Ez mûzexane me, kes ji bilî min nizane li kû derê ye
Ez bi tenê serdana wê dikim.
…
Berhevoka yekemîn ya helbestên min ji salan de di berîka min de ye
Tiştî jê naxwînim û nikarim bihêlim ku kes jî bibîne.
Xurxura xwe baş di xew da guhdar dikim.
…
Her roj li pişta seyê xwe siwar dibim da şîr û hêkan ji xwe re û masiyekî mirî ji wî re bikirim
Ez tengijîbûnna hin cîranan di rûyê wan de dibînim
Lê tiştî nabêjin.
…
Îsa bi piskilêta xwe berî piçekê di pêşiya mala min re borî
Destê xwe bo min û yên din li ba kir, lê kesî bersiva wî neda.
…
Çûm morga bajêr, min dît karmend li wir mest dibin
Û birînpêçke xweşik li pêşiya wan semayê dike, min mirî li ser gelek maseyan dîtin, bibêzarî li bendê ne ku hinek kelaştina wan bikin.
…
Di katijmêra destê min da an ya di odeya min da daliqandî ti çax nîne
Tenê qebareyeka mezin ji demê heye.
…
Her şev di xew da dimeşim, diçim aşxaneyê da avê vexwim
Min îşev bala xwe dayê, piştî çend kêliyan ku min mey vexwarî.
…
Ji mal dertêm ber bi gulistanê ve diçim, da ku guhdarî sarût û koçberan bikim,
Piştî katijmêrekî vedigerim odeya xwe hay dibim ku min kilîta derî li mal ji bîr kirî.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Nivîs ya Helbestvanê Îraqî Selah Faiq e.
Wergerandin ji erebî Majêd a Mihemed.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…