Dersên Rastnivîsê I 1

Şaşbikarînana kurmancî ji ber kartêkerîya neyînî ya tirkî di kurmancî da:

ŞAŞ: MIN OTOBUS “REVAND”!

RAST: Ez “bi otobosê ra negiham”. Ez “ji otobosê mam”.

RAST: Ez “pê ra negiham”, yan na ez dê têra wî lêxistana.

RAVE: “Otobüs kaçırmak”a tirkî! Niha gelek kes weha dibêjin: “Min otobos qaçirmîş kir!”☺

FERHENG: Otobüsü kaçırmak: Ji otobosê man. Bi otobosê ra negihan.

 

ŞAŞ: BILÊTA TE YA FIROKEYÊ, YA “ÇÛNÛHATINÊ” YE?

RAST: Bilêta te ya firokeyê, ya “her du serîyan” e?

RAST: Bilêta “duserî”.

(Tr: Uçak biletin geliş-gidiş bileti mi?)

FERHENG: Geliş-gidiş bileti: Bilêta duserî. Bilêta her du serîyan.

 

ŞAŞ: ŞEBEŞÊN MIN “KESMECE” NE.

RAST: Şebeşên min “bi şertê kêrê” ne.

(Tr. Karpuzlarım kesmecedir.)

FERHENG: Kesmece karpuz: Şebeşê “bi şertê kêrê”.

 

ŞAŞ: HEYRAN WÊ TELEVÎZYONÊ “BIGIRE” DA EM PIÇEKÎ JI XWE RA BIPEYIVIN.

RAST: Heyran wê televîzyonê “vemirîne / vekuje” da em piçekî ji xwe ra bipeyivin.

RAST: Bes e, wê televizyonê “vêsîne”. Te serê me bir lo!

RAST: Ji bo xwe ji wê xewnê rizgar bike, televîzyon “vêsand” û çû ser cîyan palda.

RAVE: “Televîzyonê bigre” dê bi sê awayî bê têgihiştin: 1- Rahêje televîzyonê.  2- Televîzyonê hilgire.  3- Televîzyon dike bireve wê bigre! 

(Tr.  Televizyon kapatmak.)

FERHENG: Televizyon kapatmak: Televizyon “vemirandin  / vekuştin / vêsandin”.

 

 

ŞAŞ: TELEVÎZYONÊ “VEKE”.

RAST: Televîzyonê “pêxe / vêxe / hilke”.

RAVE: Televîzyonê veke li nava wê binêre!

(Tr. Televizyon açmak.)

FERHENG: Televizyon açmak: Televizyon “pêxistin / vêxistin / hilkirin”.

 

 

ŞAŞ: DENGBÊJ.

RAST: Behsbêj.

RAVE: Ya rast “behsbêj” e, lewre “behsa” bûyeran, şeran û pevçûnan dike.

 

ŞAŞ: BANDORLÊKIRIN.

RAST:  Yek ji dîplomatên Ewropayê, ku di dîyarkirina polîtîkayên mafên mirovan yên YE’yê da xwedî “karîgerî” ye, serî li Komeleya Mafên Mirovan ya li Tirkîyeyê da.

RAST: Em dê bi “karîgerî” piştgirîya hêzên xwe bikin.

RAST:  Kartêkirin: Qeyrana darayî “kartêkirin” li ser plan û projeyên Wezareta Perwerdeyê kirîye. Bi taybet jî ji rûyê çapkirina pirtûkan ve.

RAVE: “Bandor” maneya “sûlta û otorîte”yê didêre û ji “boyunduruk (nîr)”a tirkî veguherîye.

(Tr. Tesir.)

FERHENG: Etkilemek: Kartêkirin. Etkili: Bikarîger.

 

ŞAŞ: PIRSGIRÊK.

RAST:  Arîşe / kêşe.

RAVE: Di zimanê kurdî da gelek peyv hene û her yek li gorî konteksteka cuda tê xebitand ku hin jê ev in: Nexweşî, alozî, gelş û gelemşe, arîşe/kêşe, tengasî/tengayî, serêşî, derd û kul. Konteksa van hemû peyvan cuda ye ku îro mixabin li şûna hemûyan “pirsgirêk” tê xebitandin.)

(Tr. Problem / sorun.)

 

ŞAŞ: ARÎŞEYA / KÊŞEYA KURD.

RAST: Arîşeya / kêşeya kurdÎ.

RAST: Arîşeya / kêşeya HesenÎ

(Tr. Kürt sorunu.)

 

ŞAŞ: NE PIRSGIRÊK E / PIRSGIRÊK NÎN E!

RAST:  Xem nake / ne xem e / tişt pê nayê / tişt nake.

(Tr. Sorun değil)

 

ŞAŞ: KOMA KEŞTÎYA CAZÊ, KU ÇALAKÎYA WÊ BÛYE “KEVNEŞOPΔ, DÊ DENGÊ CAZÊ LI ASÎMANÊN STENBOLÊ BILIND BIKE.

RAST:  Koma Keştîya Cazê, ku çalakîya wê bûye “rewişt û tîtalî / dab û nerîtî / orf û adetî”, dê dengê cazê li asîmanên Stenbolê bilind bike.

RAVE: “Kevneşop” bi tirkî dibe “eski iz, eski ayak izi” îca çawa bûye “dab û nerît” kes pê nizane! “Kevneşopî” jî ku ji ber “tradîsyonel” ve tê bikaranîn, bi tirkî dibe “eski izlilik, eski ayak izliliği(!)” Heke bi vê peyvê armanc kesê dide dû tiştê kevn an şopa tiştê kevn diajo, hîngê divê wiha bê gotin: “Kevneajo” an “kevneajoyî”.

 (Tr. Gelenek, tradisyon.)

FERHENG: Gelenek: Rewişt û tîtalî / dab û nerîtî / orf û adetî

 

ŞAŞ:  HELBESTVAN.

RAST:  Helbest.

(Tr. Şair.)

 

ŞAŞ:  ROJNAMEVAN / ROJNAMEGER.

RAST:  Rojnamenivîs.

(Tr. Gazeteci.)

 

ŞAŞ: MIN EW LI CÎYEKÎ DANÎ, EV DU ROJ IN EZ LÊ DIGERIM MIN EW “NEDÎT.

RAST: Min ew li cîyekî danî, ev du roj in ez lê digerim ez “bi ser ve nebûm”.

RAST:  Ez ji ku zanim bê min li ku danî, bi ku da çû, ez ê çilo “bi ser ve bim”.

RAVE: Di vê mînakê da mirov li cîyekî/tiştekî winda yan nedîyar digere û mebesta nedîtina bi çavan e, ji ber hindê divê lêkera “ bi ser ve bûn” bê bikaranîn.

 

ŞAŞ: GAVA KU MIN EW “DÎT”, JI KÊFA LINGÊ MIN ERD NEGIRT.

RAST: Gava ku “çavê min bi wî ket (min çav bi wî ket)”, ji kêfa lingê min erd negirt.

RAVE: Dîtineka ji nişkê ve li kar e.

RAST: Min ew “dît”, wî gelekî silav li te kirin.

RAVE: “dîtin” ne ji nişkê ve û wext pê ve diçe û “dîtin” di cîyê xwe da hatîye xebitandin.

 

ŞAŞ: EM LI KEÇIKEKA ŞÎRHELAL GERÎYAN, ME “NEDÎT”.

RAST: Em li keçikeka şîrhelal gerîyan, me “peyda nekir”.

RAST: Vir da wê da digere, keçikek ku bi şîrê xezalan xwedî bûye “peyda dike”.

RAVE: Mebest tiştekî winda û nedîyar nîn e û her weha mebest ne dîtina bi çavan e, lewma divê lêkera “peydakirin” bê xebitandin.

 

ŞAŞ: WÎ DA ZANÎN KU FIKIR Û RAMANÊ WAN ÇI DIBE BILA BIBE, HEMÛ NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KU DI GIRTÎGEHAN DA NE, DIVÊ “DI KURTEDEMÊ DA” BÊNE BERDAN.

RAST: Wî da zanîn ku fikir û ramanê wan çi dibe bila bibe hemû nivîskar û rewşenbîrên ku di girtîgehan da ne, divê “di bêhnekê / gavakê / kêlîyekê / çendekê / pêlekê da” bêne berdan.

RAVE: Piştî ku “kurdîya akademîk” peyda bû, hin kesan dest pê kir li şûna “bêhnekê-gavakê-kêlîyekê; çendekê-pêlekê” her tenê “demekê” bi kar anî yan jî got “kurtedemekê / demeka kurt / demeka kin / demeka dirêj” ku ev qalib tu jê di kurdîya resen da peyda nabin û ji ber karîgerîya tirkî ketine nav zimanê nivîskî ku ji “kısa süre / uzun süre” tên.)

RAST: Ez “bêhnekê/ gavakê / kêlîyekê” li wir dawestîyam.

RAVE: Yanî dora çaryek / nîv saetê yan saetekê  li wir dawestîyam. Lê îro gelek kes dibêjin, “Ez demeka kurt li wir dawestîyam.” Tew hindek kes dibêjin, “Ez hûrdemekê / kurtedemekê li wir dawestîyam.”

FERHENG: Kısa süre de: Bêhnekê / gavakê / kêlîyekê / çendekê / pêlekê.

 

ŞAŞ: EZ “DEMEKA DIRÊJ” LI WIR MAM.

RAST: Ez “çendekê / pêlekê” li wir mam.

RAVE: Yanî ez heftîyekî yan du heftîyan an jî mehekê li wir mam.

FERHENG: Uzun bir süre: Çendekê / pêlekê.

 

ŞAŞ: EV “DEMEKA DIRÊJ” E EZ JI WIR HATIME.

RAST: Ez “ji zû da / ji zû ve / ji mêj da” ji wir hatime.

RAVE: Ku ev “demeka dirêj” rasterast ji “uzun zaman” tirkî hatîye wergirtin û şaş e.

FERHENG: Uzun bir süre: Ji zû da / ji zû ve / ji mêj da.

 

ŞAŞ: EM DÊ NÛÇEYAN DI TELEVÎZYONÊ / ROJNAMEYÊ DA “BIWEŞÊNIN”.

RAST: Em dê nûçeyan di televîzyonê / rojnameyê da “belav bikin”.

RAVE: Di bawerîya me da lêkera herî baş ku beranberî “neşirkirin”ê bê bikaranîn, “belavkirin” e ku li başûrê welêt çi bi soranî çi bi kurmancî tê xebitandin. Ji dêvla “belavkirinê” bikarînana “weşanê” şaş e.

FERHENG: Televizyon / gazetede yayımlamak: Di televizyonê / rojnameyê da belav kirin.

 

Çendîn maneyên peyva “weşan”ê ev in:

RAST: Mirîşk pûrta xwe diweşîne.

RAST: Daran pelên xwe weşandibûn û mabûn tazî.

RAST: Potê sifreyê di paceyê da weşand.

RAST: Doşek weşandin.

RAST: Zeytûnan diweşîne.

RAST: Kevçî weşandê. (Yanî tê wer kir.)

RAST: Heke em bêjin pirtûk weşand, yanî tê wer kir!

RAST: Pê biweşînê (Yanî pê lêde)

 

ŞAŞ: VEGOTIN

RAST: GOTIN.

RAVE: Peyva “vegotin”ê bi maneya dubare gotinê didêre. Ne di maneya gotin, gilîkirın, katkirin, heykat kirin, vegêrane. “ve-“ bi maneya pêgira îngilîzî “re-“ ye.

 

ŞAŞ: DEVOK.

RAST: Zarava (Binlehçe / zar) 

RAVE: Şêweya zimanî. Di kurdî da biwêjek heye: Zahrê xwe pê dikî, ango wî texlît dikî. Gelo ev peyva zahr ne “zar” e ango şêweya ziman e.

RAST: Xancî hem ji kincên wî hem jî zarava wî zanîya ku ew zozanî ye.

RAVE: Ev peyva dariştî “devok”, ku beranberî “binlehçe (ağız)” tê xebitandin li gorî tevgirêdana zimanî wê maneyê nadêre ku lê hatîye kirin. Ji ber ku peyvên ku di zimanê kurdî da yekser maneyeka zimanî dinimînin “zar, ziman û zarava” ne, dev bêhtir wekî endameka laşî ye. Her weha heke maneyek lê bê kirin “devok” ew kesê ku pir dipeyive yanî xeberok e. Pêwîst nake em peyveka nû darêjin, jixwe xelk peyva “zarava” yekser beranberî  “binlehçe (ağız)” û “aksan (goyêş)” bi kar tîne ku ev yek ne cîyê gumanê ye. Ji ber “lehçe” ve jî peyva “şêwezar an dîyalekt” bi kar bînin.

FERHENG: Şive: Şêwezar / zarava / binlehçe / zar.

Nivîskar: Mazda Pola

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *