✍️ Dr. Omer Uluçay
Em dibên qewet be, bi bereket be, hilber û serkeftin zêde be. Bi vî mirazî û bi vê dilxazîyê, ez herdu nûserên herema Semsûrê, Mihemmed Öncu û Mihemed Akar, bona xebatên wan zor spas û pîroz dikim. Herma me didin nasîn û kultura Kurdan zengîn dikin, her hebin.
Van gotinan bona ku kiteba Mihemedê ‘Enawî were fam kirin hatin ser kaxizê. Dora 80-90 salî berî îro, tesîra dewletê hindik bû, di rewşa jîyanê da kesan bi xwe, bi deste xwe heq distandin, tol digirtin, neyar ceza dikirin. Herdu alî jî dişkestin. Hindik kesan Tirkî dizanî, li Kurdistanê herkes, li her derê, li dayra, li çarşîyê, li bazarê ziman Kurmancî bû. Lî mehkemê heyya rojên nîzik bi alîkarîya tercûmanan îfade dihat hilgirtin. Lî Mehkema Kextê Ferhat û Hecîyê Elkûzê demîrbaş bûn. Berî hakim û cendirma vana davê didîn, çareser dikirin. Ku al li hev dihatin, van tercûmanên Kurmanc bî Tîrkî îfade dikirin.

Nûser Mehmet Akar(1), di romana xwe ya “Mihemedê ‘‘Enawî” dibe ku qehremanê bûyeran Mihemedê Zelxê, keleşe çîyayê Qizilê jî Tirkî nedizanî, tercûmanan îfade serrast dikirin.
*
Mihemedê ‘Enawî, ser zor û zexma, dek û dulabên axa, bona namusa xwe mêr kuşt û revî serî çîya, li xelkê ra bu dîleg û bû sitarê, bû meqamê derd û kulan, nebû eşqîya lê bû keleş û ‘Egîdê herema çîyayê Qizilê, li welatê Semsûrê.
Mihemedê Zelxe, dema ku derket serî çîya, fam kir ku, nay ku çikes derdên bê derman û bê ziman heyî bûne. Mihemed; lî hinek sebeban ra xeber şand, têrê kir. Hinekara silav şand alikarî hat, ser hinekan da keleş şandin ewna vekişîyan, ber hinekan gulle reşand, li hinekan gef xwarin têrê kir.
Mihemedê Zelxe, di gêncîya xwe da rê û rismên serî çîya hîn kirî bû. Eyyam fam dikir, sar û sekem nas dikir, cih û war hazir û nêzîk dikir. Rê û rêçen serî çîya dizanî, ba weşîn di kîjan alîda tê û bîhna barûtê di kuda difûrre, deng lî kîjan gelî da devîde, teyr û tîlûr li kuderê dihêwirin, li kuderê hêk dikin, mar li bîhna kîjan gîyayî eciz dibe û direve, ajalê firrunek, bezuk, xuşşînek û kurm û kêzik çitol bi hev şa dibin hemu tişt hîn kirî bûn. Ca di berra, serpêhatîya eşqîya jî dizanî, mêranî û nebaşî, alîkarî û zordarî fam û firk kirî bû. Mihemed alîkarê kesên mezlûm û mehrûm bu. Zordarî, şelandin, rêbirrîn nedixast û nedikir. Mihemed ‘Egît bû, Keleş bû, lê ne Eşkîya bû. Firka van peyvan cûda ye. Hevalên xwe bûna vê hişyar dikir. “Rista me da alîkarî heye, zordarî tinneye” digot. Digot lê hinek hevalan ew nedibîst. Dema ku Mihemed bi van dihesî, ewna li xwe diqetandin. Refî xwe tim disefand. Lê pêşkim, “di germîyê da tim kevîr hene, gelek çar diranan dişkênîne”. Mixebîn dawîyê da verg jî dibe, Mihemed bi mixênetî tê kuştin.
Mihemed niva husta bû, birîn nas dikir, ku çi derman ê, ew lê dikir. Li heremê, aramî peyda bûbû. Kes niva bi qerequla nediket. Kesen giredayî azad bûbûn. Herkesî bê tirs, li qerêc kare xwe dikir. Keleşên Mihemed, wek eskerê nîzamîyê, li emre guhdarî dikirin.
Xeber hat ku hinek teqlîd bi navê Mihemed, çilfiskîya dikin, xukê dixun, qaçor avêtine hinek kesan. Navbera van û Mihemed nexaş bû, car bi car peyayên van li hevra qurşûn dihelandin. Keleşên ku li ‘kerîyê xwe veqetî/revî xwe davitin paş Mihemed. Mihemedê ‘Enawî bona van dibû Sitare. Lê di berra, nav û rewşa Mihemed jî xirab dibû, xusetê keleşen Mihemed jî bi vê nexaşîye, nebaşî yê diketin. Esasê xwe da ewna, bona şelandinê, bona xûk û talanê hatibun serî çîya. Mihemed ewna berçav girtin, lê mala mine dîsa jî têrê nekir. Nubedar li bende bu Mihemed ket xewê. Keleşe hayîn, nîkê tifinga Mihemed şikand û danî şûne. Mihemed rabu, tifing avêt mile xwe û bi rê ket. Keleş, buna xwerinê diçu nav gund. Keleş dewsa xwerinê; komek ‘eşîrî, cendirme, esker şand ser Mihemed. Dest Mihemedê ‘Enawî da tifinga nîk şikestî. De were, niva mirine. Hevaltî û înamegîya keleşîyê evqase. Dawî mirin e.
Di nezera gellê heremê da Mihemedê ‘Enawî, wek Çaqircali Memed Efe, wek Înce Memed, wek Koroxlî, wek Kîzîroxlu te hesibandin û rêz girtin. Dema ku kilama Mihemedê ‘Enawî distirên, guhdarîye dikin, tevahî rondikan dibarînin. “Herê lo ‘Egîdê mala bavê min. Herê lê etê, lê Zelxe bare bar e, bar girane lê anê. Mirin, li serî çîya, nav ‘kevir û kuçka ne, hesreta cih û balgîya ne. Lê anê, dayîka Mihemedê ‘Enawî, le Zelxê bar giran e”.
*
Mihemedê ‘Enawî, di 17 salîya xwe da zewicî ye û jina wî li ser bîra gund, dema dewl kişandinê, di nîvro da tê taciz kirin. Ew bêrumetîyek mezin e, sosret e, qereset e, Xade nede serî kesî. Nirxên teqalîden civatê sertin, ef nîne, xunnê-kuştinê dixaze. Kesî ku bona namusa xwe were kuştin, mêrkuj be, bi rûmet û nemir dibe. Mihemedê ‘Enawî ser buyerek weha da, ço û kulavê şivanî ye berdide, xençera xwe di ber bennê xwe da cik dike, benê kuvkanî li pişta xwe dişidîne, dikeve hewldana tol hildanê, mêrkuştinê. Di kendalekî da kemînê datîne, ku neyar tê, erişe dike, bi kevirê kuvkanî neyar bîrva derre, xençera xwa bi kar tîne û peyaye bisal û zexm dikuje, term li ser rê dimîne, hesp gudare. Mihemed, bona kincên bi xûn bigare, derre gundeki din ba hismên xwe. Bi vî tehrî çîrok dest pê dike, gok lox bûye, ben dirêje. Emê di kiteba Mihemedê ‘Enawî da bişopînin.
Romana Mihemedê ‘Enawî, 112 rupelin, 46 rupelên pêşîyê romana Zelxê ye. Nûser Mihemed Akar jî vê berçav digre û Zelxe wek qehremanê “Maxîm Gorkî-Ana” dibine. Zelx, gorî kesatî, xebat, hewl, tekîlî, biryar, berxwedana xwe layiqî rêzgirtinê ye. Xwe qorî dike, li ewladên xwe xadî dertê, dî Mihemed nabire.
Kitaba Mihemedê ‘Enawî, hîn hûrgilî ye, wek xetnivîsa Kilama Mihemedê ‘Enawî ye. Îro jî li Semsûrê, li Besnîyê ew kilam zêde tê gotinê, dîlê xwende û guhdaran disotîne. Çîroka Kilame kinne, hinek zanin û hinek jî nizanin. Mamoste Mehmet Akar, zaten xelkê heremê ye û kesên ku di kilam û çîrokêda nav derbas dibin jî, nas û xismê hevin. Bona vê jî kitab bi navên rasteqîn hatîye nivisîn. Dema hazirîya kitabe da nûser, bi van ra hevdîtin çêkirîye, bûyer serrast kirîye. Lewra kitaba Mihemedê ‘Enawî, li romanê zêdetir, wek deftera nifûse, wek mezbeta mehkemê ye. Di kitabê da zengînî û herikbarîya ziman xuya nake, xeml û teswîra heremê û ruhiyata bûyerê nade der. Rêzeçîrok zedene, ewna dibin çavkanîya hinek berhemên din, dibin mijara çend fîlman.
Tekîlîyen kesan, qewimîna bûyeran, cih û warên ku bûyer pêk hatine, Rê yên navbera gundan, rêzegund, çem, pira, çîya hemu tişt wek niviskarê gerok yêk bi yêk dî hindirê berhemê da cih girtine. Ango erdnîgarîya hereme hatîye beyan kirin. Urf û edetên eşîran, dilig û xebata gel, nirxên manewî, tekîlî û alîkarî ya malbatan hatine îzeh kirin. Hewl û hîssîyata kesan berçav nîne, şexis wek kalip mane.
Mekanê bûyeran, gundên navenda Semsurê yên ber Ferêt, qismek gundên Besnî yê, Riha, bin xetahêsin, li Surîyê Kobanî, gundê Mextelê, Cêlik/gundê Molikan, Meletî, Ezîrgan madene komirê (rijîyê), hemu gunden eşîra Molikan (navend Enaw, Beweg, Axdere, Çilkanî, Çerçîyan Xulxulk, Darbelik), Firlaz, Qeyali, Çamqazî, Duran, Xuraf, Betalûg, Koşin, Çîyayê Reş, Qerebaba, Çemê Çeqelê, Çemê Reş. Dest bûyerên bê hemd, Zelx mecbur dimîne pir caran li gundekî bar dike derre gundekî din.
Nûser, bedewîya Zelxê weha tarif dike: (Zelx, di zewaca lawê xwe Mihemed da li meydana dîlanê, ber duhol û zurnê, bi reqsa kurmancîyê meydana hunera tijî dike):
“Zelx kete pêşîya govendê. Zelxê bi kinc û bergên rengini û xaşik bala kesan dikişand ser xwe. Zelxê zubunekî qutnî li xwe kirî bu. Li serî Zelxê kufîyek ku bi durbenda rengîn hatî girtin hebu. Bervangek herîrî, kinc û berg û pêlawek xweşik ser û sekeyî Zelxe xemilandî bû. Zelx reqaseyek bi nav û deng bû, di destekî Zelxê da kefîya kesk û sor, di destê din da kefîya zer, di pêşîya govendê de ku çi hunera xwe hebûn bî reqsên ahengdar, reng tevlî dîlana lawê xwe dikir.”
Zelx, ku Mihemed tê kuştin şunda, li xwe mikûr tê û dibê: Heger ku mi, teklîfa zewacê li min ra, ya Şêx Hesenê Husê reîse Molîkan li gundê Enawê qebîl bikira, van bûyeran nediqewimîn, em di nav van qeresetan ra derbas nedîbûn. Dema ku mi, teklîfa zewaca Reîsê Molîka red kir, ew li stuyê me sîwar bû û em ketîn vî deraxî. Mi kir, kesî din nekir. Em di kaş werbûn. Her yêk li alîyêkî ketin û piring piringî bûn. Ya Xadê! Emê ber xwa bidin!
Nûser Mehmet Akar, dê û lêw dide ber hev. Mihemed li ser zinêrê, cendirme li hemberin ne di qamî tifingêda ne. Dayîka Zelx li neqewê, durpêça kufîyê li lawê xwera dileqîne.
Mihemedê ‘Enawî, bona namusa xwe dibe mêrkuj û firar dike, dibe mehkum, li girtigeha Meletîyê bi mehkumî lî Ezirganê di Ocaxê Komirê da dibe xebatkar. Di erdhêja Ezirganê, di sala 1939 da Mihemed û hevalekî difilitin û direvin tên Meletîye gundê Molikan. Mihemed niva mehkume, firare, kaçaxe, serok eşqîyaye, mêrkuj e.
Şexsên Romanê:
Mala Mamê Kirtê: Jina Mamê Zelxa Xellî Ûse. Kurê wan: Mihemed, Mistefa: Keç: Fatme, Eşîra Molikan di komeşîra Reşo da, li gundê Şîrazê. Şivanî, xadîyê ‘kerîyê xwa ne.
Zelx: Şêrmê ye, zane ye, bi tore ye, bedew e, gênce. Dû caran zewicî ye (Mame Kirtê, Şexê Îwîş), herdu mêr jî bi nehaşîyê mirine.
Hecê Husê: Serokê Molikan, li ku navenda eşîrê gundê Enawê ye.
Şêx Hesen: Lawê Hecê Husê, dewsa bavê xwa dibe rîsê Molikan, tirkî dîzane, mixtar e.
Îwîşê (Husê) Dînik: Brayê Hecê Husê ye, dest bela ye, tebeleşî jinekê buye.
Husikê Fathewilê, birayê jinika mexdûr ê, dewsa Îwiş birayê wî Hecê Husê dikuje.
Memudê Îwê: Pismamê Şêx Hesen e, dest dirêje, peya ye.
Omî Mestê: Kirbekçîyê mixtarîya Enawê ye.
Şêxê Îwîş: Gundê Enawê. Du lawên wî hene, herdû jî li herdû çavan korin, dixaze bizewice.
Îwîşê Dînîk: Birayê Hecê Husê ye, destbela ye, fêl çûrûğe.
Şêxê Husê: Mêrê Fatma keça Zelxê (mêrê ewil Hecê Awlalê hatibu kuştin), gundê Betalugê. Mal û pezê Zelxe lî Enawê anî Betalugê.
Omê Omê: Bavê Hecîrê, dergîst-jina Mihemedê ‘Enawî, gundê Boyalîya Çûk. Mihemed ku mêr kuşt û mehkûm-firar bu şunda, çu mala Zelxe, keça xwa Hecîre rakir anî mal, demekê şunda buka Zelxe bî mahr da mêr.
Ximş û mêrê we Mamê ‘Eşê: Keça xalî Mihemed, gundê Malpîngarê.
Îbramê Sofî: Li Semsurê pirtîfroş e, îxbarîya Mihemed li cendirma ra dike, dide girtin.
Elî Meçika: Lî gundê Molîkan nêzî Meletîyê. Zelx, Mistefa û Fatme lê dibin mevan.
Bekî Ûsanê: Li gundê Molikan, hevalê Mihemedê ‘Enawî ye. Di girtigeha Meletîyê da xeberê dide Mihemed ku jina te Hecîre dane mêr li Riha yê gundê Sayîcê.
Evdîkê Topel: Gundê Şîrazîyê. “Mihemedo ez li te hez dikim, keça mi Êm berzevace, ku tu bixazî ezê bit edim, bizewicin”. Mihemed, kulmek pere da ber Ewdikê got: “Aha vaya qelîndê Êmê ye. Êm dergîsta min e. Ezî peya meî westî me, tu hespê xwa bi min de. Li hespê suwar bû û çû.
Midûrê Şaş: Midûrê nehîya Axpîngarê ye, teqîbata Mihemedê Zelxê dikîye. Zelx rakirîye gund bi gund buna nîşandana cih û warê Mihemed bi cendirma salix bide. Mihemed tê ber derî û bangîn dike, lê mîdûr ne li mal e, li teqîbê ye. Dibê, “lo Midûro ez li ser nefesa te me.”
Mistikê Heyasî: Gundê Qereqoç, hevalê herdu biran (Mihemed û Mistefê Zelxê). Ku Mihemed, Êmê dave ser milî xwe direvîne, astengîyê dike, çare nabe u Mistik dapîre dikuje.
Şahîn Beg: Reîsê eşîra Berazî, li bin xetê, navend gundê Mextelê. Wê deme rehmet kirî bu. Dewsa bavê xwe Mistefa Axa (Hurço Beg) runiştî bu. Bin xetê gundê Mextelê, Reîsê eşîra Berazî.
Osmanê Sevrî: Bin xeta hêsin, Kubanî.Ji Semûrê/Gextê nehya Narincê,malbata Reîse eşîra Mirdês, kujerê Bedirê Paşê, nuserê Kovara Hawar, şaîr, çalekvan,Mebûsê Meclîsa Sûrîyê.Xadî peya.
Mihemedê Hesen Axa: Midûrê Çîlkanîyê ye. Kumandarê Çilkanîyê temî dike ku, zorê nedin Zelxê, jineke tene ye gûne ye, bin sîvana me da ye. Vê temîyê/emre şunda Zelx rehet dike. Mihemed li bin xeta hesin vê dîbîze, minnettar dimîne, bi xurcek dîyarî tê zîyaretîya Mihemed Axa li Girikê Mala Resa. Dîyarîyan dide, destan maç dike u dertê. Civat dikeve galgalan, ew kî yê û çima weha dike. Lê der kirin ku ew Mihemedê Zelxê ye, meruvatîyê dizanê û pêş digrê.
Receb: Peyayê Hirço Begê, li Mihemed gûman bu, di tevçalekîyê serxetê de Mihemed ew kuşt.
Baqir: Li gundê Qeyalîyê, di nîvşevda derrê ber derîyê Xefûrê keçxala Mihemed, buna Wezîhê. Mihemed, lî zevîya çandinîyê Baqir dikuje.
Mihemedê Rihanê: Navça Besnî/gundê Belqê nezî Firlazê. Mihemed dikeve bin sîvana wî. Du kes din jî dibin heval. Herku çu hejmar zêdê bu, çavderî wenda dibu.
Mam Quloç: Hevalê Mihemed li Çîyayî Besnîyê. Naqoqî di navbera van da dertê. Mam Quloç, nîkê tifinga Mihemed dişkênîne. Mixbîre. Derre gundê Kosan, navenda eşîrê Kosa, Reîs Hesenî Weqqasî El-Lalê ye. Mihemed di Şikefta Cinnan da radizê ye. Quloç li mixtar ra dibe: “Min nîkê tifinga Mihemed şikandî ye”. Eşîr, esker û cendirme tevî eşîra Kosa davin ser Mihemed di Şikeftê da derket û revî. Tifinga dest da nexebitî, debançê kêrî nekîr, qeydim dirêj bu. Hesenî Weqqas tifing li dest cendirme girt, bi nişan li Mihemed xist û kuşt. Kitab di virda diqede.
*
Di romanê da pirnav û bûyer hene, bona ku bisefînî, hinekî bi dîqqat xandin pêwîste. Bûyer bê hemd qewimîne, mecbûrîyet peyda bûye. Eşqîya xwe lî çîya, gelîya diparêzin û dawîya paşin lî vir wenda dibin, nav dimîne. Di nav kuma eşqîyan da reqabet, hesûdî, îhanet, fesadî, ezitî peyda dibe û bi van sebeban tên kuştin, girtin. Kurd dibêjin “kulî carê hûl dibe, du cara hûl dibe, dawîyê da tê girtin”. Kilama Mihemedê ‘Enawî da bi devî Zelxê tê gotin: “Mihemedê min, mi li tera got, vî karî meke, ne tû kar e. Peşîyê xwe şîrîne, paşîyê xwe kok zirar e, ‘tale.”
Mehmet Akar, bi romana Mihemedê ‘Enawî, jîyana gelê Kurd, li eşîra Molika rewşa 80-90 salên borî, ‘tîne ber çavan. Mezelê Mihemed ne belli ye. Li mirina Mihemedê ‘Enawî şunda, seborî ya eta Zelx, bûka bin xetê û herdu kurikan/qijikan ne belli ye. Le kilam di dev û dilê gelda ye.
Bi zengînîya bûyeran, bi hewldana şexsan, bi hewla şêrmê, Zelxa dîya Mihemed, materyalekî bê hempa kom bûye. Her buyer bi serî xwe, mijara kurte fîlmekê ye. Nûser Mihemed Akar, bi kedek mezin Keleşê Çîyayê Qizilê gorî dile dengbêjan nemîr kirîye, dest saxbe, qelem bi ber be, gelek spas.

1. Mehmet Akar: Mihemedê ‘Enabî (roman), Weşana Vesta, İstanbul, 2024 (112 s. Kapax qarton e, li bergê fotqirafa bi kefîyê sergredayî dibên ya Mihemedê Enabî ye.)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…