Kurd û Dîaspora

Ez ê niha ji we re li ser dîasporayê hinek tiştan bibêjim. Dîaspora bi bingehîn navekî sirgûniyê ye, yanî li ser bingeha belavbûn û sirgûniyê hatiye avakirin.

Di dîrokê de sirgûniya herî dirêj û mezin a Cihûyan e. Cihûyan nêzî 2000 salan li seranserê cîhanê weke penaber geriyan, bela bûn û li gelek welatan bi cih bûn. Piştî demê dirêj, wan bi hevre welatekî nû ava kirin û vegeriyane ser axa xwe ya dîrokî.

Piştî wê jî dîasporaya Ermeniyan tê. Ermeniyan jî sirgûniyeke mecbûrî û trajîk dîtin. Bi taybetî piştî Komkujiya Mezin (Medz Yeghern), gelek ji wan ji welatê xwe derketin, li gelek deveran geriyan û bi piranî li Amerîka, Fransayê û welatên din bi cih bûn. Li wir jiyana xwe berdewam kirin, çand û nasnameya xwe parastin û dîasporayeke xurt ava kirin.

Ya sisiyan dîasporaya Filistîniyan e ku bi zora Îsraîliyan hatiye çêkirin. Dema ku Îsraîlî xwestin li cihûwarên xwe bi cih bibin, Filistînî neçar man koç bikin û li gelek welatan belav bibin. Ew hîna jî li benda vegera welatê xwe ne.

Ya çaran jî dîasporaya Îrlandiyan e. Îrlandî ji ber zextên Îngilîzan, birçîbûna Mezin (Great Famine) û zehmetiyên aborî mecbûr man koçî Amerîkayê bibin û li wir man.

A pêncan, Efrîkî ne ku wan jî sedan salan ji ber çermê xwe yê reş wekî kole hatine firotan, li her derê Ewrûpa hatin firotan û welatên cûda penaber bûn, lê niha ji rewşa xera gelemperî filitîn, êdî dîasporayê gelek serkeftîne û li welatê xwe dewlet ava kirin û pêşda çûn.

Xwezaya Dîasporayê û Faydeya Dîasporayê:

Diyaspora her tim ne tiştekî xerab e. Berevajî, ew dikare bibe amûrek ji bo pêşveçûn, hişyarbûn û parastina nasnameyê. Dema ku mirov di welatê xwe de be û di nav zor û zehmetiyan de nemîne, carinan ferq nake, tiştan baş nabîne û nizane. Lê gava mirov bi mecbûrî ji welatê xwe dûr dikeve, êşa wî, hesreta wî û dûrbûna wî dikare bibe sedem ji bo mezinbûn û afirîneriyê. Ew mirovî neçar dike ku zimanên nû fêr bibe, çandên cuda nas bike, xwe bi pêş bixe û tiştên bikêrhatî ji bo welatê xwe bike. Di warê lêkolînên diyasporayê de, zanyarên wekî William Safran û Robin Cohen gelek têgînên girîng danîne. Safran diyasporayê weke “expatriate minority community” pênase dike ku xwedî bîranîna kolektîf a welatê dayikê ye, wê weke mala rastîn dibîne û hêvî dike vegere wir. Cohen jî cureyên cuda yên diyasporayê diyar dike, wekî “victim diasporas” (diyasporayên qurban) – wekî yên Cihû, Ermenî û Afrîkî – ku ji ber trajedî û zordariyê derketine. Em dikarin bibêjin ku koçberî an jî dîaspora her tim ne zerar e, lê carinan ji bo pêşketinê jî pêwîst e. Ya girîng ew e ku mirov li derve tiştên nû fêr bibe, xwe bi pêş bixe û bi awayekî transnational (neteweyî-navneteweyî) beşdariyê li doza welatê xwe bike.

Li ser diyasporaya Kurdan

Dîasporaya Kurdan bi awayekî girîng piştî salên 1950yî dest pê kir. Berî wê demê tenê çend kesayetên kurd li derve hebûn, lê piştî 1950yî, pêşî ji bo sedemên aborî û paşê jî ji ber sedemên siyasî (nemaze piştî derbeya 1980yî ya Tirkiyê û şerên li Kurdistanê) gelek Kurd çûn Ewropayê. Nivşa yekemîn bi piranî ji bo aboriyê çûbû. Lê nesla siyasî ya ku bi mecbûrî û zordestiyê hatibû sirgûnkirin, li wir gelek kovar, rojname, komele, partî û xebatên siyasî dest pê kirin. Wan li derve long-distance nationalism (netewperestiya dûr) afirand, pêşengî ji bo xebatên li welêt kirin, tiştên nû ceriband û bala raya giştî ya navneteweyî kişandin ser doza Kurdan. Bi taybetî li Almanyayê, Swêd, Fransayê û Hollandayê komên mezin ên Kurdan ava bûn û xebatên girîng meşandin. Îro dîasporaya Kurdan yek ji dîasporayên herî aktîf û bi rêxistin ên Ewropayê ye lê di nav hev de cudahî hene. Ew ne tenê çand û zimanê Kurdî diparêze, lê di heman demê de di warê lobî, medya, huner û siyasetê de jî roleke mezin dilîze. Ev jî nîşan dide ku dîaspora dikare bibe hêzeke erênî ji bo pêşeroja netewekê. Gotinek ji Serj Tankian (Ermenî): “The majority of the Armenians who live in the diaspora didn’t voluntarily migrate… We have this feeling of being kicked out. That longing is different from other diasporas.” ( “Piraniya Ermeniyên ku li dîasporayê dijîn bi dilxwazî ​​​​koç nekirine… Em hest dikin ku em hatine derxistin. Ew hesret ji dîasporayên din cuda ye.”

Ev gotin ji bo gelek dîasporayên din, di nav de ya Kurdan jî, derbasdar e. Dîaspora êşê dide, lê di heman demê de hêz û hişyariyê jî dide.

Firat Bawerî 

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Mirina Zor

Mirin di heyata mirov de parçebûnek e. Dixwazî bila nêzikekî te bimire, dixwaze bila kesekî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *