Mirovek rojekî ser zindarekî rûniştibye, bala xwe dide ku çivîkek difire, tê dikeve nav kefa destê wî. Camêr çivîkê digire, kêfa wî tê, bi xwe xwe re dibêje: “Welle, ez vê çivîkê serjê bikim, goştê wî bixwim.” Bala xwe dide, çivîk hate ziman, jê re got: “Filankesî, te emrê Xwedê wiha qas goştê pez, berxê, dêwar û hêlî xwarîye. Ka tû pê bûyî çi? Cînêmin çîye ku tu goştêmîn bixwî? Zaten bixwe jî jê têr naxwî. Ya herî baş ez sê şîretan te bikim, tu jî min berde, ez jî jiyana xwe berdewam bikim.”
Ev camêr hinekî difikire, bi xwe xwe re dibêje: “Ku rast e, ka min heya niha wiha qas goşt xwar, min ne gihande tu derî? Ya herî baş ez gotina çivîkê bikim, dibe ku ev şîret roj bi roj li min lazim be.” Vedigere çivîkê re dibêje: “Bila be, tu şîretan min bike, ez te berdim.” Ser vê gotinê, çivîk dîsa tê ziman, jê re dibêje: “Filankesî, ya yekem: tiştek ket destê te, bernede. Ya duyemîn: îca te berda, paşê pey nekeve. Ya sêyemîn jî: kî çi bibêje, lê bawer neke.”
Camêr lê vedigere çivîkê re dibêje: “Hema şîreta te ev bûn?” Çivîk dibêje: “Belê, şîreta min ji te re ev bûn. De wextê berê, soza mêran, berê soz bûye, ne darê guzbûye.” Camêr ser soza xwe disekine, çivîkê berdide. Gava camêr çivîkê berdide, çivîk kefa destê wî derdikeve, per û baskê xwe hev dide, difire, diçê pêş wî mirovî, ser kevirekî dadîne. Dizivire wî camêrî re dibêje: “Eger ku te ez bernedama û te ez serjê kirima, hindirê min de sed û pêncî gram elmas hebû, tu yê bibûya xwedanê wî elmasî. Têra te, têra zarokên te, heta têra neviyên te jî bikira, tu yê pir dewlemend bûyayî.”
Gava camêr van gotinên çivîkê dibihîze, aqil serî diçe, pir poşman dibe. Wê kelecanê diçe, çivîkê bigire. Çivîk bala xwe dide camêr, wî bigire, ser wî kevirî difire, diçe ser zindarekî din daydîne, vedigere wî mirovî re dibêje: “Bira, ne gava din min şîret li te kir. Min ji te re ne got: ‘Gava tiştek ket destê de, bernede’? Ez ketim destê te, te min berneda. Ya duyemîn, min ji te re ne got: ‘Gava tiştek destê te derket, êdî pey nekeve’? Daha tu nikarî min bigirî, ber ku ez destê te derketime. Ya sêyemîn jî, min te re ne got ku her gotina bawer neke? Bavo, ka cinêmin çi ye ku sed û pêncî gram hindirê minde elmas hebe? Bi xwe ez sed û pêncî gram giranîya min tunîne!”
Çîrokê Gelêrî | M.Emin CAN
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…
Dest û dilê te sax be. Çîrokeke pir xweş e, min berê jî xwandibû lê dîsa jî hestên pir xweş di min de hişyar kirin.