Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Kurteromaneke Serketî: ‘MIRINA XORTEKÎ RIND’

Di van çend salên dawîn de di nav eniya wêjeya kurdî de gelek kurteromanên serketî hatine weşandin. Mirov van kurteromanên serketî bi hêsanî dikare bi kurteromanên nivîskarên ewropî re miqayese bike. Kurteromaneke serketî jî romannivîser û helbestvanê kurd Îkram Baban nivîsîye. Navê wê “Mirina Xortekî Rind”e. Pirtûk ji nav weşanên …

Read More »

Pirtûka Bêhizûriyê

Fernando Pessoa “Livro do Desassossego” ku bi navê “Pirtûka Nerehetiyê” yan jî “Pirtûka Bêhizûriyê” tê zanîn, wekî mîrateyek edebî ya mezin tê hesibandin. Pirtûka Pessoa dikare îlhamê bide kesên ku li ser bêhntengiya hebûna mirovan û tevliheviya jiyanê difikire. Lewre jî pirtûkek hêjayê xwendinê ye. Wateya peyva hizûrê, aramî, rehetî, …

Read More »

Bîranînên Amed Tîgrîs

Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike. Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê …

Read More »

Di Pirtûka ’Vejîna Felsefeyê’ de Deryaya Felsefî

Pirtûka lêkolînî a mamosteyê felsefeyê Andulkadîr Gok ya bi navê ”Vejîna Felsefeyê” di Gulana 2011an de di nav weşanên ”Ronahî”yê de li Amedê derketiye. Ev weşanxane jiyana xwe a weşanê da rawestandin û bû çend salin ku êdî pirtûk naweşîne. Wê jî wek gelek weşanxaneyên kurdan çend pirtûk weşand û …

Read More »

Romana ‘Du cîhan û yek jan’ ek

Bê şik wêje yek ji wan qadan e ku mirov bi hest û helwesteke afirîner helwesta xwe ya li hember jiyanê derdixe holê. Yek ji celebên herî girîng ên ku di gerdûna edebî de refleksên jiyana mirovahî bi sepandina rêbazên cuda yên vegotinê xeyalî dike û derdixe holê roman e. …

Read More »

Şanoya Dayika Niştîman û Koşka Miradan

Wek tê zanîn dema li rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistan di pêşevatiya nemir pêşeva Qazî Mihemed de hate damezrandin, li Mehabadê, Saqizê, Kermanşahê û li navçe û bajarên rojhilatê Kurdistanê bi navê “Dayika Niştîman” şanoyek kurdî hatibû leyist in. Herçiqas temenê komara Kurdistanê li rojhilat hindik bû jî, di nav salek …

Read More »