Peyva Kurdmanc, Mezra Botan, Nûh Pêxember û Cûdî..

Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref de bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe re dît. Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet e’lell Cûdî), anko keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye..Jixwe dibêjin ku peyva Mezopotamya ji heyamê Yûnan û Romanan de ji Mezra Botan hatiye girtin..!

Hem jî di nav Kurdan de belve û dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li çiyayê Şingalê ketiye û konek têde hatiye vekirin. Marê reş xwe kiriye gulofîtek û ew kon girtiye.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe, şaxek ji dara zeytûnan, wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re aniye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê!.

Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku dinya di wê hingê de ji nû ve hatiye ava kirin… Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, ji xwe re di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine.. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye avakirin û jêre gotine Şarê Nûh anko bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, anko (Kurd Man li Cî). baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan ji ereban re ye.. hûn çi dibêjin?!

 Konê Reş, Qamişlo

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply