Ferhad û Serhad her şev ji bavê xwe re tiştên li dibistanê dibûn digotin.
Û ji bavê xwe tişt dipirsîn. Bavê Ferhad û Serhad jî, ji pirsê zarokên xwe pir hez dikir û bersiva wan bi kêfxweşî dida.
Şevekê dîse malbat hemû li civata hev rûniştî bûn.
Carinan Serhad, carinan jî yê piçûk Ferhad dipeyivî û dipirsî. Serhad di nav peyveke xwe de wiha gote bavê xwe:
“Yabo! îro mamostê me dîse ez û Ferhad ji hev xeletkir.
Û mamostê me got hûn pir dişbînin hev. Piştre em û hemû hevalên xwe pir kenîn”
Bavê wan jî got :
“Birastî jî hûn pir tişbênine hev. Lê kurê min ji xwe her insan hindik-pir dişbênine hev”
Piştî vê bersivê Ferhad jî bi zaroktiya xwe ev pirs pirsî:
“Gelo yekî weke Ellah jî heye, yabo!?” Dayik û bavê zarokan li hev nihêrtin. Xuya dibû ku dayika zarokan dixest bersiva vê pirsê bide:
“Na kurêmin yekî weke Ellah nîn e, çênebû ye û çênabe jî. Ew na tişbêne tu kesî. Lewra Ellah yek e. Wî tenê hemû tişt çêkiriye”
Vêneqlê dora pirsa zarokê mezin Serhad bû:
“Naxwe em çawa zanin ku Ellah yek e?”
Ev pirsa zaroka jî bêbersiv nema. Lewra bavê zaroka wiha bersiv da:
“Heke ji yekî bêhtir Xweda heban e, wî di nav wan de berberî û pevçûn çêbibe.
Mesele yekî bixwazê berf bi barê, yê dî jî wî bixwazê baran bibarê. Wî wextî jî wî çi bibe?”
Zarokan li hev meyizand in û dûv re li dayika we meyizand in. Weke ku ji dayika xwe bersiv dixwest in. Dayika wan jî awirên wan vala nevegerand û bersiv da:
“Wî wextî li dinya û karîgehê nîzam wî xirabibe, hemû tişt wî ser û bin be.”
Ferhad û Serhad baş fêm kiribûn û ketibûn e xeyalan de.
Li dest û piyê xwe, li bejn û bala xwe di meyizand in.
Hê bêhtir ji Xwedayê xwe Ellah hez kirin.
Û malbat tev bi dengê ezanê rabûn ku nimêj bikin.
Ferhad û Serhad bi pev re gotin:
“Yabo!.. Yadê!.. baran dibar e….”
Selman Anmal
www.candname.com