Sûdênê didome, nasdar e. Li gorî nirxandina ereban, kolefiroşî û kolekirin helal e. Dewlet naxwaze rê li ber bigre.

Keçek e Nuba, bi navê Mende Nazer, ji teref hêza Mucahîdînê li Sûdanê di 12 saliya xwe de, tê revandin. Wê, weke kole li Hortumê difroşin, hetanî 20-21 saliya xwe jiyanek di êsîrtî û şertên koletiyê de dijî. Piştî reva ji esaretê, di rewşek azad e kitêbek bi navê ”Serpêhatiyek rast: KOLE” di 2002 an de nivîsî. Kitêb di demek kin de, li gelek deverên cîhanê hate wergerandin û belav bû.

Pirtûka 330 rûpelî, bi giranî jiyana wê hemêz dike. Her wiha çand û toreya xelkê Nuba û zordariya ereban bi navê Îslamê li wan jî ronî dike. Gelê Nuba, bi dagirkirina welatê xwe û zilm, tadeyî, koletiyê û bêkesiya xwe, dişibin kurda. Qûrbanên neteweperestî û olperestiyê ne. Min, kitêba Mende a bi swêdî xwend. Çend malikan ji kitêbê, bê nirxandin pêşkêşî we dikim:

”Dema ez hatim dinyê, bavê min, navê Mende li min kir. Bi zimanê me, wateya xwe Xezal e, ku bi xweşikbûnê, ajêla herî nazik û nasdar li Çiyayê Nuba ye. Ez zaroka pêncemîn, herî biçûka malbatê bûm. Li gorî bavê min a herî şêrîn bûm. Gundê me li serê Çiyayê Nubayê ava bûye. Xelkê me bêhtir bi çandinî û seyidvaniyê mijûl in û giranî misilman in. Xanîkên me ji herî û kayê ava bûne. Bavê min bi xwedî kirina dewêr û çandiniyê dadikeve.”

”Min, di 8 saliya xwe de dest bi dibistanê kir. Mamoste, ji zîrekbûna min dilxweş bûn. Zimanê perwerdê erebî bû. Hefteya pêşî min aliyê neyênî ê dibistanê fêm kir ku, zimanê me, nuba, qedexe bû. Wiha digotin mamosteyên ereb:
– Divê hûn nema bi nuba biaxivin! Zimanê nuba ê berrî û bêaqil an e. Kes jê fêm nake. Di şûna wê de, fêrî erebî bibin. Erebî, zimanek bilind û bi nirx e.

Dema em li dibistanê bi zimanê xwe diaxivîn, ji hêla mamosteyan ve dihatin cezekirin. Sîxurên wan hayê xwe ji me hebûn û navê me didane mamosteyan. Ceze gelek caran, şimaq û lêdana bi şivên terr bû. Di pola şeşan de, erebiya min pêş ket û dersên xwe de pir jêhatî bibûm. Min dixwest bibim doktor. Ji bo keçek e mîna min ji Efrîkayê xewnek mezin bû.”

” Dem, dawiya bihara 1992 an bû. Wê roja ku jiyana min dabû guhertin, serê sibê ji bo çûna dibistanê şiyar bibûm. Min berê xwe da qûbletê (Kabe), nimêja serê sibê ji bo Xudê kir û paşê çûm dibistanê. Ber êvarkî, ez ji dibistanê, bavê min ji nav erda vegeriyabû. Ev tev birçî bibûn û li benda çêbûna şîvê bûn. Piştî xwarin û sohbetê, me xwe dirêj kir û yek bi yek di xew ve çûn. Bi carekê re, dengê hawarê ji derve, nav gund hat. Bavê min rabû ser xwe û derket derve. Agir bi xêniyan xistibûn. Bavê min dikir qêrînî:
– Mucahîdîn hatin! Erebên êrîşkar û xwînrêj girtin ser gund!
Tirs ketibû nava gundiya, mirov li cihê revê digeriyan. Min dît ku wan, ser û destê xelkê, bi şûrên serqût û xwar jêdikirin. Xaniyên me dişewitandin, zarok direvandin. Dest û cilên wan ji xwîn rijandinê sor bibûn. Ez û nêzî 100 zarokan li deverekê kom kirin. Ereba bi hev re dikir qêrînî û bi dengê bilind digotin, Allah û Ekber! Bi serkevtina xwe şa dibûn.
Min fêm nedikir. Em jî mîna wan bi Îslamê bawer bûn. Nimêj dikir û rojî digirt. Berê xwe dida heman qûbletê û Xudayî. Ew çawa misilman in ku, xelkên din î misilman dikûjin?! Malê me talan dikin û dişewitînin?! Zaroka direvînin, weke kole difroşin û dibêjin, Allah û Ekber?! Helal û heramtî, guneh û xêrê çawa dinirxînin?!”

”Zilamê ez revandibûm hat û ez li ser pişta hespê xwe siwar kirim. Wî jî li ser heman hespê, ez li pêş û ew paş, cihê xwe çêkir û berê hespê xwe da nav daristanê. Ez zaro bûm, sîngên min çênebibûn. Lê wî destê xwe davêt sîngên min. Min dikir qîrînî û digriyam ji bo ku wiha neke. Çend saetên li ser hespê bûm û miza min dihat. Min jê re got ku divê ez dakevim, tuwaleta xwe bikim. Dema çûm nav dara rûniştim, li min dinêrî. Bi dizî hat û li dawiya min rawestiya. Bi carekê re xwe avêt ser min, ez li ser piştê razandim, zimanê xwe bi zorê xiste nav lêvê min. Nigên min ji hev vekir, şerwalê xwe daxist, xwest ê xwe bi zorê daxwaziya xwe bi cîh bihêne. Min lê dida, fersend nedidayê. Dawiyê westiya, an cemidî, li ser piştê dirêjkirî, bê deng ma. Min dixwest wê kêliyê dilê wî bisekine, bimre.”

”Piştî riya dûr û dirêj ser pişta hespê û bi timobîlê, em hejmarek keçên biçûk, anîne Hortumê, mala Abdul Azzimê kolefiroş. Li wir hatim firotin. Ez bibûm koleya malbatek dewlemend, Rahab û mêrê wê Mustafa. Rahab, ne bi navê min, lê ”ebîd” anku ”Koleyê” gazî min dikir. Biçûkxistina min û nasnameya min bibû karê rojan e. Dem û saeta kar kirinê, paqijiya mal, metbex, xwarin çêkirin, zibil avêtin û li zarokan nêrînê, nemabû. Xwarina bi sînor ji ber wan dima, didane min. Lêdan bibû navgîna çav tirsandinê, pejirandina evdîtiyê û rêgirtina li ber reva min. Şaşîtiya herî biçûk dibû sedema lêdan û îşkencê. Têkiliya bi derve, axavtina bi xelkê re qedexe bû. Tevayê xatiratên bi gund û çanda me ve girêdayî avêtin, nehiştin. Bi cilên kevin, li ser pertal û merşek perçebûyî, di çavek odeya genî li hewşê ku dîwarên wê ji qilêrê reşbûyî, radizam. Deriyê odê, êvaran ji hêla Rahabê ve dihate asê kirin.”

”Endamên malbatê havînan li derve, li ser dika hewşê rûdiniştin. Rojekê, Rahabê ji min xwest ku herim ser dikê bişom. Min bi xertûma avê dik dişûşt. Di ber de ketim nav xeyalên welêt. Dema min bi zarokên gund re, di bin baranê de, stiran digot. Min stiranek got, di ber dîlanê de cilê min ji peşkê avê şil bibû. Dengê stiranê çûbû Rahabê. Hat û bi hêrs axivî:
– Ev çi stiran e, ku tenê mirovên berrî û aqilkêm distirin!? Te vir kiriye cihê kêfê! Ka wê xertumê bide min!
Min ava diherikî qût kir, xertum da destê wê. Rahabê, bi tevayê hêza xwe, bi xertuma lastîkî li min da. Hetanî westiya, lêdana wê domiya. Piştî lêdanê tevayê kar bi min da kirin. Êvarê li ber eynê, min li laşê xwe temaşe kir. Laşê min ji lêdanê sor û şîn bibû. Min wê şevêsund xwar ku, bedelê wê mirin be jî, ez ê rojekê birevim. Biçim gundê xwe. Çiyayê Nuba. Cem dêûbavê xwe. Çima ereb wiha nefretê ji me dikin?! Dema dibistanê jî tê bîra min ku mamosteyên ereb nefret ji zimanê me, nuba dikir. Dema em bi zimanê xwe diaxivîn, ji hêrsa dîn û har dibûn. Belê, ew bihêz bûn, dikarîbûn bi erebî, çêr bikira, nefreta xwe birêja û gotinên nexweş bigota. Lê dihate jibîrkirin ku, zimanê min, di dil û mêjiyê min de ye. Ne Rahab, ne jî tu kesên mîna wê, nikarin zimanê min ji min bigrin.”

”Dema ez hatim mala Rahab, 12 salî bûm. Niha 19 derbas kir. Bibûm jin, bi xweşikbûn û xetên laşê xwe bala mêran dikşand. Hetanî mêrê wê Musfata dilê xwe dibijande min. Nasek ji ê malbatê, li metbexê dest avêtibû min û min xwe bi zorê ji destê wî, namusa xwe, rizgar kiribû. Rahabê fêm kiribû ku, nikare rê li ber xweşikbûn û ciwantiyê bigre. Ji eleqeta mêrê xwe bi şik bû.  Ji bo ji min rizgar bibe, biryar da ku min weke kole bide xwîşka xwe a li Londonê, Hanan û mêrê wê Al Koronky.”

”Xwediya min a nû Hanan, ne dixwest eleqeta min bi derve re, bi çi kesan were pê. Qala xeterên li kolanên Londonê dikir. Pê çavtirsandî dibûm. Dema bi mebestekê diçûm derve, azadiya xort û keçan, stiran û dîlana wan bala min dikşand. Li aliyekî jiyana Londonê a azad li derve û ber çavan û aliyê din derewên Hanan, tirs û şik li nik wê çêdikir. Rê li heqaret, biçûkxistinê û hepsikirina min li malê vedikir. Karê malê giran bû. Paqijiya 4-5 odeyên mezin bi eywan û metbexê, çêkirina xwarinê û alîkariya 5 zarokên wê û bixêrhatina mêvanan, ne karek e hêsan bû. Azadiya min hatibû sînor kirin û hîsên xwekûştinê li cem min xurt dibû. ”

”Di 11 îlona 2000 î de, piştî Hanan bi zarokan re çûn Sudanê, min çavê xwe li mecalên revê gerand. Ketim têkiliyê bi xelkê xwe ên bajêr de. Dotirî roja hatina Hanan ji Sudanê, bi alîkariya du kesan, ji malê reviyam. Ez êdî azad bûm. Lê min nizanî ka azadî çi ye. Maf û jiyana azad tê çi wateyê. Divê ji serî de xwe fêrî vê jiyanê bikim. Min li Londonê serî ji bo mafê penaberiyê da. Piştî nivîsîna kitêbê, bûyera min deng da, di medyayê de bala gelek kesan kişand. Rêkxistinên mafê mirovan qala wê kir û zexta li ser rejîma Sudanê zêdetir bû. Têkiliya min bi malbat û gundiyên min î li Çiyayê Nuba re hate pê. Ez niha kêfxweş im û li benda roja hevdîtina bi malbata xwe me…”

 

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply