Hebû ji Xwedê mestir qet kes tune bû. Hebû carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Divên rovîyek tizbîyek dixe stûyê xwe û divê:
—Êdî tobe ez ne şamîkên kesî dixwim û ne jî tûtikên kesî dixwim.
Û lê dixe diçe. Li ser rêya Hecê ye. Bala xwe didê li ser zinarekî kewek dixweyne. Rovî divê:
—Kewê!
[Kew] divê:
—Ha!
[Rovî] divê:
—Êra dengê te çiqas xweş e!
[Kew] divê:
—Rovî tu bi ku va diçî?
[Rovî] divê:
—Ez diçime Hecê. Erê welah ez diçime Hecê çika were ez wan çavên te yên reşbelek paçî³⁴ bikim û em hevdû helal bikin.
[Kew] divê:
—Welah ez nayêm! Ez werim tu yê min bixwî.
[Rovî] divê:
—Malmîrat tu nabînî tizbî di stûyê min da ye û ez diçime Hecê. Ez ê çawa te bixwim?
[Kew] dîsa divê:
—Wela ez newêrim.
Welhasil kew tê tê. Rovî wê dixapîne. Kew çawa tê ba rovî hema rovî devê xwe davêjê. Kew divê:
—Tu yê çawa bikî?
[Rovî] divê:
—Wela ez ê te bixwim. Ez birçî me. Ez diçime Hecê jî lê ez birçî me welah ez ê te bixwim.
[Kew] divê:
—Birakê rovî jixwe tu yê min bixwî. Çika eslê xwe ji min ra bêje. Ka eslê te çi ye û tu min dixwî bixwo.
Û rovî jî keke³⁵ bûye. Rovî divê:
—Eslê min he-he-he-vêdî ye.³⁶
Devê rovî vedibe û kew direve. Kew direve û diçe. Welhasilê kelam rovî dikeve rê diçe û diçe rastî kewkî din tê. Kew divê:
—Birakê rovî oxir be. Bi ku da?
[Rovî] divê:
—Welah ez diçime Hecê.
Rovî ji wê kewê ra jî divê:
—Ka were ez wan çavên te yên reşbelek paçî bikim û em hevdû helal bikin.
[Kew] divê:
—Wela ez werim tu bêtîbar î, tu yê min bixwî.
[Rovî] divê:
—Heyra bi soz ez te naxwim. Va ez diçime Hecê. Tizbîya min ava di stûyê min da ye.
Welhasil ew kew jî tê. Rovî devê xwe davêjê û wê jî digire. Kew divê:
—Birakê rovî jixwe tu yê min bixwî. Lê ka eslê xwe ji min ra bêje. Ka eslê te çi ye û tu dikarî min bixwî.
Vêca rovî newêre devê xwe veke û divê:
—Eslê min kirrrrrrriissî ye.³⁷
Û kewê dixwo.
34: Paçî kirin: Ramûsan, maçî kirin.
35: Keke: Lalome. Fafik.
36: Hevêdî: Kesê ku ji Hevêdê ye. Hevêdî navê eşîrekê ye.
37: Qest jê kara (lêkera) kirisandinê ye.
Berhevkar û Nivîsandin: Alan Ezîzan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…