JI TORA MEDYAYAYÎ
ŞAŞ: BI AWAYEKÎ GERM PÊŞWAZÎ KIR.
RAST: Bi mahdeka xweş pêşwazî kir. / Ji dil û can pêşwazî kir.
RAVE: Wergera “sıcak bir şekilde karşıladı”ya tirkî ye. Ji ber ku di kurdî da bikaranîna peyvika “germ” ya bi awayê mecaz ne pêkan e ew werger şaş e.
ŞAŞ: DI QEZAYÊ DA YEK ZAROK MIR.
RAST: Di qezayê da zarokek mir.
ŞAŞ: BIBÎR BIXIM, BIBÎR BIXE, BIBÎR XIST.
RAST: Ez dê bînim bîra wî, bîne bîra wî, anî bîra wî.
RAVE: Wek tê zanîn ev gotinana wergerên gotinên tirkî yên “hatırlatayım”, “hatırlat” û “hatırlattı”yê ne.
ŞAŞ: BÊEXLAQÎ: EW JINIK PIR BÊEXLAQ A.
RAST: Cirnexweşî: Ew jinik pir cirnexweş e.
RAVE: Ev komek ji “bu ahlaksız kadın”a tirkî hatîye wergerandin. Lêbelê ev gotin gelik şaş e. Lewra di tirkî da dema dibêjin “ahlaksız kadın” bi giştî ji wê jina ko derbarê namûsê da qusîrên wê hene da tê gotin (Ji bo namûsê: Bêrewişt.) Lêbelê wergera wê yê kurdî ya “bê exlaq” nayête wê maneyê, tête maneya jin yan jî mêrê ko cira wan ango pêwendîya bi wan ya bi mirovan ra nexweş e. Hemmaneya “cirnexweş”ê ye.
ŞAŞ: ÇI DÎ, ÇI DÎ?
RAST: Çi û ne çi!
RAVE: “Çi dî, çi dî” wergera gotina tirkî ya “Daha neler, neler?” e û şaş e.
ŞAŞ: BI EMRÊ XWEDÊ Û BI QEWLÊ PÊXEMBER QÎZA WE…JI KURÊ XWE…DIXWAZIN.
RAST: Em dawa mirovatîya we dikin.
RAVE: Ew biwêj wergera “Allah’n emri ve Peygamberin kavli ile kızınız …yı oğlumuz …ya istîyoruz.”a tirkî ye û bi minasebeta zewcandina xort û qîzan tê bikar anîn.. Lêbelê wergerandina vê biwêjê ya bo kurdî gelek şaş e. Lewra ew kurdên ku haya wan ji zimanê tirkî tune bin wê vê holê fêm bikin: Herwekî Xwedê Teala û pêxemberê wî ferman kirîye ku ew here wê qîzikê bixwe ji kurê xwe ra bixwaze neku qîzeka din. Hale hale zewac bixwe sunet e û herweha yek bi dilê xwe ye ka here qîza kê ji kurê xwe ra bixwaze. Ji ber vê çendê di kurdîya me da cîyê vegotineka bi vî hawî tuneye. Berê û pêş da di cîyê vê gotinê de, ango dema hin diçin qîza yekî ji kurê xwe dixwazin holê dibêji: “Em dawa mirovatîya we dikin.”
ŞAŞ: EM DERENG DIMÎNIN.
RAST: Em mane dereng.
RAVE: Ji “geç kalıyoruz”a tirkî têt. Bes di kurdî holê tê gotin “Em mane dereng” yan jî “em mayîn derneg” e.
ŞAŞ: WÎ MIROVÎ EW BÛYER GIRT SER XWE.
RAST: Li ser xwe da. / Got: Min kirîye.
RAVE: Ev jî ji “Ûstlendi.”ya tirkî têt. Di kurdîya kurdan da îfadeyeka bi vî hawî tuneye. Her û her çi di dadgehan da be çi jî di qereqolan da her holê dihat gotin: “Li ser xwe da.” Yanê eva hanê îfadeya lixwemukirhatina bûyerekê ye. Gotineka din jî heye ku ew hinkê besît e: “Got: Me/min kirîye.”
ŞAŞ: LI DERDORÊ NEGERE.
RAST: Li van deran negere!
RAVE: “Li derdorê negere.” ji “bu civar/larda dolaşma!” ya hatîye wergerandin.
ŞAŞ: EV JINIK NE EWLE YE.
RAST: Ev jinik ne ya bawerîyê ye.
RAVE: Ji “bu kadın güvenli değil”a tirkî hatîye wergerandin. Rastirîna wê: “Ev jinik ne ya bawerîyê ye” yan jî “ev jinik ne ya ewleyîyê ye.” Ye.
ŞAŞ: JI ÎŞKENCEYÊ DERBAS BÛ.
RAST: Êşkence lê hat kirin / êşkence dît.
RAVE: Ji “îşkenceden geçti”ya tirkî hatîye wergerandin. Lê ew werger gelik şaş e, ji ber ku hema hema mirov dikare bibêje ku dijê maneya wergera xwe ya tirkî ye. Ango “ji îşkenceyê derbas bû” nêzîkê maneya “ji êşkenceya xilas bû”yê ye. Holê were gotin çêtir e: “Êşkence lê hat kirin.” yan jî “êşkence” dît.
ŞAŞ: TU BÛYÎ GELEK.
RAST: Tu gelik serxwe çûyî / tu xwe gelek qure (mezin) dikî. / tu gelek ser xwe ra çûyî.
RAVE: Dîyar e ku axivker û nivîsevanê vê gotinê îlhama xwe ji “sen çok olmuşsun”a tirkî wergirtîye û zen dike ku ew bi kurdî axivî ye, lêbelê haya rebenî jê nîne ku ew şaş e. Lewra gotineka holê di kurdî da tune ye. Em berê û pêş da di rewşeka holê da ji muxatebê xwe re, “tu gelik serxwe çûyî”, “tu xwe gelek qurre/mezin dikî” yan jî “tu gelek ser xwe ra çûyî” dibêjin ko rastîya wê jî ev e.
ŞAŞ: MAL MAL GERÎYAN.
RAST: Mal bi mal gerîyan.
RAVE: Ev jî wergera “ev ev aradılar” ê ye. Lêbelê rastîya wê ya di zimanê kurdî divêt holê be: “Mal bi mal gerîyan.”
ŞAŞ: NEGIRÎNG E!
RAST: Xem nake!
RAVE: Li dewsa “önemli değil”a tirkî têt bikaranîn. Lêbelê di kurdî da ya baş ewe ko ji bo rewşeka welê “xem nake!” were gotin.
ŞAŞ: BÊGUNEH.
RAST: Xalîxerez: Di kuştina wî şexsî da kurê min xalîxerez e.
RAVE: Ji “gûnahsiz”a tirkî hatîye wergerandin. Her çiqas rast jî be lê belê ji ber ku di kurdî da peyva gunehî bêhtir ji bo kiryarên ku ji alîyê olî ve neyînî tên dîtin tê bikaranîn peyva “xalîxerez” ji wê minasibtir e. Wek mînak: “Di kuştina wî şexsî da kurê min xalîxerez e.”
ŞAŞ: HAY JI TEVGERÊN XWE HEBE.
RAST: Hay ji kirinên xwe hebe.
RAVE: Dîyar e ku ji “hareketlerine dikkat et”a tirkî derketîye holê. Lêbelê heçîke ez im, ez dibêjim ku di rewşeka holê da ya baştir ewe ku holê bête gotin: “Hay ji kirinên xwe hebe.”
ŞAŞ: HENEK LI DEREKÊ.
RAST: Em dev ji henekan berdin. / Henekan deyne wî alî.
RAVE: Ji “şaka bir yana”ya tirkî têt. Ji dêl wê dikare holê were gotin: “Em dev ji henekan berdin” yan jî “Henekan deyne wî alî.”
ŞAŞ: TE HIŞÊ XWE WINDA KIRÎYE?
RAST: Te aqilê xwe berda ye?
RAVE: Ji “Aklını mı yitirdin?”a tirkî tê. Gelk şaş e. Ji ber ku di kurdî da hiş nayê “winda kirin”, tê “berdan”. Wek mînak: “Te aqilê xwe berda ye?”
ŞAŞ: BÊHNA TEMAŞAVANAN ÇIKANDIN.
RAST: Li hesaba wan hat. / gelik li hesaba wan hat. ( Bi maneya “seyîrcîlere nefes kestîrdî.” ya tirkî.)
RAVE: Ji “seyîrcîlere nefes kestîrdî”ya tirkî têt. Maneya biwêja “nefes kestirmek”ê ya di tirkî da dide ji ya wergera wê ya kurdî ya “bêhn lê çikandin”ê gelek û gelek dûr e. Ya tirkî tê maneya rewşeka erênî ya bibe sedema heyreta wan kesan. Lêbelê ya kurdî tête maneya ecizkirin û mallêxirabkirinê. Wek mînak “Kardêr li ser karkeran sekinî, welê ew dan şuxulandin, bêhn li wan çikandin.” Ji ber wê çendê ji maneya biwêja tirkî ya “seyîrcîlere nefes kestîrdî”yê dikare “li hesaba wan hat”, “gelik li hesaba wan hat” were gotin.
ŞAŞ: HER ÎHTÎMAL LI SER MASÊ YE.
RAST: Em ji her îhtîmalê ra amade ne. / Her îhtîmal li ber destê me ne.
RAVE: Ev gotin wergera gotina tirkî ya “her ihtimal masada”yê ye. Ji ber ko tirkî hatîye hizirandin û welê hatîye bikaranîn.
ŞAŞ: EV NAVÇE JI MIN TÊ PIRSIN.
RAST: Berpirsîyarê vê navçeyê ez im. / heyî neyî yê vê navçeyê ez im.
RAVE: Wergera tirkî ya “Bu ilçe benden sorulur”ê ye. Di kurdî dikare holê were gotin. “Berpirsîyarê vê navçeyê ez im.” Yan jî “heyî neyî yê vê navçeyê ez im.”
ŞAŞ: KALORÎFER NAŞEWITIN.
RAST: Kalorîfer vênakevin/pênakevin.
RAVE: Wek tê zanîn xweyê vê gotinê dixwaze gotina tirkî ya “kalorîfer yanmîyor”ê wergerîne kurdî, ji lewra bûye sedema vê îfadeya sosret. Gelo ma ew camêr nizane her lêkera “yanma”ya tirkî nayê maneya “şewat”ê bi tenê, carînan tê maneya “vêketin/pêketin”ê”jî.
ŞAŞ: SAETÊN ME 9’AN NÎŞAN DIDIN TEMAŞAVANÊN HÊJA!
RAST: Saet neh e. / saet bû neh. / saeta me hat ser nehê.
RAVE: Dîyar e ku spîkerê tv-yê ilhama xwe ji gotina tirkî ya “saatlerimiz 9’u gösterîyor sayın seyirciler”ê wergirtîye. Di nav Kurdan da gotineka bi vî qalibî hetanî niho çênebûye. Di salên şêstan da me li bername û nûçeyên pişka kurdî yên radyoyên Îran û Iraqê guhdarî dikir, wê demê jî em rastî gotineka holê ecêp nehatine. Dengê radyoya Îranê hêj li ber guhê min e: “Saet heştê paşînîvro li wextê Tehranê!” Gelo ma qey em nikarin bêjin “saet neh e”, “saet bû neh”, “saeta me hat ser nehê?” Yan jî ma divê illeh tama zimanê tirkî jê bêt.
ŞAŞ: ÇI DIBE? (BELÊ EV GOTIN JI “NE OLUR!”A TIRKÎ TÊ.)
RAST: Bila xêra te be, wê pirtûkê bide min.”, “kerema xwe wê pirtûkê bide min.”, “xêra xwe wê pirtûkê bide min.”, “ne qenc e wê pirtûkê bide min.” Ko di nav wan da ya herî xweş û ya binezaket ya dawî ango “ne qenc e wê pirtûkê bide min.”e ye.
RAVE: Çi dibe? Belê ev gotin ji “ne olur!”a tirkî tê. Halehale ji alîyê maneyê ve tu pêwendîya “ne olur!”a tirkî bi “çi dibe?”ya kurdî ra tune ye. Ez ê şaşbûna wê bi mînakan derxînim holê. Eger em “Ne olur o kitabı verir misiniz?”a tirkî li gorî wê qaîdeyê wergerînin Kurdî divê em bibêjin: “Çi dibe, wê pirtûkê bide min.” Fermo ji were kurdîyeka teşabet! Ê baş e, gelo divîya çi hatibaya gotin? Gotin pirr in: “Bila xêra te be, wê pirtûkê bide min.”, “kerema xwe wê pirtûkê bide min.”, “xêra xwe wê pirtûkê bide min.”, “ne qenc e wê pirtûkê bide min.” Ko di nav wan da ya herî xweş û ya binezaket ya dawî ango “ne qenc e wê pirtûkê bide min.”e ye.
ŞAŞ: ZAROKAN KEYFA BERFÊ DERXIST.
RAST: Ji ber berfê kêf kêfa zarokan e. / zarokan kêfa xwe ji berfê ra anîn. / berf bû sedema keyfa zarokan.
“Zarokan keyfa berfê derxist.” Belê we xelet seh nekirîye; zarokan keyfa berfê derxist. Tam maneyeka dij, ango ji dêl ko berf keyfa zarokan “veke”, zarok keyfa berfê “derdixin.” Wergerê reben bêyî ko li rewşa Kurdîyê binêre hema “çocuklar karın keyfini çıkardı”ya tirkî peyv bi peyv wergerande bo kurdîyê. Gava em bi awayekî hûr li vê gotinê binêrin em ê zanibin ku keyf nayê “de”xistin”, tê “vekirin”.
ŞAŞ: CIHÊ XWE GIRT.
RAST: Di rojnameya ev manşeta hanê heye./ ev nûçeya hanê jî heye. / Ev nûçe di filan rojnameyê da jî heye. / Em di filan rojnameyê da jî rastî vê nûçe yan jî vê sernûçeyê hatin.
RAVE: Di xwendina manşêtên rojnameyan da ev gotin ser hev tê bi kar anîn. Dîyare ku ji “yerînî almiştir”a tirkî tê werdigerandin ji bo Kurdî. Lêbelê pir şaş e. Lewra di Kurdî da gotina “cihê xwe girtin”ê ji bo rewşeka dijwar û aloz tê gotin. Ji bo rewşeka asayî nayê gotin. Mînak: “Xwedê kir ez zû çûm, min cihê xwe girt, yan jî ji min ra cî nedima.”, “De zû here cihê xwe bigre, yan jî cî namîne ha!”, “Wele min cihê xwe girt, bes cîgirtin, bi xurtî û heft bela…”, “Di navbera filankes û bêhvankesî da li ser cîgirtinê şer derket.”
Dema mirov vê taybetîyê deyne li ber çavê xwe ji boyî wê nûçe yan jî wê manşêta rojnameyê çi zorî, dijwarî û xurtî tune ye, nexwe divê ew gotin neyê bikaranîn. Nexwe em dê çi bibêjin? Em dê holê bibêjin: “Di rojnameya ev manşeta hanê heye”, “Ev nûçeya hanê jî heye.”, ” Ev nûçe di filan rojnameyê da jî heye.”, “Em di filan rojnameyê da jî rastî vê nûçe yan jî vê manşêtê hatin.”
ŞAŞ: MIROVÊ QENC LI SER PEYVA XWE VE TÊ!
RAST: Navê gur e, gur hazir e.
RAVE: “ Mirovê qenc li ser peyva xwe ve tê!” Ev gotina hanê jî ji gotina tirkî ya “Îyî însan sözünün üstüne gelir”ê hatîye wergerandin. Bikaranîna vî qalibî li kurdîya nayê, lewra di kurdî da orîjînala wê bixwe heye, ew jî ev e: “Navê gur e gur hazir e.”
ŞAŞ: QESTA CANÊ XWE KIRÎYE. (JI BO KUŞTINÊ.)
RAST: Xwe kuştîye (Eger mirin çêbibe) / Kar kirîye ku xwe bikuje. / Karê kuştina xwe kirîye (Eger mirin çênebibe).
RAVE: Di kurdî da gotineka wilo tune ye. Lewra di Kurdî te lêkera qesd-meqsed-maqsud weka mecaz nayê bikaranîn, li ser maneya xwe ya rasteqîn ya armanc, nîyet, meqsedê ye. Mînak “Min qesta mala Bişar kir û ez bi rê ketim.” “Meqseda min ya ji hatina Cizîrê beşdarbûna hevcivînê bû.” Nexwe divîya ji dêl wê ve çi hatibûya gotin? Fermo: “Xwe kuştîye” (Eger mirin çêbibe), “Kar kirîye ku xwe bikuje”, “Karê kuştina xwe kirîye” (Eger mirin çênebibe.)
ŞAŞ: EGER TU TIŞTEKÊ BIGERÎNÎ? (EĞER BIR ŞEYLER ÇEVIRÎYORSAN)
RAST: Eger tu dixwazî hîleyekê bikî. / Eger çavê te li hîleyekê be. / Eger tu tiştina bikî.
RAVE: Eger tu tiştekê bigerînî? Ev gotin ji “Eger bîr şeyler çevîrîyorsan”a tirkî tê. Yê ev gotin bi kar anî dîyar e ku peyv bi peyv ji tirkî wergerandîye. Bes tiştek heye ku ez gelik girîngîyê didim wê. Car heye ku lêkereka tirkî di maneya mecaz da were bikaranîn, lê ev nayê wê maneyê ku heman lêker di kurdî da jî were bikaranîn. Car heye ku lêkereka Kurdî di maneya mecaz da were bikar anîn lê di tirkî da nayê gotin. Mînakên wan pir in. Lêkera tirkî ya “çevîrmek”ê li vir ne li ser maneya xwe ya rasteqîn e, mecaz e û di maneya hîleyê/hîlekirin û dolabê da ye. Lêbelê dema ew lêker bi kurdî û di maneya mecaz da were bikaranîn wê demê maneya ku jê tê xwestin nade. Ji ber wê çendê şaş e. Nexwe mirov dikare li dewsa wê wisa bibêje: “Eger tu dixwazî hîleyekê bikî.”, “Eger çavê te li hîleyekê be.” “Eger tu tiştna bikî.”
ŞAŞ: PIR ZEHMET E KU MIROV DI PIŞT MIRÎYAN DA BIAXIVE.
RAST: Pir zehmet e ku mirov paşpenî mirîyan biaxive. / Pir zehmet e ku mirov li pey mirîyan biaxive. / Pir zehmet e ku mirov li dû mirîyan biaxive. / Pir zehmet e ku mirov di pey mirîyan da biaxive.
RAVE: Di vê hevokê de, îtiraza me li awayê gotina “di pişt mirîyan de” ye. Eger mirov bi kurdî bifikire, gerek awayên wekî “paşpenî mirîyan”, “li pey mirîyan”, “di pey mirîyan de”, “li dû mirîyan” û hwd. Hevoka nivîskar, yek bi yek wergera biwêja tirkî ye (ölünün arkasından).
ŞAŞ: LI SER WÊ XAKA KU LÊ XIZANÎ, ŞER Û PEVÇÛN HUKUM DAJO, DERKETINA REWŞENBÎR Û HUNERMENDÊN BIHÊZ NE HÊSAN E.
RAST: Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn serdest e, rabûna rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.
RAVE: Bandora zimanê tirkî ya li ser vê hevokê bi awayekî berbiçav xuya û dîyar e. Ez bawer nakim ku kurdekî bi tirkî nizanibe, karibe hevokeka wiha saz bike. Awayê gotina “Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn hukum dajo…” tam wergera biwêja zimanê tirkî ya “hüküm sürmek” e. Heke mirov vê hevokê bi kurdî birame û bibêje, hewce bû mirov wiha bigota: “Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn serdest e…” Dîsan di heman hevokê da peyva “derketin”ê bala me dikişîne ser xwe ku wiha hatîye bikaranîn: “…derketina rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.” Ev awayê gotinê jî ji ber bandor û hîkarîya zimanê tirkî ye (güçlü aydın ve sanatçıların çıkması kolay değildir). Tiştê ku ez dizanim mirov bi kurdî dibêje, “rabûna rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.” Em hevokê bi temamî bidin û wiha sererast bikin: Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn serdest e, rabûna rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.
ŞAŞ: BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ EZ BIBÊJIM KU BEŞDARKIRINA DI ORGANÎZASYONÊN WIHA MEZIN Û NAVNETEWÎ DA JIBO MILETEKÎ WEKA ME KU PÊWÎSTÎYA WÎ BI XWE DANASÎNÊ HEYE, DERFETÊN MEZIN IN.
RAST: Berî her tiştî divê ez bibêjim ku beşdarbûna di organîzasyonên wiha mezin û navneteweyî de, ji bo miletekî wekî me ku pêwîstîya wî pê heye xwe bide naskirin, derfeteka mezin e.
RAVE: Min divê ez serê pêşîn ez nerazibûna xwe li dijî gotina “beşdarkirina di organîzasyonên wiha mezin û navnetewî de” aşkera bikim. Li cihê “beşdarkirinê” bi ya me divê “beşdarbûn” an jî “beşdarîlêkirin”, “tevîbûn” an jî “tevlîbûn” bihatina tercîhkirin. Îtiraza min a din jî li vê parçeyê hevokê ye: “…jibo miletekî weka me ku pêwîstîya wî bi xwe danasînê heye.” Bi min bêhneka zêde ya fikirîna bi zimanê tirkî ji vê jêgiranê tê. Tirkîya vê biwêjê ango ya “pêwîstîya wî bi xwe danasînê heye” ev e: Kendini tanıtmaya ihtîyacı var. Baş e, li şûna vî awayê gotinê, em alternatîfa xwe bibêjin. “Berî her tiştî divê ez bibêjim ku beşdarbûna di organîzasyonên wiha mezin û navneteweyî de, ji bo miletekî wekî me ku pêwîstîya wî pê heye xwe bide naskirin, derfeteka mezin e.”
ŞAŞ: HEGER ARMANC EW BE KU EM BIBÊJIN BELA NAS Û DOST ME JÎ LI SÛKÊ BIBÎNIN, EM HEMA JI SERÎ DA JI MALA XWE DERNEKEVIN BAŞTIR E.
RAST: Bila em jî ji heval û hogirên xwe kêm nemînin. / Xwe di çavên dost û hevalan da xweş kirin. / Xwe kirin çavên hevalan. / Di çav (yekî) da kirin.
RAVE: Di vê mînakê de, biwêja ku em jê ne razî ne û biwêja tirkî ya “dostlar alışverişte görsün (dîye)” bi bîra me dixe ev e: “… bela nas û dost me jî li sûkê bibînin…” Piştî dayîna van mînakan hema em yekê ji wan hildin û di nivîsê da li şûna biwêja dabaşa mijara me, bi cih bikin û dêhna xwe bidinê bê ka bêhna tirkî ew ê dîsan jê were gelo?! “Heger armanc ew be ku em bibêjin bila em jî ji heval û hogirên xwe kêm nemînin, em hema ji serî da ji mala xwe dernekevin baştir e.
ŞAŞ: Ew “vala nasekine”, kîjan berpêçûnek sîyasî û îdeolojîk “li kêrê” bercewendîyên wê têye, ew wê bikar tîne.
RAST: Ew “betal wetal nasekine”, kîjan berpêçûnek sîyasî û îdeolojîk “bi kêrê” bercewendîyên wê têye, ew wê bikar tîne.
RAVE: Dabaşa me ji vê hevoka nimûneyî li ser gotina “Dewlet vala nasekine” ye. Rasterast ji tirkî li kurdî hatîye wergerandin: “Dewlet boş durmuyor”. Li cihê vê biwêjê di kurdî da mirov rastî biwêjên “betal sekinîn” û “betal wetal sekinîn”ê tê. Ma mirov nikare bibêje ku “dewlet “betal nasekine.”
ŞAŞ: LIGEL EW HEMÎ DERFETAN DEWLET, KES Û KOMAN “DI ARMANCÊ XWE DA BI KAR TÎNE”.
RAST: Ligel ew hemî derfetan dewlet, kes û koman “ji bo armancên xwe bi kar tîne”.
RAVE: Ji ber ku me di destpêkê da gotibû em dê bi tenê li ser biwêj û qalibên ku bêhna tirkî ji wan tên rawestin, lewma em têkilîya xwe ji rastnivîs û rêzikên gramerê yên nivîsan neyînin. Di vê hevokê de, ya ku bala me dikişîne ser xwe gotina “di armancê xwe da bi kar tîne” ye. Dîsan tesîra neyînî ya zimanê tirkî tê bîra me. Ji bo vî awayê gotinê, mirov wiha dibêje: “… ji bo armancên xwe bi kar tîne.”
ŞAŞ: WÎ DI NIVÎSÊN XWE DA SEDEMA HERÊ BINGEHÎ YA PIRSGIRÊKÊ NAXWAZE BIBÎNE, “BERPIRSÊ PIRSGIRÊKÊ JI ÇAV DIREVÎNE.”
RAST: Wî di nivîsên xwe da sedema herê bingehî ya pirsgirêkê naxwaze bibîne, “berpirsê pirsgirêkê ji ber çav dide alî.”
RAVE: Biwêja ku em li dij derdikevin û dibêjin ku ji zimanê tirkî tê jî gotina “berpirsê pirsgirêkê ji çav direvîne” ye. Kurdîya wê, bi me ev e: ji ber çav dan alî ye. Îcar ku em hevokê li gorî vê vebijêrkê rast bikin. “berpirsê pirsgirêkê ji ber çav dide alî.”
ŞAŞ: PIRSGIRÊKA YEKÎTÎYÊ JI BO ME PIRGIRÊKEK KEL (BI TIRKÎ ‘YAKICI’, BI INGÎLÎZÎ ‘HOT’) E.
RAST: Pirsgirêka yekîtîyê ji bo me kurdan pirgirêkeka dilsoj/dilşewat e.
RAVE: Di vê hevokê de, biwêja ku dêhna me dikişîne û dike em li serê ramanên xwe yên nerazîbûnê dîyar bikin, ev e: ‘…pirsgirêka yekîtîyê’ ji bo me kurdan pirgirêkek kel (bi tirkî ‘yakıcı’, bi ingîlîzî ‘hot’) e…” Li vir awayê gotina “pirsgirêkek kel” dabaşa nivîsara me ye ku gotina tirkî ya “yakıcı bir sorun”e. Ev qalib tiştê ku ez di zanim di zimanê me da tune ye. Li şûna peyva (kel”ê mirov dikare gotinên wekî “dilsoj”, diltezîn” û “dilşewat” bi kar bîne. “ji bo me kurdan pirgirêkeka dilsoj/dilşewat e…”
ŞAŞ: EW Ê JI VÊ NIVISÊ EŞKERE BIBE KU SEBEBÊ VÊ YEKÊ EW TRAWMA YE KU EM TÊ DA NE, EW ŞERM E KU EM “HIS DIKIN” Û EW TABÛ NE KU CIVATA ME LI SER XWE FERZ DIKE.
RAST: Ew ê ji vê nivisê eşkere bibe ku sebebê vê yekê ew trawma ye ku em tê da ne, ew şerm e ku em hest pê dikin” û ew tabû ne ku civata me li ser xwe ferz dike.
Ji nav vê hevokê jî mijara rexneya me gotina “his kirin” e. Çendî peyva “his” ne bi tirkî û kurdî be jî, ku bi erebî ye ketîye her du zimanan. Lê awayên bikaranîna wê ya kurdî û tirkî ji hev cuda ne. Awayê “his kirin” hema rasterast “hissetmek”a tirkî tîne bîra min. Di cihê awayê gotina “his kirin”ê da bi kurdî awayên “pê hisîn”, “pê derxistin”, “tê derxistin”, “hest pê kirin” û hwd. hene. Piştî van daxuyanîyan em îcar dikarin a xwe derpêş bikin û li gorî zanîna xwe hevokê li gorî lojîka zimanê kurdî sererast bikin: “…ew şerm e ku kurd hest pê dikin…”
ŞAŞ: “ŞÊWEYÊ PÎROZKIRINA CEJNÊ “GIRÊDAYÎ WÊ YEKÊ YE” KA EM NÊZÎKÎ HEV DIJÎN, ANGO “GIRÊDAYΔ HEJMARA ME YA DI HEMAN GUND AN BAJARAN DA YE.
RAST: Şêweyê pîrozkirina cejnê “li gorî wê yekê ye“ ka em nêzîkî hev dijîn, ango “li ser” hejmara me ya di heman gund an bajaran da ye.
RAVE: Gotina ku em jê ne razî ne û rexne dikin, gotina “girêdayî” ye. Ji ber hîkarî û kartêkirina neyênî ya zimanê tirkî ya “bağlı” ev yek bi awayekî pir û berbelav di zimanê me yê nivîskî da derdikeve ber me. Êdî wisan lê hatîye ku wekî awayê gotinê tam bi kurdî be, li me rûniştîye. Lê çi heyf ku ev rewş ji ber tesîra zimanê tirkî diqewime. Jixwe em dizanin ku di zimanê tirkî da jî ev peyv bi awayê mecazî tê bikaranîn. Ji lew ra di kurdî da gelek bergindê vê tebîra tirkî hene. Me navê ku em hemûyan li vir bi rêz bikin. Em tenê qîma xwe bi dayîna berginda wê ya di vê hevokê da bînin. Di vê hevokê da li du cihan bêjeya “girêdayî” heye, ji lew ra em ê jî hevokê bikin du parçe û wisan hizir û ramanên xwe daxuyînin. Pêşîn em li ser “Şêweyê pîrozkirina cejnê girêdayî wê yekê ye…” bisekinin. Ji dêla “girêdayî”ya di vir da em ê gotina “li gorî” bi kar bînin: “Şêweyê pîrozkirina cejnê li gorî wê yekê ye…”
Niha jî em der barê berdewama heman hevokê da fikra xwe aşkera bikin. “…ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango girêdayî hejmara kurdan a di heman gund an bajaran da ye.” Ji bo peyva “girêdayî” ya di vê da jî em ê tebîra bi awayê “li ser” wek pêşnîyaz pêşkêş bikin û di hevoka temam da bi kar bînin: “Şêweyê pîrozkirina cejnê li gorî wê yekê ye ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango li ser hejmara kurdan a di heman gund an bajaran da ye.”
ŞAŞ: LI DEVERÊN KU KURD LÊ GELEK DIJÎN DA PIÇEKÎ “ATMOSFERA CEJNÊ DIAFIRE”.
RAST: Li deverên ku kurd lê gelek dijîn piçekî “atmosfera/rewşa cejnê çêdibe.”
RAVE: Rexneya me li vir, li tebîra “atmosfera cejnê diafire” ye. Bêhna wergera ji tirkî jê tê. Li şûna vî awayê gotinê, hema em bêyî ku dirêj bikin, a xwe bidin. “Li deverên ku kurd lê gelek dijîn piçekî atmosfera/rewşa cejnê çêdibe.”
ŞAŞ: PÎROZBIHÎYÊN CEJNA SERSALÊ JÎ “MAL BI MAL TÊ GUHARTIN” LÊ BELÊ ŞÊWEYA PÎROZKIRINA ZAROK Û CIWANAN HEMÛYAN MÎNA HEV E.
RAST: Pîrozbahîyên cejna sersalê jî “mal bi mal ji hev cuda ne”, lê belê şêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e.
RAVE: Awayê gotinê yê ku bi me xweş nayê û em li dij in gotina “mal bi mal tê guhartin” e. Gelo ev awayê gotinê, li kurdîya derbenexwarî tê? Bi ya me lê nayê, ev awa ji zimanê me ra bîyan e. Ji dêla wê ve ku mirov mînakên wekî “li gorî malan ji hev cihê ye”, “mal bi mal ji hev cuda ye” û hwd. bide baştir e. Em hevokê li gorî ramana xwe sererast bikin û binivîsin. “Pîrozbahîyên cejna sersalê jî mal bi mal ji hev cuda ne, lê belê şêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e.”
RAST: Şeytan dibêje…” (Şeytan dîyor ki…).
RAST: Ji devê wî derket” (agzindan çikti).
RAST: Pişta wî nakeve erdê (sirti yere gelmedî).
ŞAŞ: HER BIJÎ (“ÇOK YAŞA”YA TIRKÎ YA KU DEMA YEK DIBÊHNIJE DA TÊ GOTIN.)
RAST: xêr be.
RAST: Rehmet li dê û babê te. / Xwedê ji te razî be. (bersiv)
RAVE: Lê tu nikarî “çok yaşa”ya tirkî ya ku dema yek dibêhnije da tê gotin wergerînî kurdî û jê ra bibêjî “her bijî”. Hek tu welî bibêjî tu dê bibî pêkenok. Tu dikarî bibêjî “xêr be” Ya bêşber jî weka bersiv nikare “sen da gor”a tirkî wergerêne kurdî û ji bo te bibêje: “Tu jî bibîne” yan jî “bila bête serê te”. Dikare holê bibêje “Rehmet li dê û babê te” yan jî “Xwedê ji te razî be”.
Nivîskar: Mazda Pola
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…