AŞ: ME REHET BIHÊLE. (“BIZI RAHAT BIRAK” TIRKI)
RAST: Deka dev ji me berde lo! / Te em gêj kirin. / Te serê me bir!
RAVE: Wergera “Bizi rahat birak”a tirkî ye. Di kurdî dikare holê were gotin: “Deka dev ji me berde lo!”, “Te em gêj kirin”, “Te serê me bir!”
ŞAŞ: TÊ NAH BIKÎ. (“NAH YAPARSIN!”A TIRKÎ)
RAST: Wele te nekir û ne medît. / Te nekir û tu kesî nedît. / De ka bike û em te bibînin lo!
RAVE: Ji “Nah yaparsın!”a tirkî têt. Peyva “nah”ê di tirkîya berê da tê maneya “na”yê, ango rengê neyînîyê dide wê komeka ku ew têkeve tê de. Nah, argo ye. Bikaranîna wê ya di kurdî da gelik şaş e. Li dewsa wê da dikare holê were gotin: “Wele te nekir û ne medît”, “Te nekir û tu kesî nedît”, “De ka bike û em te bibînin lo!”
ŞAŞ: NAMÛSA XWE XILAS KE. (“NAMUSUNU KURTAR”A TIRKÎ)
RAST: Namûsa xwe paqij ke!
RAVE: Ji “Namusunu kurtar.”a tirkî têt, lê di kurdî “namûsa xwe paqij ke!” tê gotin.
ŞAŞ: QEEET!! (“HÎÎÎÇ”A TIRKÎ)
RAVE: Ji “hîîîç”a tirkî hatîye hizirkirin û bikaranîn. Di kurdî da gotineka bi vî hawî tune ye. Ji ber ku nayê bîra min ev gotin di hemberî kîjan gotinê da hatîye bikaranîn ez nikarim derheqê kurdîya di hemberî wê da şîroveyekê bikim.
ŞAŞ: MAŞALLAHA TE HEYE. (“MAŞALLAHIN VAR”A TIRKÎ)
RAST: Çavê hesûd û bexîlan biteqe! / Ewreng!
RAVE: Ji “maşallahın var”a tirkî hatîye wergerandin û maneya wê jî ew e ku yek ji yê di pêşberî xwe da bibêje ku her tiştên wî temam e, tu kêmasîyên wî tune ye. Bes bikaranîna wê ya bi kurdî şaş e. Lewra di kurdî da di rewşeka holê da bes holê tê gotin: “Maşallah!” yan jî “Çavê hesûd û bexîlan biteqe!”, “Ewreng!”
ŞAŞ: DINYA HEYE! (“OH BE DINYA VARMIŞ!” A TIRKÎ)
RAST: Eeeh! Xwedê em xilas kirin!
RAVE: Ji gotina tirkî ya “Oh be dinya varmış!”ê hatîye wergerandin. Bi giştî ev gotin dema yek ji rewşeka xirab rizgar dibe û dikeve rewşeka xweş da tê gotin. Lêbelê gotineka holê jî di kurdî da tune ye. Di kurdî da holê tê gotin: “Eeeh! Xwedê em xilas kirin!”
ŞAŞ: ZIKÊ XWE TÊR BIKIN. (“KARNINIZI DOYURUN”A TIRKÎ)
RAST: Zikê xwe têr nakin. / xwe têr dikin.
RAVE: Ji “Karnınızı doyurun”a tirkî têt, lê şaş e; lewra di kurdî da xelk “zikê xwe têr nakin”, “xwe têr dikin.”
ŞAŞ: EZ DIXWIM KURO. (“YER MÎYIM LAN!”A TIRKÎ.)
RAST: Qey ez yê xapandinê me lawo! / Heta tu çûyî hîleyê ez ji wê ve hatim.
RAVE: Ji “yer mîyim lan!”a tirkî hatîye hizirkirin. Lêbelê wergerandina vê gotina tirkî ya bo kurdî şaş e. Em dikarin di dewsa wê da holê bibêjin: “Kengê ez dixapim!”, “Qey tu dikarî min bixapînî kuro!” “Qey ez yê xapandinê me lawo!”, “Heta tu çûyî hîleyê ez ji wê ve hatim.”
ŞAŞ: TU LI RÊYA XWE, EZ LI RÊYA XWE. ( “SEN YOLUNA, BEN YOLUMA” YA TIRKÎ)
RAST: Tu bi xêêêr, ez selamet!
RAVE: Ji gotina yê hatîye wergirtin. Di kurdî da ji bo rewşeka holê husa tê gotin: “Tu bi xêêêr, ez selamet!”
ŞAŞ: WÊ TE BIŞEWTÎNE. ( “SENÎ YAKACAK” YA TIRKÎ)
RAST: Wê xwelî li te bike!
RAVE: “Wê te bişewtîne” Ev jî wergera gotina tirkî ya “senî yakacak”ê ye. Di kurdî da li dewsa vê da holê tê gotin: “Wê xwelî li te bike!”
ŞAŞ: WÊ PARA DEVÊ WÎ BIDÎYÊ. (“AXZININ PAYINI VERECEK”A TIRKÎ)
RAST: Wê li devê wî bide/bixe!
RAVE: “Wê para devê wî bidîyê” Ji “agzinin payini verecek”a tirkî hatîye wergirtin. Lê di kurdî da di dewsa wê da holê hatiba gotin baştir bû: “Wê li devê wî bide/bixe!”
ŞAŞ: NEŞIBÎYA TIŞTEKÎ. (JI “BIR ŞEYE DE BENZEMEZDI.”YA TIRKÎ)
RAST: Hema niho spehî jî bûya…! / Hema niha li ber jî biketaba, xem nedikir! / Hema niha li ber jî biketaba, ez nediqehirîm.
RAVE: Ji “bir şeye da benzemezdi.”ya tirkî hatîye wergerandin. Di kurdî ji bo rewşeka holê ev biwê tê bikaranîn: “Hema niho spehî jî bûya…!” “Hema niho li ber jî biketaba, xem nedikir!” “Hema niha li ber jî biketaba, ez nediqehirîm.”
ŞAŞ: DI “BEJAYÎYA” FILAN Û FILAN GUNDÎ/BAJARÎ/DEVERÊ DE, YAN JÎ NÊZÎ FILAN DERÊ EW BÛYER QEWIMÎ. (“…KIRSALINDA OLAY MEYDANA GELDΔ YA TIRKI)
RAST: Di “nav bera filan û filan gundî/bajarî/deverê” de, yan jî “nêzî filan derê” ew bûyer qewimî.
RAVE: “Bejayî”: Ev gotin xasma di tv’yeka kurdî da ji bo dîyarkirina cihê ku bûyer lê rû dayî da tê bikaranîn ko wergera “kirsal”a tirkî ye tê. Her çiqas maneya wê û “kirsal”a tirkî eynî be jî lê awayê bikaranîna wê şaş e. Wek mînak: “Di bejayîya….de…bûyer rû da…” Dîyar e îlhama xwe ji gotina tirkî ya “…kirsalinda meydana geldî”yê standîye. Hal bi hal di kurdî da divîya holê baya, di nav bera filan û filan gundî/bajarî/deverê de, yan jî nêzî filan derê ew bûyer qewimî…
ŞAŞ: BI ERDÊ RA BÛNE YEK. (JI “YERLE BIR OLDU”YA TIRKÎ)
RAST: Bû erd û ax.
RAVE: “Bi erdê ra bûne yek” ji “yerle bir oldu”ya tirkî tê. Kurdîya wê bi xwe heye: “Bû erd û ax.”
ŞAŞ: BILA LI VIR BIMÎNE.
RAST: Bila di neqeba me da be.
RAVE: “Bila li vir bimîne.” Ji “burada kalsin”a tirkî tê. Hal bi hal di kurdî da ji bo rewşeka wisa bi vî hawî holê tê gotin: “Bila di neqeba me da be.”
ŞAŞ: BIRÎNÊN WÎ BIPÊÇE
RAST: Ji derdê wî ra bIbe derman.
RAVE: Ji “yarasini sarmak”a tirkî tê. Ev lêkera “pêçan”ê di kurdî da weka mecaz nayê bikaranîn. Ji ber wê çendê şaş e. Ya nêzîkê rastîya wê eve ye: “Ji derdê wî ra bibe derman.”
ŞAŞ: JI BO PÊNC QURUŞAN. (EV GOTIN WERGERA “BEŞ KURUŞ IÇIN”A TIRKÎ YE)
RAST: Ji bo çar qurîşan.
RAVE: “Ji bo pênc quruşan.” Ev gotin wergera “beş kuruş için”a tirkî ye, lêbelê di nav kurdan da ji bo rewşeka holê her kes gotina “ji bo çar qurîşan..” bi kar tîne.
ŞAŞ: CANÊ MIN! (JI “CANIM!”A TIRKÎ TÊ)
RAST: Rihê min!
RAVE: “Canê min!” ji “canim!”a tirkî tê. Her çiqas di navbera wan da cihêtîyeka zêde tune be jî lêbelê di nav kurdan da “rihê min!” tê gotin.
RAVEYA BERHEVKAR: Li devera Torê mêr carinan bi peyva “pitê” (pitik) deng li hevjîna xwe dike. Carinan jî bi peyva “harmet” (harem?) jî deng dikê. Mêrê îngilîz bi peyva “my baby” deng li hevjîna xwe dike.
ŞAŞ: CIH CIH…” (JI “YER YER” TIRKÎ TÊT)
RAST: Li hin deran…
RAVE: “Cih cih.” Ji “yer yer” tirkî têt. Hal bi hal di kurdî da gotineka holê nîne. Ji dêl vê ve dikare holê were gotin: “li hin deran…”
ŞAŞ: ÇI DIBE? / ÇI DIQEWIME? (EV GOTINA HANÊ JÎ “NELER OLUYOR!” TIRKÎ TÊ)
RAST: “Xêr e!”, “Mesele çî ye?” yan jî “Çi mesele ye?”
RAVE: “Çi dibe?”, “çi diqewime?” Ev gotina hanê jî “neler oluyor!” tirkî tê. Em di kurdî da gotineka holê bi kar nayînin. Ji boyî heman maneyê “xêr e!”, “mesele çî ye?” yan jî “çi mesele ye?” Lêkera qewimandinê ji dema niha ra nayê bi kar anîn, ji dema bihûrî ra tê bikaranîn. Wek mînak: “Çi qewimî?”, “çi qewimî ye?”
ŞAŞ: ÇARESERKIRIN. (“ÇOZÛM”A TIRKÎ)
RAST: “Safî kirin” : Em dê safî bikin.
RAVE: “Çareserkirin.” Her çiqas “çozûm”a tirkî di kurdî da weka “çareserkirin” tê wergerandin, bes li Cizîrê car dibe “safî kirin” tê bikaranîn. Wek mînak: “Çozerîz” wek “em ê çarser bikin” tê wergerandin. Hal bi hal li Botanê holê tê gotin: “Em dê safî bikin.”
RAVEYA BERHEVKAR: Dibe ku ji bo hin rewşan peyva ”çareserî”yê jî rast be.
ŞAŞ: DEBARA MALA XWE DERDIXIN. (JI “EVININ GEÇIMINI SAGLIYORLAR”A TIRKÎ).
RAST: Mala xwe xweyî dikin.
RAVE: “Debara mala xwe derdixin.” Eva hanê jî wergera “evinin geçimini saxlîyorlar”a tirkî ye. Lê di rewşeka holê da “mala xwe xweyî dikin” çêtir e.
RAVEYA BERHEVKAR: Dibe ku hevoka “debara mala xwe dikin”ê jî rast be.
ŞAŞ: MIN DESTÊ XWE “DIRÊJΔ WÎ, WÎ DESTÊ XWE “DIRÊJΔ MIN KIR)
RAST: Min destê xwe “da” wî, wî destê xwe “da” min.
RAVE: “Destê xwe dirêjî …(yekî) kir.” Li gorî gîyanê kurdî ev şaş e; mirov destê xwe “dirêjî” xelkê nake, mirov destê xwe “dide” xelkê. Wek mînak: “Min destê xwe da wî, wî destê xwe da min…”
ŞAŞ: DIBE. (“OLUR”A TIRKÎ)
RAST: Baş e.
RAVE: “Dibe.”- Ev peyv jî ji dêl “olur”a tirkî da tê bikar anîn. Lêbelê di kurdî da li şûna vê “baş e” were gotin çêtir e.
ŞAŞ: MÎKROFON DIRÊJÎ WÎ KIR. (“MIKROFON UZATTI” YA TIRKÎ.)
RAST: Me mîkrofon da ber devê wî.
RAVE: “Dirêjî wî kir.” Ji “uzatti” ya tirkî têt. Holê dibêjin “Mîkrofon dirêjî wî kir.” Ev şaş e. Rastîya wê “Me mîkrofo da ber devê wî …”
ŞAŞ: EZ JI EFENDÎYÊ XWE RA BEJIM. (“EFENDÎME SOYLEYEYIM”A TIRKÎ)
RAST: Ezbenî, serî.
RAVE: “Ez ji efendîyê xwe ra bêjim.” Ev ji biwêja “efendîme soyleyeyim”a tirkî hatîye wergerandin. Bes hewceyî bi wê tune ye, lewre di Kurdîya me da biwêja ku bi heman maneyê tê bikar anîn heye: “Ezbenî, serî.”
ŞAŞ: GORISTAN NEHATIN JIBÎRKIRIN. (“MEZARLIKLAR UNUTULMADI”YA TIRKÎ)
RAST: Xelk çûn ser zîyaretan, xelk çûn ser mirîyên xwe.
RAVE: “Goristan nehatin jibîrkirin.” Ji “Mezarliklar unutulmadi”ya tirkî hatîye wergerandin. Di kurdî da holê tê gotin: “Xelk çûn ser zîyaretan, xelk çûn ser mirîyên xwe.”
ŞAŞ: HA JI TE RE! (“AL SANA!”YA TIRKÎ)
RAST: De bixwe, da bixwe! / te xwar, te xwar!
RAVE: “Ha ji te re!” Dîyar e ku ji “al sana!”ya tirkî hatîye wergerandin û dema yek bi kulman li yekî din dixe vê gotinê bi kar tîne. Bes di nav kurdan da dema rewşeka holê kete holê yê lêdanker ji yê lêdanxwer ra “de bixwe, da bixwe!” yan jî “te xwar, te xwar!” dibêje.
ŞAŞ: HATE FÊMKIRIN. (JI “ANLAŞILDI”YA TIRKÎ)
RAST: Me/min fêm kir.
RAVE: “Hate fêmkirin.” Ev gotina hanê jî ji “anlaşildi”ya tirkî hatîye wergirtin. Lêbelê di nav kurdan da ji dêl wê “me/min fêm kir…” tê gotin.
ŞAŞ: HÛN ÇI DIQÎRIN. (JI “NE BAXIRIYORSUNUZA!” TIRKÎ)
RAST: Çi qîra hewe ye!
RAVE: “Hûn çi diqîrin.” Ev gotin berteka li hember qîrdanê da ye û ji “ne baxirîyorsunuza!” tirkî hatîye wergirtin. Di kurdî da ji gotineka holê ra “Çi qîra hewe ye!” tê gotin.
ŞAŞ: JI MIN RA ÇI? (JI “BANA NE!”YA TIRKÎ)
RAST: Min çi îş pê heye. / çi îşê min pê heye./ ji min ra ne lazim e.
RAVE: “Ji min ra çi?” Ji “bana ne!”ya tirkî têt. Rastîya wê “Min çi îş pê heye”, “çi îşê min pê heye”, “ji min ra ne lazim e.”
ŞAŞ: JI NEDÎTÎ VE DIBÎNE. (“GORMEZLÎKTEN GELDÎ/GELÎYOR”YA TIRKÎ)
RAST: Xwe li nedîtinê qewimand. / heçko nedîtî, nebînandî.
RAVE: “ji nedîtî ve dibîne.” Ev jî “gormezlîkten geldî/gelîyor”ya tirkî têt. Şaş e. Di kurdî da jê re: “Xwe li nedîtinê qewimand.”, “heçko nedîtî, nebînandî…”
ŞAŞ: KEYFA XWE DERDIXIN. (JI “KEYFINI ÇIKARÎYORLAR”A TIRKÎ)
RAST: Keyf keyfa wî ye / Keyfa xwe dikin.
RAVE: “Keyfa xwe derdixin.” Ji “keyfini çikarîyorlar”a tirkî hatîye wergerandin. Di kurdî da holê ye: “Keyf keyfa wî ye, Keyfa xwe dikin.”
ŞAŞ: KÎJAN BAYÊ TU AVÊTÎ VÊDERÊ? (JI “HANGÎ RÛZGAR SENÎ BURAYA ATTΔYA TIRKÎ)
RAST: Bayê tu anî, bagerê tu anî?
RAST: “Kîjan bayê tu avêtî vêderê?” Dîyar e ku ev ji “hangî rûzgar senî buraya attî”ya tirkî têt. Hal bi hal biwêjeka kurdî ya heman maneyê îfade dike heye ko gelek jê xweştir e: “Bayê tu anî, bagerê tu anî?”
ŞAŞ: LI BER DERI YE ( “KAPIDA…”YA TIRKÎ).
RAST: Gelek nêzîk e.
RAVE: “Li ber deri ye.” Ev jî li şûna “kapida…”ya tirkî tê gotin, ku şaş e. Ya rasta wê “nêzîk” e, “gelek nêzîk e” ye.
ŞAŞ: LI XWE BAŞ BINÊRE/BINERIN. (JI “KENDÎNE ÎYÎ BAK!”A TIRKÎ)
RAVE: “Li xwe baş binêre/binêrin.” Ji “kendîne îyî bak!”a tirkî têt. Di kurdî da gotineka bi vî rengî nîne. Lê eger bixwaze were gotin, holê dibe: “hay ji xwe hebe, bi Xwedê kî hay ji xwe be, te hay ji xwe hebe ha!”
ŞAŞ: MEHÊ SALÊ CAREKÊ. (JI “AYDA, YILDA BÎR”A TIKÎ)
RAST: Gelek kêm. / kêm caran.
RAVE: “Mehê salê carekê.” Ev jî “ayda, yilda bîr”a tikî hatîye wergerandin. Di kurdî da biwêjeka holê tune ye. “Gelek kêm” yan jî “kêm caran” dikare li şûna wan were bikaranîn.
ŞAŞ: PIRS NEKE/NEPIRSE! (JI “SORMA!”YA TIRKÎ)
RAST: Deyneke! : Ji pirsa “Te ji ber vê rewşê gelek şerm kir?”ê “Deyneke! Ma hêdî min şerm kir! Min got bila erd biqelişe û ez têkevim tê de.
RAVE: “Pirs neke/nepirse!” Ji “Sorma!”ya tirkî têt. Hal bi hal di kurdî da ji bo vegotina rewşeka holê “deyneke!” tê gotin. Wek mînak: Ji pirsa “Te ji ber nê rewşê gelek şerm kir?”ê “Deyneke! Ma hêdî min şerm kir! Min got bila erd biqelişe û ez têkevim tê de.” Tê gotin.
ŞAŞ: QEZAYEK NEDÎTÎ. (JI “GORÛNMEZ KAZA”YA TIRKÎ)
RAST: Qezayeka welê çêbû ku heta niha ne kesê dîtîye ne jî bînandîye.
RAVE: “Qezayek nedîtî.” Ev jî şaş e, ji “gorûnmez kaza”ya tirkî têt. Di zimanê kurdî de, tu maneyê îfade nake. Hela kurdên ko bi tirkî nizanin çi tiştî jê fêm nakin. Di rewşeka wisa da dikare holê were gotin. “Qezayeka welê çêbû ko heta niha ne kesê dîtîye ne jî bînandîye.”
ŞAŞ: RÊ LI BER MIRINÊ VEKIR. (JI “OLÛME YOL AÇTΔYA TIRKÎ)
RAST: Bû sedema mirinê.
RAVE: “Rê li ber mirinê vekir.” Ji “olûme yol açtî”ya tirkî hatîye wergirti. Şaş e. Rastîya wê: “Bû sedema mirinê.”
ŞAŞ: SALANE. (JI “YILLARDIR”A TIRKÎ)
RAST: Ev çend sal in. / ev serê çend salan e. / Ev çendik û çend sal in.
RAVE: “Salane.” Ji “Yillardir”a tirkî têt. Di kurdî da “Ev çend sal in” yan jî “ev serê çend salan e.” yan jî “Ev çendik û çend sal in.” tê gotin.
ŞAŞ: SAET HATE YANZDEHA (JI “SAAT ONBÎRE GELÎYOR”A TIRKÎ)
RAST: Saet bû yanzdeh.
RAVE: “Saet hate …..” Ji “saat onbîre gelîyor”a tirkî têt. Şaş e. Lewra di zimanê kurdî da saet “nayê”, saet “dibe.” Wek mînak “Saet bû yanzdeh.”
ŞAŞ: SERSAXÎ JÊ RA XWEST. (JI “BAŞ SAXLIĞI DÎLEDΔYA TIRKÎ)
RAST: Sersaxî lê da.
RAVE: “Sersaxî jê ra xwest.” Ji “baş sağliği dîledî”ya tirkî têt. Şaş e. Rastîya wê eve ye: “Sersaxî lê da.”
ŞAŞ: TE PÊ DERXIST. (JI “SEN ÇIKARDIN” TIRKÎ)
RAST: Tel ê da!
RAVE: “Te pê derxist.” Ji “sen çikardin” tirkî têt. Şaş e. Rastîya wê “Tel ê da!”ye.
ŞAŞ: TERKÎ MIRINÊ KIRINÊ/KIR. (JI “OLÛME TERK ETTΔ YA TIRKÎ)
RAST: Bi hêvîya mirinê ve hişt.
RAVE: “Terkî mirinê kirinê/kir.” Ji “olûme terk ettî” ya tirkî têt. Şaş e. Rastîya wê “Bi hêvîya mirinê ve hişt.”
ŞAŞ: NIHA JÎ AWIR ZIVIRÎN SER CHP-Ê Û BDP-Ê.
RAST: Çavê xelkê li CHP-Ê û BDP-ê ye. Çavê xelkê ma li CHP-Ê û BDP-ê.
RAVE: Wek tê zanîn hevoka dawî ya ko peyvika “awir”ê tê da ye peyv bi peyv wergera gotina tirkî ya “Şimdi gözler MHP ve BDP’ye yöneldi”yê ye. Bes tu eleqeya peyva “awir”ê ya li vir tune ye. Lewra tu kes “awir”ê ko nîşaneya eczê, neyartîyê yan jî nazê ye nazivîrîne ser MHP û BDP-ê. Bes çavê xelkê dimîne li wan.
Peyva “awir”ê ji bo cûreka nêrînê tê gotin. Lêbelê kîjan nêrîn? Di kurdîya me ya ku pir dewlemend e da gelik peyv û biwêjên cûda yên ku nêrînê îfade dikin hene. Hinek ji wan ev in:
- “Fekirîn”, “nêrîn” û “mêzekirin”. Maneya van hersê peyvan hema bêje yek e.
- “Temaşe” Ji bo nêrîna demdirêj ya bo armancekê yan jî bo zewqekê tê gotin. Mînak: “Min li televîzyonê temaşe kir.” “Ez gelik hez dikim ku li fîlman temaşe bikim.”
- “Dîq.” Maneya wê nêrîneka gelik hindik e. Wek mînak: “Ka here dîqekê lê bike ka pitik şîyar bûye ya na?”
- “Zîq.” Zîq jî mîna “temaşe”yê ji bo nêrîna demdirêj ya ji bo armanekê tê gotin. Bes cudayîya di navbera wan da ewe ku “temaşe” tenê bo zewqê ye, lê “zîq” ji bo ku hin taybetmendî werin bidestxistin yan jî ji bo ku hin xirabî werin kirin tê gotin. Wek mînak: “Wî zilamî hema welê zîq li min nihêrî, ez nizanim ka ji ber çi bû?”
- “Wir.” Bi giştî ji bo nêrîneka xirab tê bikar anîn. “Wî mêrikî welê ‘wir’ li min nihêrî, bi rastî ji ber wê çendê ez jê tirsîyam.” Di nêrîna “wir”ê da tevgera çavî jî dikeve dewreyê. “Wir”nêr (ango yê bi awayê ‘wir’ dinêre) hetanî jê tê çavê xwe vedike, mezin dike û herweha di wê cûrenêrînê da reşika çavî ber bi jor ve hildikêşe. Wek mînak “Çavê xwe li min wir kir.”
- “Têxistina çavî a çavî de” û “reş lê nihêrîn” maneya van herdu biwêjan hema bêje yek e. Wek mînak: “Çavê xwe kir çavê min de.” “Welê rreş li min nêrrî.”
- “Awir”. Nêrina “awir”ê ko mijara vê nivîsa me ye, ji van hemû cûre-nêrînan cuda ye. Awir nêrîna bi dûvikê çavî ye. (Mela Ehmed Zivingî-El ‘Eqdûl Cewherî Fî Şerhî Dîwanî-ş Şeyxî-l Cizîrî, cilt: 1/427.) Awir carînan bo neyartîyê û bo ecz û hesûdîyê tê bikaranîn: “Awirên welê dida min, dîyar dibû ko ew neyarê min e.” Carînan jî “awir” di pêwendîya nevbera aşiq û maşûqî da tê bikaranîn. Evîndar her dem ji “awir”ên xoşewîstên xwe gilîkar in. Di wêjeya klasîk ya kurdî da em gelik rastî vê peyvê tên. Carînan ev “awir” dibin sedema dînbûna evîndarî. Wek mînak:
“Awir”ên eswed’uyûnan ‘aqilan sewda dikin
Gezmeya ‘aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû
“Awir”ên çavreşan xwedîaqilan dîn dikin.
(Mewlana Cizîrî)
Aşiq carînan awirên dilbera xwe ji xwe ra weka “berq”ê bi nav dike:
Wan di reqsê da ko dîm (awir) peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya ‘işqê revam
(Mewlana Cizîrî)
Evîndar carînan jî “awir”ên dilbera xwe wek sedema tirsê dibîne û wana dişibîne nêrîna pilingê:
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
”Awirên” heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
(Mewlana Cizîrî)
Car dibe ku ji teref evîndarî ve awir weka sedema rakirina qetlê û rijandina xwînê were angaşkirin:
Gezmeyên wan sad û nûnan
Awirên eswed’uyûnan
Radikin ew qetl û xwînan
Min dîye û dil şehde ye
(Mewlana Cizîrî)
Evîndar herçiqas ji “awir”ên dilbera xwe gilîkar be û wana sedema kuştin û xwînrijandinê qebûl bike jî lê dîsa ji wan “awir”an têr nabe û her dem dixwaze ew “awir” berdewam bin. Lewra dizane ku dilbera wî van awiran ne ku ji bo dijminayîyê bikar tîne, armanca wê ew e ku nazan li evîndarê xwe bike.
ŞAŞ: WÎ MIN SIWARKIR BI XWE RA.
RAST: Wî ez bi xwe ra siwarkir im.
ŞAŞ: BI TILÎYA XWE EWÊ NÎŞANDIKIR JI PÊŞKETINA WÎ RA.
RAST: Wê bi tilîya xwe pêşdehatina wî nîşan dikir.
ŞAŞ: EW PELIK HIŞTÎYE DI DESTÊ WÎ DE.
RAST: Ew pelik di destê wî da hiştîye.
ŞAŞ: EW GELEK XEMGÎN BIBÛ “LI SER WAN”.
RAST: Ew li ser wan (ji ber wan) gelekî xemgîn bûbû.
ŞAŞ: NAMÎNE JI WAN RE BILÎ XEWNAN.
RAST: Ji bilî xewnan ji wan ra namînin.
ŞAŞ: KEKO, ÇIMA TU MAYE BÊ PAR JI BELAVKIRINÊ?
RAST: Keko, çima tu ji belavkirinê bê par mayî?
ŞAŞ: AGIR DIWESTE LI BER DERÎYÊN DIJMINÊN ME.
RAST: Agir li ber derîyên dijminên me diweste.
ŞAŞ: WÎ EW JIBÎRKIR LI BER DERÎ.
RAST: Wî ew li ber derî ji bîr kir.
ŞAŞ: MIN MEST NEKIR JI XEYNÎ ÇÎROKEK.
RAST: Tenê çîrokekê ez mest kirim.
ŞAŞ: BAVÊ MIN, MIN BIR SÛKÊ.
RAST: Bavê min, ez birim sûkê.
ŞAŞ: WERÎS JÊRE DIRÊJ KIRIN, Û WÎ JI ÇALA KÛR KIŞANDIN.
RAST: Werîs jêre dirêj kirin, û ew ji çala kûr kişandin.
ŞAŞ: PIŞTÎ DEMEKÊ VEGERÎYA Û GOT: BI XWEDÊ ME WÎ NEDÎT, NE LI MAL BÛ.
RAST: Piştî demekê vegerîya û got: bi xwedê me ew nedît, ne li mal bû.
Nivîskar: Mazda Pola
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…