Rojekê cambazek bi benê kerê xwe girtibû, serê wî dikişand û hate bazara ajalan. Canbazekî din nêzîkî kerê bû: Baş li der û dora kerê nihêrî û got;
“Ev ker bi çend qurişî ye?”
“Cambazê xwedîyê kerê got: ev bi hezar kaxezî ye!”
“Min ew ker kirî û qedîya, destê xwe bide min, me
li hev kir!”
Çend kesan bi hişyarîyî di guhê ker kirî de gotin:
“Ma tu nabînî ku ev kera dikule. Ji ber vê yekê wî cambazî ew ker bi erzanî firot!”
“Ew kera seqet nîne, min baş lê nihêrî kevir di navbera simên wî de asê maye. Ji ber vê yekê ew difikire ku ew seqet e û hewl dide ku wî bi erzanî bifiroş e!”
Ew bazdidin diçin cem wî kesî dinî ku ker firoştiye: Jê re dibêjin,
“Ev kera te seqet nîne, tenê kevir di neynûka wî de asê maye!” Ji ber çi te bi erzanî firot?
Ker firoş dikene û dibêje:
“Her çend ker kulek be jî, min kevir kire nav simê wî da ku ew bifikirin ku ew ne kulek e!”
Û çûn ba yê ker kirî,
“Ev ker bi rastî jî seqet e, wî kevir bi zanebûn kire nav simê wî. Wî tu xapandî û perê te jî girt!”
Kesê ker kirî dest bi gazincan kir:
“Ey mirova bêşeref e! Eger pereyê ku min daye te ne sexte bûya, wî hindik mabû ez xapandibûma!”…
Kurtasî ev e; avabûna exlaqîya mirovên hemdema me ye.
Em dizanin ku ew derewan dikin.
Ew jî dizanin ku ew derewan dikin.
Ew dizanin em dizanin ku ew gîş derewan dikin.
Em jî dizanin û ew jî dizanin ku ew derewan dikin.
Lê dîsa jî ew derewan dikin û bernadin.
Hevalno Rastîya Civaka Me Ev e.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…