
Di warê çand, folklor û zimanê Kurdî de xebatên herî mezin weşanxane dikin. Her Weşanxaneya Kurdî, ji bo Zimanê Kurdî pîroz e.
-Îro bi dehan Weşanxaneyên Kurdî henin. Ji wan Weşanxaneyan yek jî Weşanên Na’yê ye.
-Weşanên Na’yê di sala 2012’an de, dest bi karê weşangeriyê kir. Ev weşan ji aliyê çar kesên Kurdîhez ve hat avakirin: Yusuf Taştan(Sînegî), Şems Qemer, Berfo Barî û H. Kovan Baqî.
-Navenda Weşanên Na’yê li Îzmîr, Konak Kameralti’yê ye.
Pirtûkên ji Weşanên Na’yê hatine weşandin ji xêncî çend pirtûkan, pirtûkên din hemû bi Kurdî ne.
Di nav wan pirtûkan de: “Roman, lêkolîn, werger, çîrok, çîrokên zarokan, ferheng û pirtûkên folklorê” henin. Ji niha û wê de jî ew ê giraniya xwe bide ser destan, zargotin, edebiyata devkî, werger û çîrokên zarokan.
Gotara berê: Başkulok (Saxicola Torquata)
Gotara piştî: Ragihandin û medyaya pêşerojê
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Vî Zemanî Her Kes Mîmarê Sînemaya Xwe ye” ya Ardîn Dîren
Pirtûka “Cegerxwîn û Berhemên Wi” ya Yusuf Kaynak
Pirtûka “Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar” ya Mîkaîl Bilbil

