Bi ecêbmayîneke bêsînor, bi dilşewatiyeke bêdawî hesiyam

Silav. Tiştên ku em dixwazin bikin, tiştên ku em dixwazin biceribînin hene. Lê ji ber sedemên kor î kotî wek daxwaz dimînin ew tişt. Dibe ku em ji qonax û menzelê bêhtir bi rê û dirban mijûl in loma wisa diqewime. Bêyî ku haya me jê hebe, berba dibin. Hem bipêşdeçûnê û hem jî vegerê ji bîr dikin. Berî her tiştî, li hêla ku hûnê biçin mêze bikin xwînerên ezîz. Ev awir bi tena serê xwe nîvê rê ye. Îro li wê hêlê mêze bikin û ji xwe bipirsin: Ma xewnên min pir dûr û biyan in? Her hebin.

Li pişt pêpelûkê, li hêla rastê, min çenberek dît ku tevî hemû rengên bûka baranê şewq dida – meriv bi zorê dikarî lê binêre. Ewil ji min wer hat qey dizivire, lê dû re min fahm kir ev tevgera hanê, îluzyonek e û ji ber alema gêjker ku xwe li dorê pêçandiye, diqewimî. Firehiya Alefê ji çend santîman zêdetir nebû, lê alem û gerdûn bi giştî di hindurê wê de bûn. Her tişt (wek mînak rûyê eynikekê jî) bêkenar bû; hemû alem ji her aliyê ve bi zelalî dixuya.

Min mewicîna behrê dî, hilhatin û avaçûna rojê; min girsemirovên li Amerîkayê dî; di nîvê pîramîdeke reş de tevnepîreke rengzîvîn dî; min labîrenteke perçebûyî dî (ew London bixwe bû); min bêhesab çav dîtin ku mîna nihêrina li eynikekê ji min ve li xwe dinêrîn; min hemû eynikên li ser rûyê erdê dîtin lê yek ji wan jî ez nîşan nedidam; li hewşeke dûmahîkê ya Kolana Soler, heman ferfûrên erdê ku min sî sal berê dîtibûn di ser derwazeya xaniyeke Frey Bentosê de, dîtin; gûşiyên tirî; girikên berfê; tûtin; damarên madenan; min hilm û dûkel dîtin; çolên ekvatorî yên giş bi tûmik û di her yekê de hemû libên qûman dîtin; li Invernessê min jinikek dît ku tu carî dê ji bîr nekim; min porê wê yê gijole û bejna wê ya dirêj dî; penceşêra di pêsîra wê de jî; li kolaneke hêla din ku berê darek lê hebû, tepikeke axa hişk dî; min havîngehek li Adrogueê dî; nusxeyek ji wergera yekem a Pliny a Îngilîzî -aîdê Philemon Holland- dî û helbet hemû herfên di ser her rûpelan de jî (dema sebîtiyê matmayî mam ku çawa herfên di pirtûkeke devgirtî de tevîhev nabin û şevek di nîvê şevan de jê naçin); min li Queretaroyê avaçûna tavê dî, rengê guleke li Bengalê dida; min odeya xwe ya vala dî; li odeyeke piçûk a li Alkmaarê, min fanosek dît ku di navbera du eynikan de aliqîbû, eynik, fanosê bêhed zêde dikirin; li qeraxekî Deryaya Qezwînê, ber bi êvarê, min dît ku bijiyên hespan li ba dibin; min şekl û şêweya bêqisur a hestiyên destekî dî; min leşker dîtin, piştî şer kartpostal dişandin; li Mîrzapûrê min di şibaka dikanekê de pakêtek qertên spanî dî; sîberên tilîperan dî, di binê dara leymûnê de şîn hatibûn; min piling, pîton, bîzon, medcezîr, artêş dîtin; hemû kurmoriyên li ser rûyê erdê; min astrolabek dît ku destekariya îranî bû; di çavika maseyeke nivîsînê de min nameyên Beatrizê yên seyr, mistehcen û mişt bi hûrgulî dîtin (û ew destnivîs ez perîşan kirim) ku ji bo Carlos Argentino hatibûn lêkirin; min li goristana Chacarita abîdeyek dî, pir jê hez dikir; hestî û toza rizyayî dîtin ku berê ew Beatriz Viterbo ya bêhempa bûn; min gera xwîna xwe ya tarî dî; min hêza yekkirinê ya evînê û hêza guherandinê ya mirinê dî; min Alefê ji her nuqte û aliyekê ve dî; dinyayê di Alefê û Alefê jî di dinyayê de dî; rûyê xwe û rûviyên xwe; min rûyê te dî; ez matmayî mam û giriyam; ji ber ku çavên min ew tiştê veşartî û tenê texmînkirî dîtibûn ku her kesî navê wê dizanibû û kes nikarîbû lê binêre – alema bê teswîr û texeyûl.

Bi ecêbmayîneke bêsînor, bi dilşewatiyeke bêdawî hesiyam.

Jorge Luis Borges – Alef

El Aleph, Weşanên Alianza, r. 87-88, Wergera ji Spanyolî: Faik Budun

Pirtûkzade

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *