Tag Archives: Dersên Rastnivîsê

Dersên Rastnivîsê I 10

ŞAŞ: WÊ, PIRS PIRSÎ.   (O SORU SORDU.) RAST: Wê tiştek pirsî. Wê pirsek kir. Wê pirs kir.   ŞAŞ: XWE, ERZAN XERC KIR.  (KENDINI, UCUZ HARCADI.) RAST: Bîlesev xwe kêm kir. Belheq xwe ji qîmet xist. Belasebeb xwe bêqîmet kir. Xwe erzan firot. Li ber bê çû.   ŞAŞ: XWENDEKAREKÎ …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 9

ŞAŞ: HINEKÎ DIBIŞIRE Û DI HUNDIRÊ XWE DA DIBÊJE… (BIRAZ GÜLÜMSÜYOR VE IÇINDEN DÎYOR KI.) RAST: Dibişire û di dilê xwe da dibêje.   ŞAŞ: GUNEH GIRAN E LÊ VÊ XERABÎYÊ ANCAX DIKARE ZAK BIKE… (GÜNAHI AĞIRDIR, BU KÖTÜLÜĞÜ ANCAK ZAK YAPAR.) RAST: Gunehekî giran e, lê vê xerabîyê dibe …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA BÛ. (ARTIK RAGA ŞEHRINDE YAŞAMI TEHLIKEDEYDI.) RAST: Êdî li bajarê Ragayê star bi sera nediket.   ŞAŞ: HER KU “ZAYÎN” NÊZÎK DIBÛ. (DOĞUM YAKLAŞTIKÇA) RAST: Her ku “hemla” wê giran dibû. RAVE: Peyva “zayîn”ê ji …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 7

AŞ: ME REHET BIHÊLE. (“BIZI RAHAT BIRAK” TIRKI) RAST: Deka dev ji me berde lo! /  Te em gêj kirin. / Te serê me bir! RAVE: Wergera “Bizi rahat birak”a tirkî ye. Di kurdî dikare holê were gotin: “Deka dev ji me berde lo!”, “Te em gêj kirin”, “Te serê …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 6

ŞAŞ: HEM TAWANKAR E, HEM JÎ BIHÊZ E. (HEM SUÇLU, HEM GUÇLU.) RAST: Pîrê tir kirîye, lê hê pîrê newekirî ye. RAVE: Ger tu biwêja tirkî ya “hem suçlu, hem guçlu”yê bi heman peyvan weka “hem tawankar e, hem jî bihêz” wergerînî kurdî şaşîyek e. Li şûna wê biwêja Kurdî …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 5

JI TORA MEDYAYAYÎ   ŞAŞ: BI AWAYEKÎ GERM PÊŞWAZÎ KIR. RAST: Bi mahdeka xweş pêşwazî kir. / Ji dil û can pêşwazî kir. RAVE: Wergera “sıcak bir şekilde karşıladı”ya tirkî ye. Ji ber ku di kurdî da bikaranîna peyvika “germ” ya bi awayê mecaz ne pêkan e ew werger şaş …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 4

ŞAŞ: MIXABIN BERÎ KU EW JI MIN RA BIBÊJIN EZ JI ÇAPEMENÎYÊ “HÎN BÛM” KU EZ BEŞDAR IM. RAVE: Hînbûn û fêrbûn qonaxeka dûr û dirêj e, perwerdekirin û perwerdebûn tê da heye. Mirov hînî tembûrlêdanê dibe an hînî zimanekî dibe. Her weha mirov hînî hev dibe, hînî jîyana bajarekî …

Read More »

Dersên Rastnivîsê I 1

Şaşbikarînana kurmancî ji ber kartêkerîya neyînî ya tirkî di kurmancî da: ŞAŞ: MIN OTOBUS “REVAND”! RAST: Ez “bi otobosê ra negiham”. Ez “ji otobosê mam”. RAST: Ez “pê ra negiham”, yan na ez dê têra wî lêxistana. RAVE: “Otobüs kaçırmak”a tirkî! Niha gelek kes weha dibêjin: “Min otobos qaçirmîş kir!”☺ …

Read More »