Alî Kut: Nivîskarên Kurd di sirgûnê de berhem afirandin

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd yê Swêdê Alî Kut, di derbarê xebatên komelê, rewşa nivîskarên kurd yên li Swêdê, nêzikbûna dewleta Swêdê ya li hemberî nivîskarên Kurd û gelek mijarên din yên di derbarê rewşa nivîskaran de ji BasNewsê re axivî.

 Armanca damezrandina komelê çi ye?

Ji bo danasîna ziman û edebiyata kurdî û berhemên endamên komeleyê xebatê dike. Ji bo zimanê kurdî bibe qada têgihîştin, dan û stendinê û herweha baweriyên cîhê, kar dike. Bi rêxistin û dezgeyên sivîl yên azad û hevarmanc, yên kurdî û biyanî re pêwendiyan datîne. Li hember rejîmên nîjadperest û dagirker û tawanên wan yên li dijî gelê kurd, bi hemû awayên nivisînê dixebite û hewl dide ku doza gelê kurd bi raya giştî ya cîhanê bide nasîn. Li dijî sansurê, ji bo bîr û raya serbest, azadiya nivisîn, belavkirin û danasîna berhemên nivîskarên kurd yên di warên cuda de xebatê dike. Ji bo azadkirina wan nivîskaran dixebite ku ji ber bîr û raya xwe ji karê xwe bûne, ji mafên civakî bêpar mane, tûşî girtin û êşkenceyê dibin, an jî ji azadiya xwe bêpar dimînin. Herweha li hember wan kes û aliyan kar dike ku bi tawanên welê radibin. Ji bo bîranîn û rêzlêgirtina nivîskar û şaîrên kurd dixebite ku bi bîr û berhemên xwe ji gelê kurd re xizmet kirine.

Ji bo pêkanîna van armancan, komeleyê, bi babetên cuda, konferans, semîner, danasîn, daxuyanî, civîn û pêywendiyên fermî, kirine. Evan weke xebatên sereke ên komeleyê di malperê de jî arşîvkirî ne. Zêdetirî vê jî danûsitandin li gel dezgehên kurdî (weke mînak, Kitêbxaneya Kurdî, Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê) daniye û bejdarî li karên hevbeş kiriye.

Ji bo pêşerojê çi plan û bernameyên komelê hene?

Kar û xebata me wê her bi vî şêweyî dewam bike. Me hêj programeke taybet çê nekiriye. Di kongreyê de hin pêşniyarên endaman hebûn, weke ku em divê hewl bidin da endamên me zêdetir bibin. Ji ber ku axilbeyî nivîskarên kurd ne endamên komeleyê ne. Her weha em dê hewl bidin hin civînan wekî şevbuhêrkan ji bo endamên xwe, hin kurdên wêjehez û kurdperwer, li dar bixin.

Rewşa nivîskarên Kurd yên li Swêdê çawa ye? Dewleta Swêdê piştgiriyê dide nivîskarên Kurd, eger dide bi çi awayê dide? Tu astengî li ber nivîskarên Kurd hene?

Çi rewşa nivîskarên kurd ên li Swêdê ne, ji cihên din ên sirgunê baştir nîn e. Di heqîqetê de sirgun erdeke tehtbeş e tiştek lê şîn nayê! Lê em kurd aferînêr in û dikarin li ser hîvê jî bihêlin baxçeyekî fena ê Îrêm hêşîn bibe. Ji ber vê tirk aciz dibin, ku ewçend sal û emek dan û dîsa jî nikarîbûn me bi temamî asîmîle bikin. Bêşik demeke zêrîn ya nivîskariya kurd li Swêdê jî hebû. Salên bi dû cûnta 12 Îlonê de gelek nivîskar li vir kom bûn û berhemên hêja hatin afirandin. Ji ber vê ye ku ev periyoda weke ekola Swêd bi nav dibe. Ya rastî, ez ji tiştên welê bawer nakim. Nivîskarî, fena dostekî ku bi lêv kiribû, ”Daneke Xwedayî ye ” û her kes ji bin vî barî ranabe. Her kes dikare binivisîne bêguman, lê ji bo meriv bibe nivîskar xwêner divên. Nivîskar bi nivisa xwe xwêneran diafirîne û xwêner jî bi teqdîr û întresa xwe nivîskar… Di çarçoveyeke dîrokî de ev prosesa dimeşe û dikemile. Ji ber vê em dê vê yekê ji dîrokê re bihêlin.

Di salên pêşin de, bêguman pere jî di vî karî de hebû. Em civatek zêde siyasî ne, lewma, dema em behsa peran dikin, gelek kes dibêjin “aha we dît felankes û bêvankes ji bo peran bû nivîskar!” Lê di civakên bêtir pêşketî de ev ne eyb e. Berovajî wê sedemeke ji bo debarê ye. Nivîskarên van civakan xwedî pere ne. Carna, dema li gel swêdiyekî qise dikim û fêr dibe ku ez ne tenê şofêrê texsiyê me, di heman wextê de nivîskar im jî, lêvên xwe diqurmiçînin û tu qîmetê di nivîskariya min ya ku ez pê nikarim debara xwe bikim, de nadin.

Dewlet tu mûçe nade nivîskaran êdî, lê bûrs hene û ev ji bo swêdî û xerîban jî derbas dibin. Her kes, bi fermî divê miraciet bike û daxwaznameyekê bi berhem an xebata xwe re bişîne daîra kulturê, ew jî lê dinerin û şêwirmendên wan bi hemî zimanên eqiliyetan hene, paşê biryar didin ku ê bursê ji bo salekê, du salan an pênc salan bidin an ne. Miqtarê wê jî tê guhertin. Ez van hûrguliyan teva nizanim bi rastî. Astengiya hemû nivîskarên ku nas dikim ev e: gazincan ji weşangeriya kurdî dikin û dibên ku berhemên wan nayên çapkirin. Çi weşangêr in, ew jî dibêjin, xwêner tune ne, berhem nayên firotin, kesek pênc qirûşa di wan de nade! Miheqeq yek ji wan derewan dike! Lê ez dibêm herdu alî jî rast dibêjin.

Demeke zêrîn ya xwênerên kurdî jî hebû, wexta ku nivisa kurdî kêm bû, fena qara-borsayê bû. Lê nuha, li her koşeyê kitêpxanak heye, Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî dewleta rom bi xwe çap dike.. Bêguman rola nivîskariya kurd îro ji doh gelekî bêtir pêwist e. Em divê nifşekî bi çîroka kurdî perwerde bikin. Hemû civakên modern, çandên bi hêz, li ser koka çîroka xwe mezin bûne û berhemên gerdûnî afirandine. Kurd divê çîroka xwe bi hezar û yek şêweyî bikaribin bibêjin û zarokên xwe fêr bikin. Eger em dev ji çîroka xwe berdin ev tê wê manê, ku em dev ji xwe bi temamî berdidin û wê demê rom bi ser dikeve. Ji ber vê yekê ye ku em dixwazin dezgehên weke vê komelê di nav civaka kurd de hebin, xurt bibin, lewra, ew nîşaneyên zîndîbûna me û dan û sitandina me ya li gel dinya mayî ne.

Her kesekî nivîskar dikare bibe endamê komelê, şert û mercê komelê çine?

Her kurdê/kurda ku kitêbek nivîsandibe yan jî wergerandibe, xwedî mafê endametiyê ye. Biryara endambûyinê komîteya kargêr dide. Piştî biryara wergirtin yan wernegirtinê, komîteya kargêr vê encamê bi nivîskî bi wî/wê kesî dide zanîn. Daxwaza endambûyînê, divê bi rêya dagirtina daxwaznameya endametiyê be. Daxwaznameya endametiyê ji aliyê komîteya kargêr ve tê amade kirin. Piştî biryara wernegirtina nivîskarekî/nivîskarekê, ew nivîskar dikare daxwaza xwe bîne kongreyê. Biryara dawîn kongre dide.

Şert û mercên ji endametiyê ketin û der xistin jî hene helbet. Ew jî ev in; Eger endam di rêya bicîanîna karûbarê komeleyê de bibe asteng, nav û kesayetiya komeleyê lekedar bike, yan jî li dijî destûra komeleyê bixebite, komîteya kargêr dikare jê loman bike yan jî karên wî/wê yên endametiyê bide sekinandin. Selahiyeta ji endametiyê derxistina endamekî/endamekê, tenê di destê kongreyê de ye û bi rêya dengdanê ye. Endamê/endama ku bêsebeb heqê endametiya xwe ya salane nede, ji endametiyê dikeve. Komîteya kargêr di mercên pêwîst de dikare endamekî/endameke xwe ji dayina heqê endametiyê efû bike.

Sevda Kaplan – Basnews

Derbar Çand Name

Check Also

Şeşderba Îronîyê

Berhema Ahmed Muxtar Caf a navdar Meseleya Wijdanê tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn …

Leave a Reply