1. Ew bi tevahî ji tiştên pûç dûr dikevin. (El-Mu’minun – 3) 2. Ew qet su-î zanê li ser yên din nakin. (El-Casiye – 24) 3. Ew qet derewan nakin. (El-Mu’minun – 8) 4. Ew li sirên yên din nakolin. (El-Hucurat, 12) 5. Ew bi navên nebaş gazî hev nakin. …
Read More »Çîrok | Rovî û Kew
Hebû ji Xwedê mestir qet kes tune bû. Hebû carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Divên rovîyek tizbîyek dixe stûyê xwe û divê: —Êdî tobe ez ne şamîkên kesî dixwim û ne jî tûtikên kesî dixwim. Û lê dixe diçe. Li ser rêya Hecê ye. …
Read More »Xwarina Keledoşê
Keledoş, xurekeka alîyê Serhedê ye. Zivistanan zehf tê çêkirin. Ev xureka hinekî zahmet e, lê tehma wê zahmetîya wê dide jibîrkirin. Ji bo kelodoşê amadekarî ji biharê ve dest pê dikin. Pincarên ku dikevin keledoşê, biharan li zozanan şîn dibin. Mirovên pincarzana, wan pincaran didin hev û wan dikin kezî …
Read More »Jiyana Rojane Bi Zanistê Çêtir Dibe
Di sala 2026an de, zanist herî zêde di jiyana me ya rojane de xwe nîşan dide. Çend tiştên pratîkî hene ku tu dikarî îro jî bikar bînî: Xew û Tenduristî: Lêkolînên nû nîşan didin ku xewê di navbera 7 û 8 saetan de bimîne, xetera demansê (Alzheimer) kêm dike. Zêdetirî …
Read More »Serkeftina mezin di dermankirina genetîkî de
Di sala 2026an de xelata Breakthrough Prize (wekî “Oscars”a zanistê) ji bo lêkolînerên ku mekanîzmaya guhertina hemoglobîna fetal bo hemoglobîna mezinan dîtine, hate dayîn. Ev vedîtin bû sedema dermankirinên nû yên bi genan ji bo nexweşiyên wekî anemiya orakê (sickle cell) û beta-thalassemia. Bi milyonan mirov dikarin ji van dermankirinên …
Read More »Paşdaçekên ”Da” Û ”Ra”yê Di 24 Xalan Da I Bahoz Baran
1️⃣ Çi ye mijara dengê paşdaçekan? Paşdaçek di nav bazinedaçekan da hêmana dawî ye. Paşdaçekên kurmancî, heşt in û di nivîsînê da bi du awayan tên bikaranîn. Di awayê yekê da dengdêra “a”yê li ser wan e, di awayê diduyan da jî dengdêra “e”yê li ser wan e: “bi…da/de, bi…ra/re, …
Read More »Helbest I Li Ser Axê Zulim Pirr Bû
Li ser axê zulim pirr bû Ji mêran re binax xweş bû Bi kerb û hêrsa neyaran Ji zordarî dinê teng bû Min ehd danî ji bo Xweda Li ser xwînê û li ser bela Li hember kufra xedaran Hezar canî dikim feda Eman Rebbî ev çi hale Bindestî koletî …
Read More »Ji Yehya Omerî Kitêbeke Nû: Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha
Yehya Omerî piştî 5 salan bi kitêbeke nû derket pêşberî xwendevanan. “Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha” ku kitêba wî ya sêyem a helbestan e, ji Pall Weşanê derçû. Di kitêbê de 42 helbest cih digirin. Yehya Omerî yê ku xelatgirê Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ye, bi dîwana xwe …
Read More »Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 Pirtûkên Nû Derketin
Derheqê Pirtûka ‘Şeva Giran’ de : Ji xwezaya çîrok û vegotinên di vê pirtûkê de mirov rastî wêneyên cûda tê, ku ew ji çarenûsa mirovên takekesî heya civakan û welatan pêktên. Di nav xwe de dem û mekanên cihê dihewînin. Ji dem û mekanên rabirdûyê bûyeran radigihînin, ji demên ji …
Read More »Helbest I Kemana Dil
ey kemana dilê melûl bi awaza têlên te yên zîz çiya û zozan bi gulên serkeftinê dixemilin miriyên goristanan di xewa aramiyê de vedihesin pêlên çeman bi xumexum zelal diherikin heyv di şadiya xwe de dibiriqe îskeîska giriyê zarokên bêxwedî aşt dibe bi awaza têlên te yên zîz keç û …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…