Bi keda destên Jinên Kurd bikaranîna Teşiyê

Di vê dinyayê de jîyan bi zehmetî tê jîyîn. Hîn teknolojî ew qasî pêşve neçûbû. Her tişt bi quwet û bi mêjîyên insanan dihatin holê. Ji bo ku jîyan piçekî din jî bi rehetî were jîyîn, insanan mêjîyê xwe dişûxûland û ji xwe re  îcat derdixistin. “Teşî’’ jî ji van yek e….

Hewce ye ku mirov du sê pirsan bibirse; Gelo teşî çi ye? Çawa hatîye holê û ji bo çi hatîye bikaranîn? Lazim e mirov bersiva van pirsan bide. Teşî; aletekê ji darê ye. Dirêjbûna wî nêzîkê nîv metre ye. Ewil çoyekî dirêj e, li ser vî çoyî perçeyekî gilover heye û di orta giloverê de jî hesinekî wekî çengelê heye. Bi gelemperî teşî ji daran dihat çêkirin.

Demek şûnda tenê ji hêsin jî hat çêkirin. Lê belê feydeya hêsin ne wekî darên teşîyê bû. Armanca  aleta ku jê re digotin teşîya ji daran,  ji bo ku hêşî, bend, hirî  bi destan were resandin e. Li alîyê rojhilatê bi gelemperî hatîye bikaranîn. Lewra insanên herêmê bi gelemperî bi xwedî kirina heywanan re mijûl dibûn. Ji bo ku, bendê bi dest bixin hirîyê heywanan bi kar dianîn.  Ev kar jî li ser milên jinan dihat meşandin. Aletek îcat kiribûn.

Navek lê kiribûn û jê re digotin  ‘’Teşî’’.. Destpêka bendê, wisa bû; Jin ewil  pîsîya heywanan ji hirîyê vediqetandin. Li ber çemê bi avê dişûştin. Heta ku hirî kef dida av lê dikirin û bi şonikan lê didan. Bi lêdana şonikan hirî kef dida. Heta ku rengê hirî vedibû û gewr dibû dişûştin. Paşê ev hirî,  li ber tîrêjên tavê li ser paçikekî zuwa dikirin. Dûvre jî hirîyê perçe perçe li ser aletekî wekî şehê, ev jî li ser tehtikekî panik, wekî  tûjbûna  şûjinan  gelek mixên ters hatibûn kutandin, li ser van mixan şeh dikirin.

Ji vê aletê re digotin ‘’Şeh.Bi vîya hirî ji hevdû dikirin. Stûrbûna hirîyê êdî nedima û zirav dibû.’’Paşê digirtin destê xwe hêdî hêdî li ser teşîyê badidan û dikirin bendik. Dema ku hirî li ser teşîyê dihat badan zirav dibû û wekî hêşî dibû. Êdî hêşî bi dest dixistin. Li kîjan alîyê hewce bikira dihate bikaranîn. 

Bi destê  jinan alîyekî jîyanê, bi vî rengî hêsan dibû. Yanî jinan xwe tevlî jîyanê dikirin, dîsa ji bo malbata xwe bi destên xwe bi feydê dibû. Ji van bendana ji bo zarokên xwe, ji bo zilamê xwe yanî bi kurtasî ji bo derdorê xwe, gore, patik, qezax û hwd bi keda dest û çavên xwe çêdikir. Helbet wê demê teknolojî wekî demên niha pêşve neçûbû. Her tişt kêm bû. Ji alîyê aborî ve jî astengên insanên alîyê rojhîlatê hebûn.

Derfet wekî niha tune bû. Her tişt li gor derfetan dihat çêkirin. Insanên wê demê mêjîyê xwe didan şixûlandin û  tişt bi destên xwe dianîn holê. Em dibînin ku jin û zilam bi hevdû re jîyanek parve kirine. Ji çêkirina teşîyê heta çêkirina bendan. Alavên teşîyê zilaman anîne holê. Bi quwet û bi keda destên  zilam derdikeve holê.

Lê bi resandina jinan jî bend tê holê. Jin dema ku teşîyê badide û hirî diresîne, vî karî bi hestên nazik û nazenîn dike. Bi kêfxweşî, bi lorînên xwe hestên xwe  derbasî hirîyê dike. Lê belê niha ev karê hanê li bajarên metropolan, di febrîqeyan de bi makineyan, bi ropotan  tê çêkirin. Ji ber vîya jî ev kar bê qiymet bûye.

Mixabin kesek jî nizane ku çavkanîya resandina bendan di dîrokê de bi kîjan şiklê çêbûye….

 

Sevda Kaplan

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply