Mamikên Gundikê Melî / Herêma Botan

Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.*

1. Mamkê min ê mamanî
Qesra spî bê derî. Çî ye?

2. Mamkê min ê mamanî
Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye?

3. Mamkê min ê mamanî
Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye?

4. Mamkê min ê mamanî
Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye?

5. Mamkê min ê mamanî
Sergelgele bingelgele
çavzîq û simbêlbel e. Çî ye?

5. Mamkê min ê mamanî
Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye?

6. Mamkê min ê mamanî
Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî
ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye?

7. Mamkê min ê mamanî
Ji hire heta Mûsil
hemî morîyên sinsil. Çî ye?

8. Mamkê min ê mamanî
Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye?

9. Mamkê min ê mamanî
Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e,
giya dixwe ne dewar e. Çî ye?

10. Mamkê min ê mamanî
Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye?

11. Mamkê min ê mamanî
Vî milî teht e wî milî teht e
nêvê de şil û şeht e. Çî ye?

12. Mamkê min ê mamanî
Mezela şuştî û miştî
du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye?

13. Mamkê min ê mamanî
Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye?

14. Mamkê min ê mamanî
Reş e reş e wek qîr,
kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye?

15. Mamkê min ê mamanî
Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye?

16. Mamkê min ê mamanî
Zerik goştînî, girar qîrînî,
hesko darînî. Çî ye?

17. Mamkê min ê mamanî
Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye?

18. Mamkê min ê mamanî
Ez ji tehtê de diavêjim naşikê
ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye?

19. Mamkê min ê mamanî
Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye? · ·

20. Mamkê min ê mamanî
Yekê got ayy! milê mino.
yekê got: ayy! pişta mino.
yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye?

21. Mamkê min ê mamanî
Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye?

22. Mamkê min ê mamanî
Komkirî barê gakê vekirî
weke çîyakê. Çî ye?

23. Mamkê min ê mamanî
Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye?

24. Mamkê min ê mamanî
Ser text e, bin text e,
di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye?

25. Mamkê min ê mamanî
Ker zirî kuşpil firî. Çî ye?

26. Mamkê min ê mamanî
Hespê boz kir toz. Çî ye?

27. Mamkê min ê mamanî
Çil çîk in, çil berçîk in
çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye?

28. Mamkê min ê mamanî
Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye?

29. Mamkê min ê mamanî
Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye?

30. Mamkê min ê mamanî
Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît
ez bigirim bi destê xwe. Çî ye?

31. Mamkê min ê mamanî
Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye?

32. Mamkê min ê mamanî
Sermişar e, pêxepar e,
heçî nezane dewar e. Çî ye?

 

BERSIV
1. Hêk
2. Nivîn
3. Kon
4. Gêruse
5. Rêvas
6. Jina Hemle
7. Baran
8. Berf
9. Kusî/Şkêvlatok
10. Ta û Derzî
11. Hevîr
12. Goz
13. Pêlav/Sol
14. Kêza Gû
15. Kêç 

16. Kil û Kildank
17. Mar
18. Kewzan/Kizwan
19. Bangur
20. Dîwar, Girş û Bangur
21. Gêruse
22. Kon
23. Mîrkut/Mêkut
24. Kusî/Şkêvlatok
25. Tiving/Tifek
26. Aş
27. Pîvaz
28. Hinar
29. Dev û Didan
30. Şaxê Bizinan
31. Kulind/Kundir
32. Dîk/Dîkil 

*Mirad Bayram 

Çavkanî: Kovara Botan Times / Hejmara 3yan

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply