Baweriya Bi Sondê

Ciwanên Hêja!
Di Çanda Kurdî de demekê têgeha baweriya bi sondê gelek xurt bûye, xasma jî di nêv çînda oldaran de sond pir hatiye bikaranîn.

Ev hawe jî dibe ku ji Fiqha Îslamê katibe nava Kurdan, lewra ji bo ku gelşek bihata çareserkirin, dadmend giringî dida ser du tiştan, yek SOND û ya dî jî DÎDEVAN bû. Ew kultura SONDê ta niha jî li nava gundiyên Kurdistanê berdewam e û tê bikaranîn.

Dema kesekî navsere bixwaze ku gotineke xwe yan dîtinekê bide pejirandin, piştî ku dibêje sond dixwo û weha dibêje: ”Ev e min sond xwar û çû… .” ango ev tiştê ku min got, rast e û divê baweriya we pê çêbibe… “

Lê gelek hin car sond bi vajiyê rastiyê jî têne bikaranîn, mînak: Ji bo ku kesek tiştekî bike yê xwe, sond dixwo û xelk jê bawer dike, ew tişt êdî dibe yê wî.

Ev hawe pirê caran di mesela erd, zevî û milkan de tê xuyakirin. Pirê cran dema gelş li ser perçeyek zevî dikeve navbera du malbatan, kesê salxur ên ku herêmê rind dinasin ku hebin, serî li gotina wan tê dayîn û bi sonda wan, ew zevî dibe yê filankes an yê bêvankesî.

Lê belê hin caran sondên ji rastiyê dûr jî têne kirin û tenê ji bo sûda xwe ya taybet yan sondên qirase yan jî derewên bêxwê ji aliyê wan kesên ku qaşo rastgo ne têne kirin.

Mînaka vê ku ez dîdevan im, bê ku nav bidim kalekî ketî ku di heyamê xwe de pir oldar û rastgo dihate pejirandin, dema ji çapa xwe ketiye û di nava ciyan de demeke dirêj maye, rojekê xeber li gund belav kiriye ku tev werin û lê guhdarî bikin. Piştî hatina gundiyan ba wî, kalo gotiye:
– Îşev Xwedê hatibû xewna min…
Gundî tev rabûne ser nigah û rêzmendiya xwe dane nîşandan. Piştre Kalê Ketî gotiye:
– Xwedê gote min: ”Sê jinebî li gundê we hene. Bila yek ji wan bi te re bizewice.”
Xortên gundî tev bi xewna wî keniyane û rabûne ji ba Kalo derketine û çûne…

Îcar dema ku meriv guh dide axaftina gundiyan, sonda sivik û bê lêçû ev e: “Welleh, welleh û Welleh…”

Lê bi baweriya min sonda herî maqûl û rewa ev e ku meriv sond bixwo ku nefsa xwe têxe binê çavdêriyê, rêkûpêktî û binê rêzmendiyê (dîsîplîn). Yanena, tenê xisara kesayetî ji sondên vala û bêtore çêdibe.

Eger kesek jiyana xwe, tevger û danûstendina xwe ya bi merivan, bi sewal, ajal û xwezayê re bi rûkûpêk berdewam bike, sond jê re ne hewce ye û jixwe baweriya xelkê pê çêdibe. Yanena, ew kes di nava xelkê de wek merivekî derewî tê nirxandin. Pêşiyên me jî gotine: “Merivê derewîn, carekê dixwo firavîn.”

Bi hêviya kesayetiyeke baş, dirust, rewa û pêbawer, xasma jî ji bo ciwanên me yên nûhatî, her şad û serfiraz bin.

Stockholm 

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply