Pirs-1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendewana bidî nasîn? .
Bersiv-1- Ez Esma Onat! Ji bakurê Kurdistanê me û ji herêma Mêrdînê Midyadî me. Li bajarê Konya cêwî ji dayîk bûme. .
Pirs-2-Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? .
Bersiv-2- Di sala 2014 de min dest bi nivîsa kurdî kir. Sedema yekemîn jinên ku bi kurdî dinivîsandin kêm bûn û sedema duyemin jî hezkirina zimanê diya min bû lêwma min xwest bi hevokên xemilandî re û bi bêhnokên şkestî re ji hîsên ku nivîsên min dixwenin re bibim werger û deng li giyanê wan bikim û lêvên nêrgiz û beybûnên tî pêşkeşî mijangên wan yên şil bikim. .
Pirs-3- Rola jinê di çabnd û wejeya kurdî de çiye? .
Bersiv-3- Rola jinê çiqasî ji ber ziman ji bo zarokan girîng jî be ya mêr jî girîng e wexta bixwazibin zarokên wan tehma şêrînbûna çand û huner û deng û rengê xwe bikin divê zimanê xwe yê şêrîn bixin şekir û bidin zarokên xwe. .
Pirs-4-Naveroka helbestên te zêdetir li ser çiye? .
Bersiv-4-Naveroka helbestên min bi piranî li ser êş, xerîbî, evîn û xwezayê ne. .
Pirs-5-Li gorê te helbest çiye? .
Bersiv-5- Helbest li gorî min neynika jiyanê ye û dermanê hest û rih e. Helbest carina dibe xwîna ku ji birînê dilop dike. Carina jî dibe diranekî spî ku ji dilxweşiyê dikenê. Carcarina jî dibe herikandina hêstireke bêdeng. .
Pirs-6-Helbestvanê navdar Aragon dibêje: Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin.” Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî? .
Bersiv-6- Tiştên ku evînê nemir dike hêza hêstên evînî ne. Ez jî dema bêriya hezkirinên xwe dikim, ji bo nava xwe vala bikim çavên min li parçekek kaxez û li qelemê digerin û agirê nava xwe dinivîsînim weke goga agir hevok li dû hev dirijin paşê hêstirên min dilop dikine hibra min tîp tevlî hev dibin agir hebkî divemirê çiqasî bivemirê jî lê xweliya wê li havîrdor belav dibe û evînê nemir dike. .
Pirs-7- Wek jineke helbestvana kurd, astengiyên ku diwarên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te. çi ne? .
Bersiv -7-Na heta niha li ser nivîsên xwe li rasta tu astengiya nehatime. .
Pirs-8- Edebiyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî? .
Bersiv-8-Rewşa edebiyata kurdî, bi ziman ve girêdayî ye lê ez nebêhêvî me li gora ku me bingiha zimanê xwe nedîtiye rewşa edebiyata kurdî nekêmî ya xelkê ye ji ya gelek xelkan jî pêşketir re. .
Pirs -9 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî? .
Bersiv-9-Pîvana serekê ji xwe ziman e wexta kokkurd berhemên xwe bi zimanê kurdî binivîsînin ji bo ku zimanê xwe bi xelkê bidin nasandin berhemên xwe wergerînin zimanekî din dibêjim ev xebatake pîrozê lê wexta kokkurd bi kîjan zimanî hertim berhemên xwe binvîsînin nasnameya wê/wî ew ziman bixwe ye. .
Pirs-10- Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok jî dinivîsî yan na? Gelo nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî? .
Bersiv-10- Di xeyalê min de ji bo zarokan kurteçîrok hene. .
Pirs- 11-Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? .
Bersiv-11-Rexnegirî di edebiyata kurdî de gelekî kême lê divê hebe û divê rexnegir bi çavekî agahî li berhemê binêrê û helbestvan neêşînê helbestvan jî divê ji rexnara vekirî be. .
Pirs-12- Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî? .
Bersiv-12- Her çiqasî bandora Êmile Zola. Eckhart Tolle û Maria Ernestan li ser min hebin jî, Ez xeyalên Feqiyê Teyran û xîreta Cegerxwîn tevlî dilê xwe dikim û pişta şerê xwe bi helbestan didime seyandin. Ez xwe nêzîkî ekola wêjeya nûjen dibînim. .
Pirs-13- Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk,faris û arab hez dikî? .
Bersiv-13-Ji berhemên xweş ku bala min dikişînin ji teva hezdikim. .
Spas ji bo bersivên te.
Spas xweş
Ev jî helbestek Xanim Esma Onat e. Ji kerema xwe wê jî bixwînin.
BESE ÊDÎ WERE
Nîvê şevekê bû
Dengê kemanekê ji dûr ve dihat
Li kêleka min ya rastê
Kûrsiyek Maseyeke biçûçik
Qelemeke şkestî
Li ber pencerê rûniştim
Li ser xêmza rûyê min parçekek heyv
Çiqasî ji kemanê melodî diweşiyan
Dinav çavên min de okyanûs dihatin keyandin
Çiqasî min lê guhdar dikir
Dinav wextekî bêwext de winda dibûm
Û weke xatirxwestina nameyeke rêza dawî
Mijangên min asê dibûn
Dinav destên min de
Mistek hêviyên nîvxuya
Ne disekînîm ji mijangên xwe diherîkîm
Dinav helbestekê de bi tenê digeriyam
Hemû hevok li ser zimanê min bêdeng bûn
Hemû rêz bêkes bûn
Hemû gotin windabûyûbûn
Îskeîsk ketibû hundurê bêhnokan
Û di her noqtayê de dermanê eşqê veşartî bû
Wexta dilê min dişewitî
Bêhna nan ji pora helbestên min yên nivço dihat
Û wexta çavên min hêstir diherikandin
Helbestên min yên nivço û bêdawî
Tişibana agir û deryaya di nav çavên min de dişewitand
Nîvê şevekê bû
Dengê kemanekê ji dûr ve dihat
Li kêleka min ya rastê Kûrsiyek
Maseyeke biçûçik Qelemeke şkestî
Li ber pencerê sekinîm
Çavên min şil li dûrbuna te mêze dikirin
Destên min bi milên min ve digihane hevdu
Çiqasî min xwe dirêjî te dikir jî nedigihame te
Çiqasî bi ber te ve min bazdida jî nêzîkî te nedibûm
Dizanim ferhenga çûyîna nîne Tu li ku yî?
Were Destên min di nav mista min de germ bike
Û bihêle bila dil bişewitê
Bila li ber pencerê heyîrî bimînê
Bila dengê te bêjê bi te re me
Û bila nefesa te werê guhên min
Çiqasî tunebûna te fêrker jî be
Bese êdî were…
Esma Onat