Birînên Derûnî

Ev gotara li jêr a rêzdar Brahîmê Alûcî gelek tesîr li min kir û di hiş û bîrê min de çendîn pirs peyda kirin. Spas ji bo keda ku daye û mala wî ava.

Min dixwest ku hemû nivîskarên kurd, gotarên xwe ne bi tirkî û erebî, lê bi kurmancî binivîsandana. Lê xuya ye ku ew nikarin xwe ji vê vayrosa tirkî rizgar bikin û em nizanin ew ê heta kengî dest ji nivîssazîya tirkî berdin, ku ev kiryar ji tawaneka mirovahîyê pê ve ne tiştek e. Heya wan jê nîne ku ew bivênevê tevkarîyê di sîyaseta pişaftinê de dikin. Ez ji wan nîvîskaran tika dikim heta ji wan bê bila nivîsên xwe bi kurmancî binivîsin û xwe fêrî kurmancîya standard û akademîk bikin.

Çima divê em bi kurmancî binivîsin? Ji ber ku heya niha kurmancî bi zimanê devkî gihaye îro. Di wêjeya nivîskî de zêde nehatîye bikaranîn.  Lewma, em di hewlên nivîsandin û standardkirina kurmancî de bi çendîn pirsgirêkan re rû bir û dimînin, xesma di hûnandina hevokên aloz de. Ez piştrast im ku tevna kurmancî ew ê di pêşerojê de ji kartêkerîyên zimanên tirkî, erebî û persî xwe dûr bike û ew ê xwe li zimanên ewropî biguncîne. Heke hewce be, di pêşerojê de, em ê dudulî nebin di hewla emdezyarîya li ser hûnandina kurmancî de.

Vêca, em bên ser babeta gotarê. Ev peyvên derûnnasîyê yên biyanî heke bên kurmancîkirin çêtir tên gihiştin. Wekî mînak peyva “trawma”yê ji “birînên derûnî” pê ve netiştek e, ku weke birînên fîzîkî ne li darî çav in û saxkirin û dermankirina wan ji birînên fîzîkî zehmettir û demdirêjtir e. Wînaka din, peyva “stress”ê ye, ku ev jî peyva “guvaş”a kurmancî ye. Çendîn peyvên din jî hene ku em ji bo kurmancîkirina peyva “stress”ê peyda bikin.

Mixabin çawa peymana lozanê kurd bi fîzîkî parçe kirîye, her wisa derûnîya wan jî parçe kirîye. Îro, derûnîya kurdên her çar parçeyan ne yek e. Kurdên başûr û rojava xweserîyên sînordar bi dest xistine, û heye ku derûnîya wan li başî û xweşîyê vegere û birînên xwe yên derûnî hin bi hin bikewînin. Lê rewşa derûnîya kurdên bakûr û rojhilat dibe ku ne kewin, heke çaksazîyên civakî, sîyasî û aborî peyda nebin. Di vê rewşê de ew ê her û her bi nexweşîyên xwe yên derûnî û bedenî êş û azarê bikişînin.

Vêca divê em derûnîyên kurdên dîyasporaya sor, zer û kesk jî deynin alîyekî li wan di bergeh û awayekî din re bikolin. Ev kêşe ji yên din aloztir û tevlîhevtir e.

Êdî em zanin ku ritama (swamp) van birînên derûnî û bedenî bêdewletî ye. Lê pirs ev e: Kurd di rewşa bêdewletî û bindestîyê de ji bo derûnîya xwe ji birînçêkeran biparêzin çi bikin û çawa tevbigerin? Em li hêvîya zanîyarên kurd in.

Ji kerema xwe vê gotara rêzdar Brahîme Alûcî ya li jêr, ji serî heta binî bixwînin û babetê bi kes û karên xwe re nîqaş û guftûgo bikin. Min hin guhertinên biçûk kirin di gotarê de, bila Brahîmê Alucî li min bibûre.

Bi hêvîya jîyaneka tendurist…

Mazda Pola

****

LÊBORÎN Û BEXŞANDIN; TRAVMA Û DERÛNSAXKIRIN

Brahîmê Alûcî / 10.10.2025

 

DESTPÊK

Trawma, yek ji nexweşîyên herî aloz û giring ên derûnnasîya nûjen e, ku kartêkerîyeka kûr li ser jîyana mirovan dike. Encama vê nexweşîyê ya herî giran, bi navê Nexweşîya Guvaşê ya Piştî Trawmayê (NGPT) / Post-Traumatic Stress Disorder (PTSD) tê zanîn, ku ne tenê di takekesî de, lê di civakê de jî kartêkerîyên wê yên kûr û berfireh hene û dikare jîyana mirovan ji binî ve biguherîne.

Li gorî pisporên vî warî, pêvajoya saxkirina trawmayê pirr aloz û tevlihev e, ku jê re ne tenê zanîyarîya derûnnasîyê, lê têgihiştineka kûr û berfireh a civakî, çandî û mirovî jî pêwîst e. Di vê gotarê de, em ê rawestin li ser rêbazên cûda yên saxkirina trawmayê, rola bingehîn a bexşandinê di vê pêvajoya peljen de û bîrdozîyên (teori) kûr ên derûnkolîneran (psychoanalysts) yên der barê avabûna kesayetîya mirovan de.

BÎRDOZÎYA DERÛNKOLÎNERÎYÊ LI SER AVABÛNA KESAYETÎYÊ

Li gorî bîrdozîya derûnkolînerîyê, trawma ne tenê rûdaneka derxweyî ye, ku bandorê li ser mirov dike, lê pirs û girêkeka bingehîn a avabûna kesayetî û hişmendîya mirovan e jî. Derûnkolîner dibêjin ku, trawma bi taybetî di warê avabûna ezîyê (ego) û xwebûnê (self) de pirs û girêkên kûr çêdike û dikare pergala derûnîya mirov ji hîmê ve biguherîne.

Li gorî vê bîrdozîyê, Nexweşîya Guvaşê ya Piştî Trawmayê (NGPT) ne tenê encameka bûyereka xirab e, lê nîşan dike şikestina pergalên bingehîn ên hişmendîya mirovan. Ev şikestin bi taybetî xuya dibe di warê têkilîya mirov bi “yê-Din” (the Other) re û dikare bigîhîje asteka wisa ku mirov êdî nikaribe têkilîyên xwe yên civakî bi awayekî xwezayî vegerîne wekî berê.

Hebûna ezîyê, hişmendîyê (consciousness) û xwebûnê, bi hebûna yên-Din ve bi awayekî bingehîn girêdayî ye. Ev yek ji bingehên herî giring ên bîrdozîya derûnkolînerîyê ye û nîşan dide ku mirov ne bûnewerekî serbixwe ye, lê bi awayekî bingehîn girêdayî civakê û yên-Din e. Mirov hebûna xwe, an jî ezîya xwe ferq dike bi rêya danûstandinên bi derve re û li xwebûna xwe hay dibe û bi vî awayî hişmendîya xwe ava dike. Ev pêvajo, ne tenê ya yek sal an du salan e, lê di tevahîya jîyana mirov de berdewam dike û kesayetî û hişmendîyên mirovan bi vî awayî tên avakirin.

Heke ev danûstandina bingehîn bi “yê-Din” re çênebe, ezî (ego) û xwebûn (self) bi tendirustî dernakevin holê, nagihin û kesayetî û hişmendî çênabin, ku di vê rewşê de mirov tenê mîna ajalekî dimîne, ku tevdigere û dijî ji bo mîdeya xwe dagire û nikare bibe mirovekî bi kesayetîya xwebûna xwe.

Pêvajoya gihandin û geşedana pitikan, vê bîrdozîyê piştrast dike û mînakeka zelal a vê bîrdozîyê ye. Pitik hebûna xwe pêşî di pêsîrên dayika xwe de dibîne û paşê hêdî hêdî ji tevger û reftarên dayikê, yên ku ji hêla pitik ve tên dîtin, hay dibe û pişt re hay ji hebûna xwe û wan tevger û reftarên dayika xwe dibe. Lê ew wan tevger û reftaran ji hevûdû ferq nake di destpêkê de. Ji ber vê yekê, di demên pêşî de “ezî” dayik e, û dayik jî “ezî” ye. Her ku mezin û geş dibe, heya pitikê ji bertekên derve jî çê dibe. Bi wan tiştên ku ji derxweyî xwe dibîne, di nav wan tiştên ku ji derxweyî xwe dibîne, xwebûn û hebûneka xwe ya bipergal û domdar ava dike.

KARTÊKERÎYÊN DERHIŞÎYÊ Û BÎRANÎNÊN DI TRAWMAYÊ DE

Li gorî derûnkolînerîyê, mirov dixwazin berhemên ku derdixin holê ji hêla “yên-Din” ve bên ferq kirin. Bi vî awayî bi xwebûna xwe ewle dibin û dikarin ji hebûna xwe bawer bikin û xwe baş hîs bikin. Ev arezû û xwestekên bingehîn ên mirovan e, ku di her demê de hene û bi taybetî piştî trawmayê ev arezû û xwestek zêdetir dibin. Lêbelê, li gorî derûnkolînerîyê, heke trawma rû bide, ev pêwendîyên danûstandinê zehmet dibin û mirov dikeve rewşeka ku tê de nikare bi awayekî xwezayî bi “yê-Din” re têkilîyê dayne.

Bûyerên trawmaker ku hatine serê mirovan, jîyana wan a xwezayî didin rawestandin û ew bûyer di derhişîyên (unconscious) wan de wekî tiştên bêçare tên tomarkirin, ku avanîya bîranînê (memory) dihedimînin (collapse) û danûstandinê dixin bin xetereyê, mîna pergaleka ku hatibe berbendkirin. Gelek caran em ji derdora xwe dibîhîsin ku, kurê filan kes, piştî filan bûyerê behetî ma û hew peyîvî, yan jî tevger û reftarên wî hatin guhertin.

ROLA “YÊ-DIN” DI AVABÛNA KESAYETÎYÊ DE

Li gorî derûnkolînerîyê, ev pêvajo tê maneya ku mirov avakirina xwebûna xwe û nûkirina hebûna xwe bi saya danûstandina derve çêdike û ava dike. Ku “yê-Din” an derve (derxweyî) tune be “ezî” jî tune dibe. Ji ber vê yekê, arezû, xwestek û daxwazên di zaroktîya mirov de ticarî nayên jibîrkirin û her gav dimînin bi hesreta cih û warên lê qewimîne. Wî tahma yekem li wir ferq kirîye û keseyeta wî li wî cih û warî teşe girtîye. Lewma; zarokatî, destpêk, dayik û ziman giring in. Ango, zarokatî haveynê jîyanên hemû mirovan e û kartêkerîyên wê heta dawîya temenên mirov dewam dikin.

“Yên-Din” ne tenê kesên din in; lê tevahîya pergala sembol, ziman û çandê ne, ku mirov tê de mezin dibin û digihin. Ev pergal ji bo mirov xwe pêşkêş dike û çarçoveyekê ava dike ji bo têgihiştina cîhanê û mirov bi rêya vê pergalê dikare bi cîhanê re têkilîyan ava bike. Ku ev pergal hatibe wêrankirin, an jî birîndarkirin, mirov nikarin bi awayekî tendirustî bi cîhanê re têkilîyan ava bikin û di rewşeka herî xirab de dimînin.

MÎNAKA DÎROKÎ YA MÎRÊ ROMAYÊ FREDERICKÊ DÛWEM

Çîroka Mîrê Romayê Frederickê Dûwem, di sedsala sêzdehemîn de bîrdozîyên derûnkolîneran bi awayekî herî eşkere piştrast dike. Ev mîr bi hizr û ramanên xwe yên ecêb û sosret tê naskirin û di wê serdema dîrokî de ji bo ku huzr û ramanên xwe û meraqên xwe yên ecêb û sosret bicerribîne gelek ezmûnên dijwar bi kar dianîn. Ji wan meraqan yek jê jî, der barê pitikên nûzayî bû.

Frederickê Dûyem digot ku heke pitikên nûzayî di nava civakê de cih negirin û têkilîya wan bi tu awayî bi mirovan re çênebin û bi wan re neyê axifin, ew ê ne bi zimanê dayîkê, lê bi “zimanê yezdanî” biaxivin. Ji bo vê hizra xwe, gelek pitikên nûzayî ji dayîkên wan hatin veqetandin û li cihekî hatin hiştin ku ji bilî xwarin, vexwarin û serşuştinê, bi tu awayî têkilîyên wan bi mirovan re çênedibûn. Bi vî awayî, têkilîyên pitikên nûzayî ji danûstandinên derve bi tevahî hatin qutkirin.

Encam sosret û belgekirî bû: Hemû pitik mirin bêyî ku bi “zimanê yezdanî” biaxifin. Têkilîya tu pitikê bi tu awayî bi civatê re çênebûbû û demek şûn de, hemû miribûn bêyî ku bi “zimanê yezdanî” biaxifin. Her çiqasî Mîrê Romayê Frederickê Dûyem ezmûneka bêwicdan û bêînsaf bi kar anîbe jî, zanyaran pirr encam ji vê azmûna sosret bi dest xistin û gelek bîrdozîyên derûnnasî peyitandin (proof).

Vê azmûnê îspat kir ku, mirov tenê bi cil û bergan û bi zikê têr nikarin bijîn û têkilîyên bi derve re herî bingehînin ji bo jîyana mirov. Divê li ber xwarin û vexwarinê, danûstandinên pitikan bi mirovan re hebin, an jî bi awayekî xwezayî jîyana xwe dewam bikin li bal dayikên xwe û li jînewarên lê hatine dinyayê.

BEXŞANDIN WEK RÊYEKA DERÛNSAXÎYÊ

Li gorî pisporên trawmayê û lêkolerên vî warî, bexşandin gaveka herî girîng e ji bo wan kesên ku bi destên mirovan trawmayî bûne û di rewşa trawmayê de ne. Lêbelê, ev pêvajo ne tenê biryareka hestîyarî yan jî takekesî ye, lê pêvajoyeka aloz û tevlihev e, ku sê mercên bingehîn ên zanistî û derûnnasî jê re divên, ku bêyî wan karîgerîya derûnsaxkirinê heye kêmtir bibe.

Mercê yekem û herî bingehîn ew e ku, êrîşkar (perpetrator) divê gunehkarîya xwe bi awayekî eşkere û bêhempa li pêş hemû çavdêran qebûl bike û li xwe mikur were. Ev qebûlkirina (confession) gunehkarîyê ji bo kesên trawmayî gaveka herî giring û veneguherbar e, ji ber ku bi rêya vê qebûlkirinê rastî tê holê û qurban (victim) şiyan dike ku rewşa xwe ya rasteqîn bi tendirustî binirxîne û xwe rizgar bike ji bêçaretîya ku tê de ye.

Mercê duyem ew e ku, êrîşkar ne tenê gunehkarîya xwe qebûl bike, lê hem jî bi dilsojî û ji dil lêborîna xwe ji stembar bixwaze. Ev lêborînxwestin tê maneya ku sîtemkar ji ber wan tevger û reftarên xwe yên xirab şerm û fedî kirîye û poşman bûye û bi dilê xwe dixwaze ku zîyana ku daye qerexbar (telafî) bike.

Mercê sêyem ew e ku, kiryar divê ji bo bexşandinê û qerexbarkirina (compensation) zîyanan hewldanên madî û manewî yên rasteqîn bide destpêkirin. Di rewşa trawmaya civakî de, ji bo ku têkilîya êrîşkar û sîtembar bigêhîje pileya bexşandina rasteqîn, divê kiryarên trawmayê ji hemî palpiştîyên leşkerî û sazîyên dewletê bêpar bên hiştin.

XETEREYÊN BEXŞANDINA SIST [Û SENDROMA STOCKHOLMÊ]

Wek ku pisporên derûnnasîyê û lêkolerên trawmayê bi baldarî li ser vê mijarê rawestîne, heke di van hemû rê û rêbazên qerexbarkirin û bexşandinê de jidilî û rasteqînî tune bin, bexşandin ne tenê kêr namîne, lê dibe sedemeka nû ya birîndarbûnê û wek spartineka ku xwe ji kiryarên trawmayê biparêze çêdibe. Di vê rewşa xirab de trawma ne tenê naçe, lê hebûna xwe di bîr û hişmendîya sîtembar de didomîne û heye xurttir jî bibe.

Di van rewşan de, sîtembar carinan dikeve rewşeka herî xeternak, ku tê de dixwaze ezî (ego) û xwebûnê (self) bike “em” û xwe têxe ewlehîyeka derewîn. Bi hêza êrîşkarê xwe dixwaze ji “heyberbûn”ê (object) rizgar bibe û bibe “kirde” (subject). Piştî ku bi hêza êrişkarê xwe ji bo demekê bû kirde, îcar xwe li ser hinekên din an jî li ser “ezî”yên nû bi kar tîne. Li gorî xwe bi van tevger û reftarên xwe, ew ê bikaribe trawmaya xwe kontrol bike. Lêbelê, lêgerîna bi vî awayî ji derdê wî re nabe tu derman û berevajî wê, ev helwest saxkirina birîn û êşên trawmayê demdirêjtir dike û dikare bigihîje asteka ku proseya derûnsaxkirinê pirr zehmet bibe. (Stockholm Sendrome)

GIRÎNGÎYA DANÛSTANDINÊ DI DERÛNSAXÎYÊ DE

Li gorî Komeleya Tendirustîyê ya Cîhanî (WHO), başî û tendirustîya derûnî ya mirovan girêdayî mêzînan, an jî ahenga derûnî, civakî û fizîkî ye. Ev pênaseya WHOyê pirr giring e, ji ber ku nîşan dide ku tendirustîya mirovan ne tenê tiştekî takekesî ye, lê bi tevahîya civakê ve bihevliv e.

Wekî ku derûnkolîner dibêjin, mirov hebûna xwe an jî ezîya xwe bi saya “yê-din” ferq dike û nas dike. “Yê-din”, ji ezîyê (ego) re nan û av e û mirov bi bêyî danûstandinê nikare bijî. “Yê-din” tune be kesayetî bi tendirustî nagihe, an jî tune dibe û mirov di rewşeka herî xirab de dimîne.

Derûnnas sedemên gelek nexweşîyên derûnî di jîyana zarokatîyê peyda dikin û li mêjûya heyama zaroktîyê bi baldarî dikolin. Mirov dikare nexweşîyên norozê (neurosis) wek rageşî (anxiety), xemgînî, hospîtalkarî, sewesî, perîşî, xemokîyê û hwd bi vî awayî nas û ferq bike.

KARTÊKERÎYÊN FÎZÎKÎ Û BÎYOKÎMYAYÎ YÊN TRAWMAYÊ

Rûdanên trawmatîk ku hatine serê mirovan, jîyana wan a xwezayî dide rawestandin û di mêjîyê wan û binhişê wan de wekî tiştên bêçare tên tomarkirin, ku pişt re avahîya mêjî dihedimînin û danûstandinê dixin bin xetereyê, mîna kompûtereka ku hatibe qutifandin.

Ji alîyê bîyokîmyayî ve, bûyerên ku di jîyana mirovan de velîstinê çêdikin û bi xwe re tirs û sawê tînin, di mêjî de hormoneka bi navê ACTH (adrenocorticotropic hormone) dide xebitandin û ev jî di gurçikê de hormona kortîzonê derdixe holê. Ku ev hormon zêde derbikeve holê, di mêjî de hîperkortîkolî peyda dibe. Bi vî awayî kîjan lebat têkevin bin bandora hormonê xeta têkilîya (network) wê xerab dikin.

Carinan, ev lebata ku hatîye rawestîn bi şûn de vedigere bi dîtina hin tiştên ku bi trawmayê re winda bûne. Ew tiştê ku dîtîye dişibe trawmaya wî û ev jî tora (network) lebatê dide xebitandin û tiştên hatîye jibîrkirin dîsa bi bîr tên. Ev dîyarde di norozanînê (neuroscience) de wek dîsa-dîtin (flashback) tê zanîn û yek ji alametên herî girîng ên NGPTê ye.

KARTÊKERÎYÊN CIVAKÎ Û MIROVAHÎ YÊN TRAWMAYÊ

Trawma, ne tenê kartêkerîyê li ser takekesî dike, lê hem jî li ser tevahîya civakê kartêkerîyên wê yên kûr hene. Trawma, qedr û qimetê mirovan, ewlehî û bawerîya wan, fêmkirin û têgihiştina wan, başî û qencîya wan, heval û dostanîya wan, fikr û ramanên wan û hestên wan yên mirovanî serobino dike û dikare biguherîne.

Mirovên ku cih û warê wan wêran bûne û êşkence kişandine pirr zor e ku werin ser hemdê xwe yê berê. Tew ku ev pergala trawmayê ji hêla serdestan ve bê parastin û çavkanîya wê jî ew bi xwe bin, fêmkirin û têgihiştina jîyanê yekcarî negengaz dibe û mirov dikeve rewşeka ku tê de nikare jîyanê bi awayekî asayî derbas bike.

ROLA ÇAVDÊRAN Û CIVAKÊ DI DERÛNSAXÎYÊ DE

Di derûnsaxîya trawmayê de, çavdêr hebin ku bikaribin kul û derdê xwe fêm bikin û jîyana xwe ya bi trawmayê re derbas bûye bê filan û bêvan raxin ber çavan û encameka bimane jê derbixin, hingî pêvajoya derûnsaxkirinê zêde bikêrhatî ye, da ku bi tendirustî ji bandora trawmayê û êrîşkar rizgar bibin.

Sîtembar çîrokên xwe vedibêjin û li tevger û reftara temaşevanan dimeyizin, da ku bizanibin ka çiqasî hatine fêmkirin. Û bi dubarekirina çîrokên xwe hebûn û başbûna xwebûna (self) xwe di çavên ên din de dibînin û bi vî awayî bi birîna xwe re haşt dubin û serdestîya xwe dixin destên xwe.

Ji bo mirovekî çak, çavdêrê çak jî divê. Çavdêrên ku li mirovê trawmayî guhdarî dikin divê xwedîzanîn û zanîyarî bin, da ku bikaribin piştgirîya rasteqîn jê re bikin.

Derûnkolîner dibêjin ku mirovên ku ji hêla derûnî ve trawmayî bûne, bi axaftina bûyerê, bi fêmkirina “yê-din” û bi nasîna kul û derdan, ew ê qehra dilê wan hebekî dayne û ew ê derûnîya wan a bi êş û jan aş bibe û birîna wan dê qalik bigire. Lê belê ev pêvajo divê bi awayekî zanistî û bi piştgirîya pisporên derûnnasîyê bê meşandin.

TRAWMA WEK DÎYARDEYEKA CIVAKÎ LI KURDISTANÊ

Li Kurdistanê û di nav civaka kurd de, trawma ne tenê nexweşîyeka takekesî ye, lê dîyardeyeka civakî-dîrokî ye, ku bi sedan salan berdewam dike. Şer, koçberî, êşkence, qedexekirina ziman û çandê û windakirina mal û warê, kartêkerîyên kûr li ser kesayetîya takekesî û civaka kurd dikin. Li gorî bîrdozîya derûnkolînerîyê, mirov hebûna xwe bi saya “yê-Din” nas dike û kesayetîya xwe ava dike. Lê li Kurdistanê ev “yê-Din” bi sedan salan e ku wek dijmin hatîye nîşandan. Ziman hatîye qedexekirin, çand hatîye mandelakirin û têkilîyên xwezayî yên civakî hatine şikandin û jihevxistin.

Trawmaya civakî ya li Kurdistanê, ne tenê li ser nifşa ku tê de rûdan qewimîne bandor kirîye, lê bi rêya bîranînê û çîrokgotinê derbasî nifşên nû jî bûye. Di gîyanên zarok û lawanên îro de birîn û êşên derûnî jî hene ku tenê bihîstine, lê nehatine serê wan. Ev yek encama “trawmaya mîratî” ye ku di nav malên kurd de ji nifşekî ber bi nifşê din derbas dibe. Dê û bav êşên xwe yên bêderman bi zarokan re parve dikin û bi vî awayî derûnîyên zarokan jî birîndar dibin.

Danûstandin û têkilîyên civakî ji bo derûnsaxîyê bingehîn in. Ji bo civaka kurd, ziman û çand wekî nan û ava jîyanê ne, ku zîyanê bibînin, kesayetî jî dê zîyanê bibînin. Parastina zimanê kurdî ne tenê xwestekeka çandî ye, lê hewcedarîyeka derûnî û gîyanî ye jî. Avakirina sazîyên çandî wek rêçeka derûnsaxkirina civakî ye. Vekirina dîrokê û axaftina bi rastî li ser êş û birînan hewce ne ji bo çaksazî û başbûna girseyî.

Li asta takekesî, piştgirîya derûnnasî ya bi zimanê dayîkê giring e, ji bo nasîna trawmaya dîrokî û civakî û girêdana bi kok û çavkanên çanda netewî. Li asta civakî, avakirina sazîyên derûnnasî yên bi zimanê kurdî, perwerdehîya derûnnasên kurd, û çêkirina pergaleka piştgirîyê ya berfireh hewce ne. Li asta sîyasî, divê ev bên kirin: Qebûlkirina rastîyên dîrokî, lêborînxwestin ji bo zilm û zordestîyên qewimî û avakirina pergaleka dadmendîyê ya rast.

Civaka kurd di nav hemû êş û birînan de hêj jî xwe diparêze û mezin dibe. Ev yek nîşan dide ku hêza jîyanê û xweparastinê di nav vê civakê de hêj heye. Bi piştgirîya zanistî ya rast û bi avakirina pergalên derûnsaxkirina civakî, dibe ku trawmayên dîrokî werin dermankirin û civakeka tendirust û azad were avakirin. Giring ew e ku ev xebat ne tenê ji hêla pisporên derûnnasîyê ve, lê ji hêla tevahîya civakê ve bê kirin û her kes xera xwe di vê pêvajoya başbûnê de pêşkêş bike.

ENCAM

Ev bûyerên trawmatîk ku hatine serê mirovan, jîyana wan a xwezayî dide rawestandin û di binhiş û mêjîyê wan de wekî tiştekî bêçare û bêderman tên tomarkirin. Trawma, ne tenê nexweşîyeka takekesî ye, lê dîyardeyeka civakî ye, ku bandorên wê yên kûr li ser tevahîya civakê û nifşên pêşerojê jî dike.

Saxkirina trawmayê pêvajoyeka herî aloz û tevlihev e, ku ne tenê piştgirîya derûnnasî û derûnsaxkirina takekesî, lê hem jî guherandina pergalên civakî, dadmendî û parastina mirovan dixwaze. Bexşandin dikare rêyeka kêrhatî be ji bo derûnsaxkirinê, lê belê divê bi awayekî rast û bi hemû mercan bê kirin. Heke na, ne tenê kêr namîne lê dikare bibe sedemeka nû ya dirêjkirina êş û birînên derûnî.

Giringîya danûstandin û têkilîyên civakî, di vê pêvajoya peljen de nayê biçûkkirin. Mirov hebûna xwe bi saya “yê-Din” ferq dike û kesayeta xwe ava dike û ev rastîya zanistî pirr giring e ji bo em fam bikin ka trawma çawa bandorê li mirov dike. Lewma, civak divê pergala piştgirîyê ya berfireh ava bike ji bo wan kesên ku bi trawmayê ketine û rêyên derûnsaxkirina rast û karîger ji wan re pêşkêş bike, da ku hem takekesî, hem jî civakî be.

Mirovê ku cih û warê wî kavil bûye û êşkence kişandîye, pirr zor e ku were ser hemdê xwe yê berê, lê bi piştgirîya zanistî û civakî ev derfet heye.

Giring ew e ku, ev piştgirî, ne tenê ji bo demeka kurt, lê ji bo heyameka dirêj bê kirin û divê pergalên civakî jî werin xurttir kirin ji bo parastina mirovan ji van nexweşîyan.

ÇAVKANÎ:

Gerald C. Davison û John M. Neale – Abnormal Psychology

Trauma-Informed Care in Behavioral Health Services.

https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK207191/

TERMÊN SEREKE

Trawma (Trauma): Birîn û êşa derûnî ya kûr e, ku ji rûdanên dijwar û xirab peyda dibe û bandoreka domdar li ser jîyana mirov dike.

NGPT: Nexweşîya Guvaşê ya Piştî Trawmayê ( PTSD:  Post-Traumatic Stress Disorder): Nexweşîyeka derûnî ye, ku piştî rûdaneka trawmatîk peyda dibe û tê de mirov bi domdarî bîranînên xirab, rageşî û guheztinên reftarî dijî.

Derûnsaxkirin (Psychotherapy): Pêvajoya dermankirina nexweşîyên derûnî ye, bi rêya axaftin, têgihiştin û piştgirîya pisporî.

Derûnkolînerî (Psychoanalysis): Bîrdozî û rêbazeka dermankirinê ye, ku li ser şîrovekirina kûr a derûnîya mirov, bîr û mêjûya neyînî ya mirov radiweste.

Ezî (Ego): Beşa kesayetîyê ye, ku mirov bi wê xwe nas dike û bi cîhanê re têkilîyê ava dike.

Xwebûn: (Self): Hesta hebûn û nasnameya takekesî ya mirov e- “ez kî me” û “ez çi me”.

Yê-Din (The Other) Hemû kes, tişt û pergalin in, ku li derxweyî mirov in û mirov bi wan re danûstandin û têkilîyê ava dikin. Mirov bi saya wan kesayetîya xwe nas dikin.

Derhişî (Unconscious): Beşa derûnîya mirov e, ku mirov jê hay nîne, lê bandorê li ser fikir û reftarên wî dike.

Bîranîn (Memory): Avanîya derûnê ye,  ku bîr, ezmûn û rûdanan tê de tên tomarkirin û paşê vedigerin bîra mirov.

Bexşandin (Forgiveness): Pêvajoya dermankirinê ye, ku tê de stemkar gunehkarîya êrîşkarî dibexşe. Divê bi rastî û qebûlkirina gunehê re be.

Êrîşkar (Perpetrator): Kesê ku trawmayê çêkirîye, zordestî û zirarê li ser mirov kirîye.

Stemkar (Mexdûr / Victim): Kesê ku trawma dîtîye, êşkencê kişandîye û êş û birîndar bûye.

Danûstandin: Pêvajoya axaftin, têkilî û gotûbêjê ye, di navbera mirovan de, ku ev hîmê avabûna kesayetîyê ye.

Kesayetî (Personality: Tevahîya taybetmendîyên derûnî, reftarî û hestî yên ku mirov ji yên din ferq dikin.

Hişmendî (Consciousness): Asta têgihiştinê û hay ji xwe û derdora xwe hebûnê.

Flashback (Dîsa-dîtin): Vegerîna bîranînên trawmatîk bi awayekî zindî û hiskirî, wekî ku rûdan dîsa çêdibin.

Trawmaya Civakî: Êş û birînên ku ne tenê li ser takekesan, lê kartêkerîyê li ser tevahîya civakê û nifşan dikin.

Trawmaya Mîratî: Trawmaya ku ji nifşekê derbasî nifşa din dibe, û bi guhestina hevbirîya hevbeş zarok êşa dê û bavên xwe bi mîrat werdigirin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *