Dîwarê Îlonê

Her dem bişirînek zerik li ser lêva min e û li demsala xwe digere, ji rastîya xwe direve.
Dizanim ez mirim şûnde ya şûna min bigire tenê bişirînek zerik e.

Pî û baskên dema min şikestine; ez benda mirinekê din im, ez benda têkçûnekê din im, ez
benda ketinekê din im. Baranek dibare, baranekê xemgîn, baranekê bi axîn, baranekê bi
kerbîn.

Bêhna gora min belav bûye li her derê. Dizanim kes nikare pêşiya mirinê xwe bigire, kes
nikare ecela xwe taloq bike. Xeberdan tim eynî ye: Tim sefer heye, ji welatekî nêzîk ber bi
welatekî dûr ve. Lê însanên min na nêzîkbûne dizanin na jî dûrbûne dizanin. Însanên min tim
xwe dixapînin. Çimkî xwexapandin hêsan e, bi rastîyê re rûbirû mayîn dijwar e. Nêzîkbûn
hêsan e, dûrbûn dijwar e.

Tu nikarî ji navde derkevî, dilê min. Xwe bêdeng bike û bimeşe dilê min. Xwe lal bike, xwe
kerr bike, xwe binixûmine. Wexta xwe bihûrîne dilê min. Heta ku emrê Xwedê hatiye, heta ku
emrê Xwedê bi cih bûye.

Ez tu caran ji keştiya îlonê daneketim ku dîyarîya evînê te yî xedar û qedexe bû.
Tim li Geverê me, demsal îlon e û ez di ber Dîwarê Payîzê de gorekê ji xwe re, ji evîna xwe re dikolim. Kes min nabîne, lê ez her kesî dibînim.

Kes evîna min î birîndar nizane, lê ez çîroka Nehîla wan dizanim, çîroka bi Nehîlê destpê
dikin û bêyî Nehîl dawî dibin. Kes newêre dilê min bigire, lê ez dilê wan digirim û di destên
xwe de diguvişim, diguvişim. Tenê çilkek xwîn, kulmek goşt diniqûte erdê.

Di hundirê xwe de dilerîzim, dicirîfim. Hîn neîf im, hîn hesas im, hîn zeîf im.
Diherim bajarên gir, welatên dûr. Yanzdeh mehan ji xwe direvim, meha îlonê têm Geverê û di
ber Dîwarê Payîzê de dirawestim û digîrim, hêsirên zer dibarînim. Nehîl bi hiznekê din
dimiçiqe, di kûrahiya dilê min de.

Bi îlonê re jîyan hemû derîyên xwe li ber mirine vedike, heta dawîye. Tiştekî jîyanê veşartî
yan jî nehênî namîne. Jîyana min lawaz dikeve, bêsitargeh dimîne, jar dibe. Jîyana min
bêsîvîng û bêperwaz dimîne.

Baranên îlonê min bêhtir şil dikin, min bêhtir diêşînin, min bêhtir dikeribînin.
Hesta tenêtîya min, min wêda diavêje, min bêhêz dike, min dûr dixe.

Ez xerîbek Xwedê, meqtulekî evînê û hezkirinekî Nehîlê. Çû..her tişt çû…
Dîwarê Payîzê hilweşiya. Hatin û hemû dîwarên Geverê min rûxandin,
hemû xatireyên min ên bêhempa binpêkirin. Ku min rêhevalên heqîqî li Geverê rengîn û bi
Nehîlê re nas kiribûn. Ji bo we, ji bona min îlon tim evînekê têkçûye, Gever rûxandina Dîwarê
Payîzê ye û Nehîl hêsirên mirina rêhevalên heqîqî ye.

Rondikên xwe bibarînin teyrên azad, bibarînin ku ma ruh bi Nehîlê re were, bi biharê
Newrozê re biherîke ava Nehîlê.

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply