DERKET I Kitêbeke helbestan ji Pallê: Çilk û Çîk

Kitêbeke helbestan ji Pallê: Çilk û Çîk
Kitêba ewil a Mahsûn Reşçelan ya helbestan, “Çilk û Çîk”, ji Pall Weşanê derket.
Kitêb ji 36 helbestan pêk tê û edîtoriya wê Yehya Omerî kiriye.

Nivîsa bergê:
ez navê te bilêv dikim hê jî,
lewra xwê û nan li min nas e
ez bêhna te seh dikim hê jî,
lewra xuy û xudan li min nas e
bûme xwe û xulam
serederiyê li bûnê nakim
deriyên te yên li ser piştê
yek bi yek digirim,
têmê cem te,
te tenê nahêlim…

Mahsûn Reşçelan Kî ye?

Li navçeya Qulpê ya bi ser parêzgeha Îdirê di 22yê tîrmeha 1995an da ji dayik bû. Li zanîngeha Hacettepeyê ji beşa ziman û wêjeya tirkî derçû û hevdem zimanê farisî jî li heman zanîngehê xwend. Herwiha li zanîngeha Mardin Artukluyê bi rêya perwerdehiya dûrsaziyê kursa mamostetiya kurmancî û ya fêrbûna zazakî/kirmanckî qedand.

Di sala 2020an da, li Sêyemîn Festîvala Navneteweyî ya Çand û Hunerî ya Yilmaz Guneyî, di para pêşbirka helbesta kurmancî da bû hevxelatgirê Xelata Yilmaz Guneyî. Li Keyaniya Yekbûyî, li bajarê Dùn Èideanna paytexta Albayê dijî û xebatên xwe yên zimanî û wêjeyî li wir dibe sêrî. Edîtorî û wergêriyê dike seba Kovara Herdî.

Etîket: Çilk û Çîk, Derket, Pall weşan, pirtûkekek nû, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle