Hizr û xîtabên Seîdê Kurdî yên li gelê Kurd di rêya şiyarbûn û hişmendiyê de û ji bo paşerojeke ronak û rênîşaner çiraveke geş e. Digel ku ev xîtab berî niha bi sed salî hatine kirin û nivîsîn jî, dîsa rojane ne û ji gelek pirsgirêkên me yên di rojevê de mifte ne û çareseriyên girîng pêşkeş dikin. Di heman demê de di van xîtaban de hizr û metodolojîke balkêş heye.
Madem di her sedsalê de ji vejîna gelan re derfet hene, em jî dikarin bi prensîb, rênîşanî û metodolojiya van xîtaban cereke di hê xurtir û hê zindîtir bivêjîn. Wekî vejîna di serdemên Merwanî û Eyyubiyan de gelê Kurd careke dî dikare derkeve sahaya dîrokê û nexşerêyên şiyarbûn û hişmendiyê bi arîkariya van hizr û xîtabên Seîdê Kurdî pêk bîne.
Dema mirov hizr û xîtabên Seîdê Kurdî yên derheqê hişmendî û nasnameya gelê Kurd de mutale dike, mirov dikare ji vê lêkolîna ku serenava wê “Hişmendiya Gelê Kurd di Hizrên Seîdê Kurdî de” van encamên girîng derbixe:
1. Ji bo ku bi gelekî re hişmendiya miletbûnê çêbibe lazim e pêşî bibe xwediyê teoriyekê de ku ew teorî wî gelî bibe bi bal pratîkê ve ku ew jî “milletbûn” e. Lewra bê teori tu pratik pêk nayên. Pêk werin jî wê her di wan de kêmasî hebe û nîvco bimînin.
2. Seîdê Kurdî di dîroka gelê Kurd de serdemên Merwanî û Eyyubiyan û nisbetên dema mîrekên Kurd wekî şiyarbûnekė dipejirîne û Kurdên îro jî dawetî şiyarbûn û hişmendiyeke ku ji wan serdeman pêşketîtir be dike. Ew vê çendê wekî “şiyarbûna ji xewa 500 saliyê” bi nav dike.
3. Ji miletekî re şiyarbûn û hişmendi dualî ye; maddî (pratik) û manewî (teori) ye, da ku ew milet bibe xwediyê du baskan û bikaribe pê bifire û pêşde biçe. Heta ku gelek di sahaya şiyarbûna teorîk de negihîje asteke bilind nikare bibe milet û dewlet. Di warê vê hişmendiya teorîk de gelê Kurd ta evroj, hê jî ne di asteke bilind de ye. Mixabin ev ast heta niha jî, di rêjeya ji sedî sih û pênc yan jî çilî de dixuye. Naxwe pêvajoya hişmendiya gelê Kurd hê jî tam pêk nehatiye û ne di wê asta ku tê xwestin de ye.
4. Seîdê Kurdî şiyarbûn û hişmendiyê ji bo dilşadî û bextewariya ferd û civakê û ji bo înşa, pêşketina kesayeta însan û civakeke bextiyar wekî sedem û bingeh dibîne. Ew vê şiyarbûnê bi sînor nake. Çi di warê hişmendiya dînî de be û çi di warê hişmendiya millî de be, ew herduyan jî pîroz dibîne. Bi şertê ku di nav miletekî de asta şiyarbûnê û pêvajoya hişmendiyê bi ser bikeve wê di nav wî milletî de dad, hurriyet û şêwr bi ser bikeve û ev her du tişt bi hev ve girêdayî ne û yek bê ya dî pêk nayê.
5. Divê di nav Kurdan de hemiyeta dînî û mîlli bi hev re çêbibe. Bi hişmendiya milletbûnê wê di nav wan de yekîtî û hevgirtin pêk were û wê ji bo çareseriya pirgirêkên civaka Kurd xebat bên kirin.
6. Çareya rizgarbûna gelê Kurd û derketina ji bin nîrên zordestiyê ew e ku nezanî û cehalet ji Kurdistanê rabe. Kurd careke dî xwe bigihînin karwanê şaristaniyê. Ji meseleyên tali û dereceya duyem berê xwe bidin meseleyên serekî û dereceya yekem, xwe ji serokên ku hewza milliyetê kun dikin dûr bigirin. Xwe ji parsekîtiyê rizgar bikin û şuûra milliyetê bi wan re çêbibe.
7. Kurd divê bi parastina sembolên xwe yên dîrokî û urfî yên wekî cil û berg, wêrekî û çanda gelêrî xwe bi şiyarbûneke ronak amade bikin. de ahangek di navbera doh, îro û sibê de pêk were. de careke dî derheqê hola şaristaniyê de di asta cîhanî de û ji xwe re xizmetê bikin û ew jî bikeve nav karwana pêşketina mirovahiyê de.
8. Divê Kurd li ziman û edebiyata xwe xwedî derbikevin. Wê pêş de bibin û bi zimanê xwe yê dayîkê perwedeyê bibînin, da dara tubayê ya şaristaniyê careke dî geş û kesk bibe û de nifşên ku dê bên bikaribin di bin siya wê darê de dilşad û bextewar bijîn.
Seîdê Kurdî di destpêka sedsala derbasbûyî de, di demeke zû de karî di çarçoveyeke birêkûpêk de bingeheke resen ji hizra Kurdî ya dînî û mîllî re saz bike û gaveke erênî bavêje ku ev jî fersendekî dîrokiye ji bo gelê Kurd. Bi şertê ku Kurd bikaribin ji wan îstifade bikin.
✍️ Ji pirtûka Reşad Adak r.169,170,171
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…