
Gelî Musulmana!
Yek ji hîkmet û razê afirandina însan, avakirina rûyê zemîn e. Merû; çi qandî dîn rast hînbibe ew hinde dikare jiyanek bi hîkmet ji xwe ra daîne. Lê dema ji wê zanînê dûrket, li pey kêf û hewesa xwe, li dû cehaletê û xurafan bazda, avakirin şûna xwe ji xirawkirinê ra, çêkirin şûna xwe ji wêrankirinê ra dihêle.
Gelî Musulmana!
Dîn ê ‘ezîzê İslamê, tundrewiyê red dike. Cenabê Pêxember di hedîskî xwe da difermê: “Gelî İnsana! Nebî nebî hûn di dîn da tundrew bin; çikû tişta ummetê beriya we birin helakê tundrewî bû.”(1) İslam, dixwaze musulman ji xwe ra rêka navîn bigrin û jiyanek hevseng/mû’tedîl bijîn. Heq Te’ala di Qur’an a pîroz da difermê: “Me hûn gerandin ummetkî weset/dûrî zêdegaviyê bona hûn bibin şahidê însanan û pêxember jî bibe şahidê we.” (2) Digel wê hindê jî çawa berê hin kes hebûn nirxên dîn ê ‘ezîz ê İslamê ji bona berjewendiyê xwe bikardianîn îro jî yê wer hene. Armanca wan kesan ew e; di bin navê İslamê da nav musulmanan da fitnê tevrakin, fesadiyê bikin, musulmanan berî hev din.
Gelî Musulmana!
Ewê dîn bona berjewendiyê/menfe’eta xwe bikartînin, bes xwe wek nûnerê dîn nîşan didin. İslamê di nav ramanê xwe da vedigrin. Bona xurtkirina wan ramanê/fikrê xwe yên şaş Qur’an û sûnnet a pêxemberî ji me’neyê wan diqetînin, bi angorî kêfa xwe me’ne dikin. Bona ku wan gale-galê xwe yên cudaker û kavilker bidin qebûlkirinê bi bêpêrwatî hedîsên pêxemberî ji dewrê da dixînin. Têgehên wek şîrk û kufr û cîhadê digerînin amûrê kuştina musulmanan. Qur’an a pîroz wan kesên xwe wek îslahger û fîdaiyê doza tewhîdê didin venasînê rûyê wan ên ‘ekrût ewha dertîne honê: “Gava ji wan ra têgotinê ‘rûyê zemîn da xirawiyê nekin’ dibêjin ‘Em bes îslahger in’. Hay jê hebin! Ew bes karxiraw in, lê hay jê nînin.” (3)
Gelî Musulmana!
Xwedanê dîn Xwedayê jorîn e. Kesê İslam herî baş jiyaye Cenabê Pêxember e. Bi heddê tu kesî neketiye ku xwe têxe dewsa Xweda û Qasidê wî da û şûna wan da hukim bide û wê mîrasa dînî û dîrokiya ku ji bav-kalê me da ji me ra maye tune hîsabke. Bi heddê tu kesî neketiye xwe bi tenê nûnerê dîn bibîne û îddî’a bike biweku rastî ya mutleq bes ya wan e; kesên musulman bi îsnada şîrk û kufrê va ji dîn derxîne û qesda can û mal û namûsa wan bike.
Gelî Musulmana!
Mixabin, îro, civakê musulman, bi hişmendîkî wisa ra rû bi rû ne ku İslamê ji xwe tenê ra dibînin û yê ji wan nînin jî ji dervayê İslamê dizanin. Ev komana li ser mecrayê dîjîtal têdikoşînin bona hişê ciwanan tevlîhev bikin û navê dînê İslamê ku dînê aşitiyê ye bi tundrewiyê va beramberî hev bînin. Ev yeka êdî geriyaye bûye pirsgirêkek cîhanî. Van desteyê hanê ku yekrêziya me dixin metirsiyê da, gotî li hemberî wan hay ji xwe hebin. Bona zar û zêçê me, ciwanên me dînê xwe bi awakî rast li cem seydayên me hîn bibin gohê me li ser wan bin; li Qur’an a Pîroz û li sûnneta Cenabê Pêxember û ew kevneşopiya xwe ya İslamî ya ku ji şaristaniya me da tê lê miqatebin.
Vê yekê jî ji bîr mekin ku ewê herî zêde ziyana wan li İslamê û li musulmanan bûye; ew in ku dînê me, nirxên me û têgehê me bona berjewendiyê/menfe’eta xwe bikaranîne.
![]()
1.İbn Mace, Menasîk, 63.
2.Beqere, 2/143.
3.Beqere, 2/11,12.
Seyda Mela Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…