Dîrok: 30.01.2026
Gelî Musulmana!
Carkî Cenabê Pêxember çû seredana xortekî nexweş ê li ber mirinê bû, jê pirsî: “Tu çawa yi?” Xortî got: “Ey Qasidê Xweda! Li hîviya rehmeta Xweda me, lê ji ber gunehê xwe jî bitirs im.” Li ser vê bersivê Cenabê Pêxember ewha ferma: “Wekî ku dilê bendekî da hîvî û tirs digel hev bin, Xwedê ewê hîviya wî bidiyê û ji tirsê jî dê wî ewle bike.”
Gelî Musulmana!
İnsan e, ji bîr dike, xwe şaş dike, xetan dike, carna fermanên Xweda piştgoh dike, carna jî goh nade heqê bendeyan û heqê ‘ûmûma xelkê û xwe dixe gunehan da; belam van mijarana gelek girîng in; merû, gotî gunehê xwe piçûk nebîne, bi heramiyan pesnê xwe nede, li ser tiştên şaş rijd nebe. Xweda yê jorîn ewha salixê teqwadaran dide: “Ew (ên teqwadar kesên wisan in) gava tiştkî nebaş bikin yan xirawîkî bi nefsa xwe ra bikin Xweda tê bîra wan, dest da daxwaziya bexişandina gunehê xwe dikin. Ji xwe ji bilî Xwedê kî heye yê gunehan bibexşîne?! Ew, bi zanetî li ser kirinên xwe rijd nabin.”
Gelî Musulmana!
Dem û wext dikişe diçe. Sermiyanê temenê me diqede. Her roja ku dibuhure, gavkî din nêzîngî jiyana axîretê dibin. Hay jê hebin! Durist e aqubeta vê jiyana me ya kina-kurt, bibe bextyarîkî mayinde yan ziyaneka hertimî. Kara me ya herî bikar ew e; ‘emelên Xwedê pê qaîl dibe bicîhbînin, exlaqê Cenabê Pêxember ji xwe ra bigerînin exlaq, qenciyan ji xwe ra bigerînin distûr, ji nebaşiyan dûrkevin. Ziyana me ya herî mezin jî ew e; em bikevin nav xewrojkan da û xwe û xwe ra bêjin: ‘Çer hebe Xwedê ‘efûw dike’, ‘wexta wê hat emê tobe bikin’ û bikevin reşika gunehan da û vekirina deriyê tobê piştgoh bikin. Cenabê Pêxember di gotinkî xwe da difermê: “Her merûkî xetan dike; çêtirê xetakaran ew in ji şaşitiyên xwe tobe dikin.”
Gelî Musulmana!
Şeva Sêşemiya bê, bi xêr û xweşî emê bigîhîjin wê şeva Beraetê ya ku mizgîniya Remezanê ye. Wê şeva pîroz, bona destpêkeka nûya jiyana xwe ji xwe ra firsend bizanin; xetayên xwe ber çavan ra derbaskin, ji gunehên xwe tobedar bin; hindî heramiyên ku rih û giyanê me bêaram dikin, malbatên me bextreş dikin, bazirganî û karê me bêbereket dikin jê dûrkevin. Dema me xwe dest xwe da berda û em ketin nav reşika gunehan da tavilê xwe biavêjin bextê rehmeta Xweda. Ji bîr mekin guneh mînanî deqkî reş e li dil bikeve. Ew deqa reş a piçûk tê hesabkirin, eger wer bikudîne ewê mezinbe û dil reş bike. Gava dil reş bû êdî hiş, tênagîhîjê; çav, heqiyê nabîne; goh, rastiyê nabîhîze û dil rastiyê nabêje.
Ji niha da şeva Beraetê li me hemiyan pîrozbe. Dixwazim xutba xwe bi vê mizgîniya Heq Te’ala bi dawî bînim ku difermê: “Bêje (wan): Ey bendeyê min ên bi gunehan va ji heddê xwe derdikevin! Ji rehmeta min bêhîvî mebin; bêguman Xwedê gunehan ‘efû dike; çikû her ew e bexşende yê rehimdar.”

1.İbn Mâce, Zühd, 31.
2.Âl-i İmrân, 3/135.
3.İbn Mâce, Zühd, 30.
4.Zümer, 39/53.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…