Di laşê me de hemû lebat ji şaneyan pêk hatine. Şane perçeyê herî biçûk ê bedenê ye û bi çavên tazî nayê dîtin. Tenê mirov dikare bi mîkroskobê bibîne.
Şaneyên bedenê yên bijûn (ji xeynî şaneyên masûlke û tûreya ) xwedî hunera parbûnê ye. Vê hunera xwe bi armanca nûkirina şaneyên mirî û selihandina raçîngên birîndar bi kar tînin. Lê ev hunerên wan jî bi sînor in. Bêdawî par nabin. Di jiyana her şaneyê de parbûnek diyar heye. Şaneyek bijûn dizane ku dê li ku û çi qasî par bibe.
Li hemberî van şaneyên penceşêrê bîra xwe wenda dike, dest bi parbûna bêkontrol dike û zêde dibe. Şaneyên penceşêrê kom dibin û girêbana (tumor, kîtle) pêk tînin. Girêban dikarin raçîngên normal biçewisînin, dikarin têkevin hundirê wan an jî dikarin wan texrîb bikin. Ger şaneyên penceşêrê ji girêbanên pêk anîne veqetin dikarin bi rêya gera xwînê an lenfê biçin deverên din ên bedenê. Li deverên ku diçinê koloniyên grêban pêk tînin û pirbûna xwe didomînin. Şaneyên penceşêrê bi vî şiklî li deverên laş belav dibin ku ji vê re tê gotin metastaz.
Penceşêr li gor raçîngên ku çêbûne dest pê dikin û xuyakirina wan a di bin mîkroskobê de tê tesnîfkirin. Penceşêrên ku di şiklên cuda de, di lezbûnên cuda de mezin dibin, şiklên belavbûnê yên cuda nîşan didin û bersivê didin tedawiyên cuda. Ji ber vê di tedawiyên nexweşiyên penceşêran de li gor cûreyê penceşêrê yên ku hene tedawiyên cuda tê bikaranîn…
Sedemên Penceşêrê
Sedema penceşêrê hîn bi vebirî (kesin) nayê zanîn. Ji bo nexweşiya penceşêrê du komên ku pêkerên (faktor) rîskê hene. Ev pêker yek bi şiklê jiyanê, temen, zayend û derbasbûna malbatê (genetik) ve girêdayî ye. Yek jî bi pêkerên hawêr (çevre) ve girêdayî ye. Pêkerên hawêr ên girîng ku dibin sedemê penceşêrê ev in;
Bikaranîna alkol û cixarê,
Demek dirêj û di saetên talûke de di bin tavê de mayîn,
Di doza pir zêde de duçarmayîna tîrêjên rontgenê,
Hin daringên kîmyasal (qetran, benzîn, daringên boyaxê, asbest û hwd.),
Hin vîrus,
Gemariya (qirêja) hewayê,
Duçarbûna radyasyonê,
Vexuyanên Penceşêrê
Peyd û vexuyanên penceşêrê li gor raçîng û lebatên ku kokê jê digire diguhere. Heta carinan qet peyd û vexuyan nayê dîtin jî lê dîsa di sehandinên (muayene) kontrolê de pêderka (teşxîs) penceşêrê tê danîn.
Bala xwe bidin vexuyanên li jêr;
Herk û xwînbûna nenormal ya ku ji qûn û biyê (rehîm) tê
Werimandin û sertbûnên ku di memik û cihekî bedenê de derdikeve holê,
Birînên ku sax nabin,
Kuxik û dengketina bi demdirêj,
Negivêrî û zehmetiya daqurtandinê,
Birîn, guhertina reng, xwînbûn û mezinbûna ku di şanik û balûgan de dertên,
Guhertinên di destnimêja biçûk û mezin de pêk tên,
Ji bo pêşîlêbirîna penceşêrê dema ku ev guhertin hat dîtin divê em serlêdana bijîşkekî îhmal nekin…
Cûreyên Penceşêrê Yên Ku Herî Zêde Tên Dîtin
Penceşêra Memika
Penceşêra Kezebê
Penceşêra Prostatê
Penceşêra Made
Penceşêra Rîxole (Rûviyê qalind)
Penceşêra Rûviyê Tenik Penceşêra Devê Biyê
Ji bo pêşbirîna penceşêrê pêwist e ku mirov sedemên wê zû teşxîs bike û tedawiya xwe taloq neke. Penceşêr di cîhanê de sedema mirinê ya duyemîn e.
Di nivîsên pêş me de emê bi berfirehî li ser sedem, tedawî û encamên penceşêrê bisekinin. Em ji bîr nekin ku jiyanek û civakek bitendurist bi tenduristiya beden û bi taybetî jî bi tenduristiya hişmendiyê ve girêdayî ye.
Mistefa Dewlemend *Xwendekarê Zanîngeha Acibademê
Kovara Pêngavê – Hejmara 5an