Tag Archives: heywan

Tîrmeh, 2023

  • 27 Tîrmeh

    Em çima ajalan pir hez dikin?

    Gelek sedem hene ku em ji heywanan pir hez dikin: Têkiliya hestyarî: Heywan xwedî şiyana ku bi mirovan re têkiliyek hestyarî pêk bînin. Dema ku em bi wan re têkilî daynin, em dikarin hestên wekî hezkirin û dilsoziyê hîs bikin. Heywan dikarin piştgiriya civakî peyda bikin û hewcedariyên me yên hestyarî bicîh bînin. Bandora hestên baş: Dema ku derbaskirina bi …

Hezîran, 2022

  • 7 Hezîran

    Dengê Heywanan

    (Li gundê me. Hewrê/Licê/Amed) Ga dibore. Manga diore. Gur dizûre. Ker dizire. Hesp dihîre. Şamik dikûre. Mirîşk diqare. Bizin dibare. Bizin dimehe. Mêşin dimehe. Kûçik diewte. Kûçik direyî. Pisîng miyaw dike. Çûçik vîçvîç dike. Kew wîtwît dike. Kew dixwîne. Legleg leq leq dike. Rovî waq waq dike.   Hemîd Hewrewî  ———– borîn (borebor): ga. çivtîn-çiftîn: çûk, mişk. ewtîn (ewteewt): kûçik. fişîn (fişefiş): …

Cotmeh, 2021

  • 6 Cotmeh

    Em ji bo heywanên bêxwedî dikarin çi bikin?

    Gelek tişt hene ku hûn dikarin ji bo heywanên kolanê bikin! Li vir çend gav hene ku dê we aciz nekin lê ji bo wan pir girîng in .. Mixabin, gelek sedem hene ku jiyana hevalên me li kolanan dijwar dike. Di vî warî de, berpirsiyariya me ye ku em wan biparêzin û şert û mercên jiyanê çêtir peyda bikin. …

Tîrmeh, 2017

  • 26 Tîrmeh

    Cinsê Hewywanên Kedî

    Cinsê rêzimanî yê peyvên ”beran, nêrî, ga” nêr e: em dibêjin ”beranê malê, nêriyê malê, gayê malê” wek çawa ku em dibêjin ”mêrê malê” yan ”kurê malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*berana malê” ji ber ku beran ne mê ne lê nêr in. Cinsê rêzimanî yê peyvên ”bizin, mih/mî, …

Hezîran, 2017

  • 11 Hezîran

    Navên Komên Heywanan

    Gelek navên cuda yên komên heywanan jî hene. Komeka ga û çêlekan/mangayan/çêlan bi hev re ”garan” e. Komeka teyran ”ref” e, koma pezî ”kerî”, ”celeb” yan ”birr” e, koma hespan ”revde” yan ”revo” ye û hwd. Helbet di nav her yek ji wan koman de heywanên nêr û yên mê jî hene. Lê ”kerî, celeb, birr” peyvên nêr in û …

Sibat, 2017

  • 11 Sibat

    Hin navên Ajalan

    Türkçe Kurdî/Kürtçe Aslan Şêr(erkek),Şepal(dişi) Kaplan Piling Kartal Eylo Fil Fîl(erkek),Diranfîl(dişi) Koyun Mî(Dişi),Beran(erkek),Berx(Kuzu) Sığır Çêlek(dişi),Ganêr,Boxe(hadım edilmeyen erkek ),Ga(Hadım edilen erkek),Golik(dana) Keçi Bizin(dişi),Gîsk(erkek),Kar,Karik(oğlak) Manda Madek(dişi),Gamêş(erkek),sak(malak) Deve: Arvane(Dişi),Lok(erkek) Tavuk Mirîşk Ördek werdek Kaz Qaz Hindi Elok,Culiq Karga: Qijak Baykuş Bûm, kund Yarasa Şevşevik,Balçûmok Timsah Cirnîs, Kertenkele Marmêlke,margîsk Yılan Mar Kuş Çûk, ,Teyr Kırlangıç Hechecik, hecîreşk Şahin: Baz, Teyrê baz Atmaca: Başok Tilki Rovi …

Hezîran, 2016

  • 13 Hezîran

    BIZINA KURDÎ – Li Kurdistanê tê xwedîkirin li Kendavê guzîde ye

    Bizina kurdî ango bi navê xwe yê din “bizina Şamê” li welatên Kendavê gelek tê ecibandin. Cotkarê li gundên derdora Hewlêrê xwediyê baneyan Mesûd Mihemed Salih dibêje, welatên Kendavê li gor berê zêdetir daxwaza bizina kurdî dikin. Mesûd Mihemed Salih ji Rûdawê re diyar kir ku piştî raperina 1991ê bi 3 bizinan dest bi ajaldariyê kiriye û her sala paştir …

Îlon, 2016

  • 26 Îlon

    Başokê Mezin (Accipiter brevipes)

    Meznatî û kelwaş: 32 – 37 cm dirêje. Salox: Yê nêr ser û patik û piştpatik û pişt û binpişt şînvene û serê wan vekirîtir e, pênc gîx li beratîya kurîya wan ne, heftik û berçêlk û zik û binzik sipîvene û tenişt li rasta binçengan zervene. Binçeng sipîne û gîxên qehweyî lêne û serê çengan reşe. Sipîlka çavan zere, …

  • 16 Îlon

    Başok (Accipiter nisus)

    Meznatî û kelwaş: 30-39 cm dirêje. Salox: Balindeyekî goştxwer e, firîna wî xurte, pê û kurî dirêjin, çeng girovir û gîxdarin ji bin ve, yê nêr ji serîve şînekî reng xwelîkîye, piçeka soratîyê li herdû alekan û serguhkan heye, di gel hindek pinîyên sipî li piştpatikê, çeng pitir şîn in û şaper bi ser qehweyîvene û rengê şaperan ji binîve …

Tebax, 2016

  • 2 Tebax

    Başkulok (Saxicola Torquata)

    Meznatî û kelwaş: 12 cm dirêj e. Salox: Yê nêr, payîzan qehweyîyekî tarî ye, ji milê piştê ve hindek pinîyên reş lê ne û binpişta wî spî ye û gîxên qemer lê ne, kurîya wî qehweyîyekî tarî ye û binê wê di bin binpiştê de spî ye, tokeka spîya pan li stûyî werhatîye û gîxeka spîya mezin li çengveşêran e. …