Helbest | Bese Êdî

Bese, êdî dil tije bu ji kerbê
Ronî nema di çava de ji hêrsê
Zelal dibe mirin êdî ji şermê
Tekoşîndarê Allah in ji mirnê

Şewqa sibê tîr davêji ji berqê
Rewşa gelêm bi endîşe ji sebrê
Berxwe danin her car hema bi cengê
Hêvîdarê Allah in ew ji mirinê

Pirr car ketin bindestîyê ji zûlmê
Tarumar bune malê wan ji derbê
Hêjar migo tu gûh nedi vê rewşê
Medetkarê Allah bin em ji kesrê

Doza me yî İslam hema her wextê
Feda bikin can u malê ji qedrê
Dema fîtne îsabet kir bi zexmê
Recakarê Allah bin em ji qelbê

Tû car, eman! ji bîrnekin vê tadê
Amade bin ji bo şerê vê dozê
Roja ku hun derketin vê erasê
Serî bidin li ser ehda mirinê

✒️ Mamoste Seyîdxan

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Rojekî Dilê Xemgîn

Min bihîstiye dilê te da evînek şîn daye, wek darê agirê sobê da dişewite, girç …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *