Keledoş, xurekeka alîyê Serhedê ye. Zivistanan zehf tê çêkirin. Ev xureka hinekî zahmet e, lê tehma wê zahmetîya wê dide jibîrkirin.
Ji bo kelodoşê amadekarî ji biharê ve dest pê dikin. Pincarên ku dikevin keledoşê, biharan li zozanan şîn dibin. Mirovên pincarzana, wan pincaran didin hev û wan dikin kezî û li ber tavê radixîn, ji bo ku ziwa bibin. Pincarên keledoşê cur bi cur in; li gor kes û malan pincarên keledoşê diguherin. Pincarên keledoşê; spîdank, elegez, hilkişok, karîberk in. Em keledoşa xwe bi elegezê çê dikin. Ji bilî pincaran, keşk jî ji biharê ve tê amadekirin. Keşka keledoşê, wekî gulokek serî tûjik tê amadekirin. Keşk, li ber sîya darekê tê danîn, heta ku hişk dibe.
Mirov keledoşê bixwe, heta du danan jî têr dimîne û geza germîyê¹ dide bedena mirovan, ji ber wê zivistanan zehf tê xwarin. Li bal me gotina “Keledoş, nanê loş.” navdar e; keledoş bi vê gotinê xweştir dibe.
___________________________
¹ geza germîyê: tîna germîyê.
🫕 TIŞTÊN DIKEVIN KELEDOŞÊ Û QEYSA WAN (ji bo 6 kesan)
🔸 Keşk: pênc gulokên bi qasî kefa destekî.
🔸 Nîskên reş: îskana çayê
🔸 Kartol: çar heb.
🔸Goştê sor yê bihestî: 500 gr.
🔸 Pincara keledoşê, elegez: îskana avê (mezin)
🔸 Ar: kevçîyekî xwarinê
🔸 Ava kelandî: çar îskanên avê
🔸 Ava golî:² heft îskanên avê, ji bo keşk bê bişoftin.
______________________
Ava golî:² ava tînçikandî, şîrgermî; ne sar ne jî germ.
🥣 JI BO RÛNÊ KELEDOŞÊ
🔸 Rûn: îskanek û nîv. (ya avê)
🔸Pîvaz: serîyek ne mezin ne jî biçûk.
🔸 Salçe: kevçîyekî xwarinê
🧑🏻🍳 ÇÊKIRINA KELEDOŞÊ
Keşkê tê xin nava ava golî, divê heta bîst deqîqeyî di nava avê da bimîne, pişt ra heta ku keşk tîr bibe, bişivînin.³ (Demên berê keşk bi sihûnê⁴ dihat şivandin. Heft îskanên mezin ava golî û kevçîyek ard dixistin nava kûpê pênc kîlo û heta ku tîr bibûna li hev dixistin. Bi tîrbûnê ra şeş bardax ava keşka şivandî jê derdiket.) Goştî bikelînin. Pincara keledoşê, elegezê, deynin ser agirî heta ku bikele; wê pincara ku ji biharê da bûye kezî, bi meqesê hinekî jê kin û di nava avê bikelînin. Elegez divê ne zêde bikele û ne jî zêde çir⁵ be. Piştî ku pincar kelîya, pincarê biguvêşin û bi du avên zelal bişon, ji bo ku zerîya wê jê here. Nîskan jî bikelînin û wexta kelîyan wan biparzînin. Kartolan avsîrkî⁶ hûr bikin. Kartolên hûrkirî; elegez, nîsk û goştê kelandî bi hev ra bixine quşxanekê, çar bardax ava kelîyayî ber bidin serê û quşxaneya xwe deynin ser agirî. Piştî ku kartolên navê kelîyan, ava keşka bişoftî berdine navê heta bilqên kelê pê bikevin li nava hev bixin, ku hûn li nava hev nexin dê binî bigire. Piştî bilqên kelê lê ketin, bila deh deqîqeyên din li ser agirî bikele; pişt ra ji ser agirî hildin. Kelodoş, piştî ku kelîya û tîr nebûbe, kevçîyekî ar û nîv îskanek avê tê xin kasikekê û li hev bixin; pişt ra wê tê xin nava keledoşê û baş li hev bixin heta ku keledoş tîr bibe.
🧑🏻🍳ÇÊKIRINA RÛNÊ KELEDOŞÊ
Pîvazên xwe avsîrkî hûr bikin û di nava rûnî da biqelînin, paşê avabacanan bera serê bidin û wê jî tê da biqelînin û bera ser keledoşa xwe bidin. Li gor xwesteka kesan kirkirkê⁷ qelandî tê hûr kirin û wê jî bera ser keledoşê didin.
³ şivandin: keşka ku bi sihûnê yan jî di kûpikan da tê hûrkirin yan jî sehandin.
⁴ sihûn: kasikeka devfireh e û kûr e; ji herîyê tê çêkirin.
⁵ çir: berkel, başnekelîyayî.
⁶ avsîrkî: kartol û pîvazên çargoşe hûrkirî yên wekî tirşikê. Lê divê ne zêde biçûk ne jî zêde mezin bin. Li herêmê ji tirşikê ra “avsîrk” tê gotin.
⁷ kirkirk: ([‘k’ya wê nerm û kin tê xwendin] gîyayek ku li çolê şîn tê, serîyê wî wekî yê genimî ye, dema tê pişirandin libên wê dertên. Libên wê wekî kuncî û reşreşkê ye. Tê kelandin û qelandin, bi danûyan ra jî tê xwarin.
Amadekar: Xezal
Zarbêj: Narê Can
Perwerde: Xwende
Temen: 32
Herêm: Pertax/Erdîş/Wan
Dîroka berhevkirinê: 27.03.2024
Çavkanî: folklorakurdi.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…