Ne ku sucdar nîne
ceze hew fêdê dide
bêrehm in şer
lê kuştin dikeve stûyê qedera Xwedê
Ne ku welat nîne
nifş hew xwedî dibe
bêsermiyan in hestên netewî
bûye nasname ji me re
koçberî û penaberî
bêçare em diqîrin
dûvra xelk li me dicive
Ne ku evîn nîne
hezkirin hew rehmê tîne
bêgul em dinalin
duvra gul peyde dibin
Ne ku çîrok nînin
mirov hew bi wan têşin
jiyana me bûye çîroka çîrokan;
lê em bêçîrok dijin
dûvra çîroka me tê weşandin.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…