ŞAŞ: LI SER SÎNOR KUŞTIN TIŞTEK “JI RÊZÊ” LÊHATÎYE!
RAST: Li ser sînor kuştin tiştek “asayî/adetî” ye!
ŞAŞ: Di MERASIMÊ DA SEROK, LI SER SALONÊN DÎROKÎ KU TÊNE GIRTIN XEMGÎNÎYA XWE “ANÎ ZIMAN”.
RAST: Di merasimê da Serok, li ser salonên dîrokî ku têne girtin xemgînîya xwe “dîyarkir/daxuyakirin”.
RAVE: Li gorî “dile getirmek”a tirkî hatîye dariştin. Her weha “anî ziman” di zimanê kurdî da maneyeka dî didêre. Bo nimûne: “Pa Xudê tuyê pê ageh î, te ev çinare ya hişk kirî, tu bi ziman bînî da mehkema me biket.
RAST: Ez çi bêjim çi beyan bikim / Mexfîyetan ez eyan bikim / Sirê dilê “eşkera bikim” / Kes bi halê min nezan.
RAVE: “eşkerakirin” ji bo tiştê dizî û sirî tê xebitandin, yanî “dane der”e.
ŞAŞ: SLOGANÊN WEK “JI KOMKUJÎYA ÇANDÊ RA ÊDÎ BES E.” DI MEŞÊ DA “DIHATIN AVÊTIN”.
RAVE: Ma slogan çawa tê avêtin!.. Qey gok û kevir e!
RAST: Sloganên wek “Ji komkujîya çandê ra êdî bes e” di meşê da “dihatin hildan”.
RAST: Deng rakirin/Deng hildan.
RAST: Halan di xwe hildan: Pale halanan di xwe hildidin. Her weha: “Dûv ra jî vegerîya ser pisîkên din, çend halan di wan hilda û bi qîrîn got…
ŞAŞ: GUNTER GRASS Û YAŞAR KEMAL “TÊN CEM HEV”.
RAST: Civana Gunter Grass û Yaşar Kemalî.
RAST: Hevrûniştina Gunter Grass û Yaşar Kemalî.
RAVE: heke mebesta wan şêwr û mişewr danîn be.
RAST: 1. Lihevcivîn.
RAVE: Gava mirov û xelk bigihêjin hev û kom bibin.
RAST: 2. Lihevrûniştin.
RAVE: Heke bi mebest û armancekê an ji bo şêwr û mişewr danînê bigihên hev. Îro li şûna “hevrûniştin”ê bêhtir “hevdîtin” tê xebitandin ku yekser li gorî “görüşme”ya tirkî hatîye dariştin, lê “hevdîtin” ne proseseka dûr û dirêj e û piştî mirov hev dibîne, li hev rûdine.
RAST: 3. Gihiştine hev/gehiştine yek.
RAST: 4. Civan dane hev.
RAST: 5. Lihevsekinîn.
RAVE: Heke li cîyekî rawestin.
RAST: Piştî deng belav bû ku Şero hatîye kuştin, xelk li ber mala wan li hev civîyan, bê bizanin ka çi qewimîye û li wê derê li hev sekinîn.
RAST: Piştî deng belav bû ku Şero hatîye kuştin, birayên wî li hev rûniştin da çawa dest hilînin.
RAST: Ew gelek cara ser vê pirsê peyivîbûn û ji wan ra li hev nehatibû hev rûnên, bên ser biryarekê.
RAST: Wexta husin û cemala wî dîn / Ecêb man, aqil firîn / Li hev rûniştin, bi hev şêwirîn / Gotin: me wek vî camêrî nedîn / Hev melîk e ne însan e / Ne beşer e, ev ruhan e.
RAST: Li bin gund li ber dara tihokê digihîjin hev û diçin nav rez.
RAVE: Li alîyê dî li gorî konteksê çêdibe mirov “gihiştin hev, gihiştin yek” jî bi kar bîne ne ku “hatine ba hev, hev dîtin, hevdîtin pêk anîn”. Gelek caran ji ber “civan, civan dane hev” ve “hevdîtin” tê xebitandin ku ew jî ne di cih da ye, lewra civan beranberî “randevu-buluşma” ve tê bikaranîn.
RAST: Her dûka ji yek girt, ku saet hinde li filan cihî bigehîne yek.
ŞAŞ: HEVDÎTINA MIN Û METÎN HEBÛ, LÊ EW NEHAT.
RAST: Min û Metîn me civan dabû hev, lê ew nehat.
ŞAŞ: EM DÊ HEV DU BIBÎNIN.
RAST: Em hev bibînin. (Rave: See you!)
RAVE: Îro ji bikarhênê asayî yê zimanê kurdî pê ve, nivîskarên kurdî jî ji dêvla “Görüşürüz”a tirkî dibêjin. “Em dê hev du bibînin.” Carina jî bi maneya “Ka em dê meyzênin bê ma kî dê bi ser keve.” jî dihê bikarînan.
ŞAŞ: Baş li xwe binêre.
RAST: Li xwe miqate be!
RAVE: Eğer “dikkat et kendine” gibi bir şeyi kast edîyorsak “hay ji xwe hebe” dîyeceğiz.
ŞAŞ: DI CIVÎNÊ DA LI SER MAFÊN JINAN “HATE RAWESTÎN”.
RAST: Di hevrûniştinê da “qala/behsa” mafên jinan hate kirin.
RAST: Di hevrûniştinê da ji mafên jinan “hate axaftin”.
RAVE: Ev qalibê hanê jî yekser li gorî “üzerinde durmak”a tirkî hatîye dariştin ku di zimanê tirkî da maneyeka mecazî li xwe kirîye, lê di zimanê kurdî da ev yek dest nade.
ŞAŞ: APÊ HESEN YÊ 75 SALÎ “JÎYANA XWE JI DEST DA.
RAST: Apê Hesen yê 75 salî “can/gîyanê xwe ji dest da”.
RAVE: “Hayatını kaybetmek”a tirkî hatîye dariştin. gava kesek dimire “can/gîyanê” xwe ji dest dide ne ku jîyana xwe, çima ku jîyan tevahîya serborî û serpêhatîya mirovekî ye; ji zarokatîyê heta mirinê.
ŞAŞ: WÎ DER BARÊ BIDARVEKIRINA 5 GIRTÎYÊN SÎYASÎ DA “DAXUYANÎYEKA NIVÎSKÎ DA”.
RAST: Wî der barê bidarvekirina 5 girtîyên sîyasî da “daxuyanî kir”.
RAST: Wî der barê bidarvekirina 5 girtîyên sîyasî da daxuyanîyeka nivîskî “ragihand/belav kir”.
RAVE: Ev qalib li gorî “demeç vermek”a tirkî hatîye dariştin ku digel mentiqê zimanê kurdî nagunce, ji ber ku daxuyanî tê “kirin” nayê “dan” çima ku kurd nabêjin “daxuya da” dibêjin “daxuya kir an xuya kir”.
ŞAŞ: XWENDEVAN DIVÊ BI AWAYEKÎ XURT “PIŞTGIRÎ BIDIN” ROJNAMEYA KURDÎ.
RAST: Xwendevan divê bi awayekî xurt “piştgirîya rojnameyên kurdî bikin”.
RAVE: Ev qalib jî awayekî têkdayî yê qalibê “piştgirtin û piştkirinê” ye ku ji ber karîgerîya “destek vermek” tirkî bûye “piştgirî dan” ku her di zimanê kurdî da nîn e.
ŞAŞ: PARÊZERÊN “GIRÊDAYΔ BAROYA AMEDÊ…, CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ PÊK ANÎN.
: Ev qalib li gorî “bağlı”ya tirkî hatîye dariştin.
RAST: Parêzerên “ser / bi ser Baroya Amedê ve”, civîna çapemenîyê pêk anîn.
RAST: Midyadê bi ser Mêrdînê ye.
ŞAŞ: BÊGUMAN EV JÎ “GIRÊDAYΔ KURDAN E.
RAST: Bêguman ev jî “li ser kurdan dimîne”.
RAVE: Di vê wergirtîya hanê da “Ev jî girêdayî kurdan e.” ku pir tê xebitandin, li gorî “Bu da Kürtlere bağlı” ya tirkî hatîye dariştin.
ŞAŞ: GIRÊDAYÎ CÎ YE.
RAST: Cî dizane.
RAVE: Ev jî “Yere bağlı.”ya tirkî ye.
ŞAŞ: WÎ DA ZANÎN DI DEMÊN DAWÎ DA LI GIRTÎGEHAN “BINPÊKIRINA” MAFAN GELEK ZÊDE BÛYE.
RAST: Wî da zanîn di demên dawî da li girtîgehan “pêpeskirina” mafan gelek zêde bûye.
RAST. Namûsa me “pêpes” bû an “pêpeskirin”.
RAST: Wext e, li dewsa ku ew dê bên bavêjine ser me, … emê herin bavêjine ser wan, nehêlin nav û namûsa me “pêpes” bikin.
RAVE: Di bawerîya me da “zêdegavî an zêdegavîkirin” jî digel vê yekê digunce.
ŞAŞ: WÎ “BANG KIR” KU DIVÊ HEMÛ KESÊN KU JI XWE RA DIBÊJIN EM MIROV IN, DIVÊ BERTEKAN NÎŞANÎ VÎ KARÊ KIRÊT BIKIN.
RAST: Wî “xwest/daxwaz kir/jê xwest” ku divê hemû kesên ku ji xwe ra dibêjin em mirov in, bertekan nîşanî vî karê kirêt bikin.
RAVE: Bangkirin, di zimanê kurdî da ne “çağrı û çağırmak”a tirkî ye, bêhtir di şûna “seslenmek” ve tê xebitandin.
ŞAŞ: JI ZAROKA BI NAVÊ LEYLA YA 8 SALÎ KU LI SEMTA ŞEHÎTLIKÊ YA NAVÇEYA YENÎŞEHÎRÊ “RÛDINÊ”, JI BO BIÇE MARKETÊ JI MALÊ DERKETIBÛ KU EV 254 ROJ IN, AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN.
RAST: Ji zaroka bi navê Leyla a 8 salî ku li semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê “dimîne/disekine/dijî”, ji bo biçe marketê ji malê derketibû ku ev 254 roj in, agahî jê nayê girtin.
RAVE: Ev qalib jî li gorî “oturmak”a tirkî hatîye dariştin ku “rûniştin” di zimanê kurdî her ji ber vê yekê ve nayê xebitandin. Mirov li ser kursî û erdê rûdine li Yenîşehîrê rûnane!
ŞAŞ: XWEDÎLÊDERKETIN.
RAST: Wê êm dike û av dike, qefeseka xweşik jê ra çêdike. Gelekî “lê dibe xwedî” û ji wê pê ve nema bi tiştekî din dadikeve.
RAST: Li ber tavê radixin. Derpî ziwa dibe. Kes xwe lê nake xwedî.
RAVE: Xwedîlêderketin” ku îro ro di medya û ragihandina bakurê welêt da cîyê qalibê resen yê kurdî girtîye, ji “sahip çıkmak”a tirkî hatîye dariştin ku kurdîya wê “lê bûne xwedî, xweyîtîlêkirin an xwe lê kirin xwedî “ ye.)
ŞAŞ: ŞAREDAR DA ZANÎN KU ÊDÎ “DI ZÛTIRÎN DEM DE” RAYEDAR TIŞTEKÎ BIKIN.
RAST: Şaredar da zanîn ku “zûtirê, gavek zûtir, demildest, rojek zûtir” rayedar tiştekî bikin.
ŞAŞ: EZ BI XWE JÎ… DIXWAZIM KU “DI DEMA HERÎ KURT DE” BÊ BERDAN.
RAST: Ez bi xwe jî dixwazim ku “zûtirê/ gavek zûtir/ demildest/ rojek zûtir” bê berdan.
ŞAŞ: EZ “BAWER IM …”
RAST: Ez “bawer dikim” an “ez wer/wisa bawer dikim”.
RAVE: Ev qalib jî yek ji wan qaliban e ku wekî “çewtîya rewa” ketîye ser zarê xelkê, ku ne dûr e bi olan û karîgerîya “sanırım”a tirkî û hevoksazîya tirkî teşe girtibe. Lê heke mirov hinekî bide bîra xwe têdigihê ku navê wî kesê ku Bawer dibêje: “Ez Bawer im” Yanî bi tirkî “Ben Inan/Inanc im.” Lewra olana tirkî li gelek malperan xuya dibe.
ŞAŞ: LEVY KU BI STRANA XWE “ME VOY” DAWÎ LI KONSERA XWE ANÎ WISA GOT; “MIN BERÊ LI CIHEKA WISA XWEŞIK “KONSEREK NEDABÛ” Û EZ DERNEKETIBÛM PÊŞBERÎ QELEBALIXEKA WISA.
RAST: Levy ku bi strana xwe “Me Voy” dawî li konsera xwe anî wisa got; “Min berê li ciheka wisa xweşik “konserek negêrabû, konserek li dar nexistibû/ konserek nekiribû/ konserek çênekiribû” û ez derneketibûm pêşberî qelebalixeka wisa.
RAVE: Konserdan yekser li gorî “konser vermek”a tirkî hatîye.
Nivîskar: Mazda Pola
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…