Şîzofrenî, Halûsînasyon, Hezeyan

Koma Xebatên Psîkolojiyê Ya Pêngavê*

Karên min êdî wekî berê baş nediçûn. Bi rastî benê, heya niha jiyana min bi hev ve girêdida, êdî sist bibû û ya mûhîmtir jî kontrola min bi xwe êdî ji dest min derketibû. Wexta min spartekên xwe çêdikirin, min nikarîbû êdî dêhna xwe bidimê. Min nikarîbû birazêm û min xewnên derheqê mirinê de didîtin. Ez ditirsi- yam biçûma zanîngehê û zenna min ew bû ku hemû kes li min dinêrin, derheq min de diaxivin û dengê min dibihîzin. Li diya xwe ya li Pittsburgê geriyam û min pêşniyarên wê xwes- tin. Min bi gorê wê kir û ji kampûsê bar kir, li cem xwîşka xwe bi cih bûm.

Piştî çûme wir hê xerabtir bûm. Ez ditirsiyam ku derkevim derve. Dema min di pencerê de li derve dinêrî heçko hemû kesan digotin ’wê bikujin, wê bikujin’. Xwîşka min zor dida min da ku ez herim dersên xwe. Heta ew diçû karê xwe, ez li derve disekinîm, paşê jî ez dihatim malê. Hingî diçû ez xerabtir dibûm. Bi zenna min bêhneke pîs ji laşê min dihat, ji ber vê yekê carna min rojê şeş caran serê xwe dişûşt. Rojekê ez çûme dikanê û tê bîra min wana digot ‘ku te divê tu bê xilaskirin, bersiva wê jî Îsa ye’. Tu tişt nediha- tin bîra min. Tiştên ku di wê rojê de yên min bikirana, di defterekê de min dinivîsand. Spartekên min nedihatin bîra min û şevê ji saet şeşan heta siharê 4an ders dixebitîm lê dîsa min nediwêrî wê rojê herim dersê. Min kir ku ez halê xwe ji xwîşka xwe re bibêjim lê wê min fêm nekir. Pêşnîyar kir ku ez herim ba psîkîyatrekî lê dîsa ez ditirsiyam ji malê derêm. Rojekê min biryar girt ku ez êdî nikarim bi vî awayî îdare bikim û 35 Darvon xwarin. Di heman demê de min bi xwe digot ‘çima te wisa kir’ û ‘tu êdî nikarî biçî cinnetê’.. wê çaxê min fêm kir ku ez hez nakim bimirim. Min dixwast bijiyam û ez ditirsiyam. Têlefûna ku xwîşka min daye min, ez pê psîkîyatrî geriyam û min gotê bi dozekê zêde Darvon xwariye û ez gelek ditirsim. Wî jî got bi texsiyekê ve divê biçim nexweşxaneyê. Wexta ez hatim nexweşxaneyê dilê min rabû lê hê hişê min li serê min bû. Min hîç qebûl nedikir ku ezê psîkîyatrekî bibînim. Bi gorî min psîkîyatr ji bo dînan bûn û ez jî ne dîn bûm. Ji ber vê ez di heman demê de nerazam. Min nexweşxane terikand û piştre ez hatim malê, min xwîşka xwe dît. Digot divê tu zû vegerî û li nexweşxanê birazî. Me têlefûn ji bo diya xwe vekir û du roj şûnde ew jî hat.

Halüsinasyon ve Sanrı Arasındaki Fark - Sağlıklı Bireyler

Şîzofrenî Çi Ye?

Ev hîkayeya qîzeka ku di xebata bûyerê de teşxîsa şîzofreniyê lê hatiye kirin. Teşxîsa şîzofreniyê nêzî sedsalekiye hatiye kirin û li ser vê pir xebat jî hatine çêkirin; lê hê em ji vê nexweşiya zihnî tam fêm nakin.

Bi kurtasî şîzofrenî nexweşiyeke ji nexweşiyên komên psîkotîkê ye ku bi fikr, hiş û hereket û hin nexweşiyên bingehîn ve xwe nîşan dide. Di van ramanaloziyan de fikr, bi gorê mantiqekê rêz nabin, dîqqet(bal) û feraset jî xe- rab dibe. Di tevgerên motor de jî xerabî çêdibin. Nexweş pir caran ji insanên din û ji rastiyan direvin û xwe bi hezeyan û halûsînasyonan diparêzin.

Halüsinasyon: Çeşitleri ve Nedenleriyle Beynin Gizemli Oyunu - Şukela List

Nîşaneyên Şîzofreniyê

Em dikarin di bin du beşan de nîşaneyên şîzofreniyê rave bikin. Yek nîşaneyên pozîtîf in û yek jî yên negatîf in.

1. Nîşaneyên Pozîtîf: Di axaftinê de bêrêzîtî, halûsînasyon, hezeyan û hereketên ecêb tên dîtin.

Di axaftinê de bêrêzitî: Di sazkirina axaftinê û fikran de pirsgirêk hene û yê wan guhdar dikin fêm Ji bo mînak;

A: Di van wextên dawiyê de hûn hêrs bibûn?

B: Na, ez ser gûhûşkim.

A: Ser gûhûşk? Min fêm nekir. B: Yanê tenê ser gûhûşk.

A: Temam, ji bo min behsa gûhûşkê bike. Qesta te çi ye?

B: Bila..gûhûşk, di nav daristanê de di tiliya maran de ji zêr hatiye çêkirin. Ev her du ser, ne masî ne. Dilê wan rabû..

Di diyalogê de tê xuyan ku, bi gorê rêzekê naaxivin, di rex û rexên fikrekê de dizivirin lê ji ber ku fikrên wan perçe perçe ne, tiştek nayê fêmkirin.

Başlıca Hezeyan Türleri Nelerdir? - Aklınızı Keşfedin

Hezeyan:

Gelek nexweş ni- zanin çima di nexweşxaneyan de radizên û haya wan ji hereketên wan yên ecêb nîn ‘Carna hin kes derheqê me de nebaş difikirin. Gelek kes ji me hez nakin û derheqê me de dek û dolaban çêdikin. Di destên wan de amûr hene û bi wan ew dika- rin ji hemû xususiyetên me jê haydar bibin. Tu kes nikare me îqna bike ku ew ne dijî me ne. Hevalê me yê herî nêzîk jî beşdarê wan dibe û êdî ew jî me teqîb dike. Hemû kes dixwazin tiştekî bînin serê me û di civakê de me piçûk bixin. Herçî odeya ku tu têkeviyê divê ji ber nihînbihîskan bê kontrolkirin.

Ev nîşaneyên hezeyanê ne. Di heqîqetê de çi rastiya wan nîn e. Çend mînak:

  • Xwendekarekê 22 salî: ‘Wexta ku ez difikirim fikrên min bi bandekê ve ji eqlê min dertên.

Hemû kes bi vê bandê ve fikrên min hîn dibin, guhdarî dikin’.

Di vê derê de fikrên wan bi aliyên kesên din ve tên zanîn.

  • Jinekê 22 salî: Ez digirîm û rondikên min dirijin, ez gelek

xemgîn dixuyim. Lê yê xemgîn ne ez im, çimkî xemgîniyê ew têxin hişê min.

Di vir de, hestên wan bi quwetekê din, ji derve tên kontrol kirin.

Skizofreniforskning giver filosof ny viden om menneskets selv

Halûsînasyon:

‘Ez nikarim bala xwe zêde li ser televizyonê bihêlim. Ji ber ku, ez nikarim hem temaşeya televizyonê bikim hem jî axaftinan guhdarî bi- kim. Wekî vê, ez nikarim du karan bi hev re bikim, bi taybetî jî temaşeki- rin û guhdarîkirin bi hev re bin.

Ev xeberên nexweşekê şîzofrenê ku nîşaneyên halûsînasyonê ne. Ji derve tu hiş- yarker nebin jî, jiyînên hîssî hene. Zêde di cihên bihîskî de, paşê jî yên dîmenî/dîtbarî de hene. Hin nexweş hene, derbarê hereketên wan de dengê şîroveyên hin kesan dibihîzin.

Mînak jineke 41 salî: Dengên mala hemberî kolana xwe dibihîst; niha kartolan spî dike, kêr hilgirtiye destê xwe, vêga wan dişo.

2. Nîşaneyên Negatîf: Avolîsyon, Alogî, Anhedonî û di hestan de qobûn çêdibin.

Avolîsyon: Nebûna enerjiyê û pirê caran jî ji bo faaliyetên rojane eleqe kêm dibe. Nexweş hem li xwe hem jî li paqijiya xwe zêde dîqet nakin: pora neşekirî, neynikên qirêj û dirêj, diranên nefirçekirî û cilên qirêj li xwe dikin, li dibistanê, li malê û li cihê kar bêsebat in û wextê xwe pirî caran vala diborînin.

Alogî: Dema diaxavin, hin tiştên ne bellî hene û dubare Ji bo mînak:

A: Çima mirov baweriyê bi Xwedê tînin? Tu çi difikirî?

B: Belê, çimkî beriya her tiştî ew insan e, xelaskarê insanan e. Bi min re diaxive. Li gorî min gelek insan şexsiyetên xwe nasnakin. Ew niza- nin ku ew, li gorî min, ji wan gelek kes nizanin ku ew bi wan re dimeşe û diaxive

  • Anhedonî: Ji bo aktîvîteyan meraq kêm dibe, bi kesên din re têkiliyên nêzîk nikare
  • Di hestan de qobûn çêdibe. Ev nexweş vala vala li tiştekê dinêrin, ronahiya çavên wan

jê çûye û bilî wan nîşanan hin hereketên din jî yên van nexweşan hene. Yek jî ji wan katatonî ye. Di rûyê wan nexweşan de îfadeyên ecêp hene. Carna dû hev û du re bi dest û piyan tiştên ecêp dikin yan jî bi hereketên ecêp bi saetan cih de dimînin. Herçiqas xerîb jî be, wekî ku bi gorê armancekê ye.

Şizofren nedir ve şizofrenlik belirtileri nelerdir? Şizofreni nasıl  anlaşılır? - Sağlık Haberleri

Dîroka Têgîna Şîzofreniyê

Têgîna şizofreniyê cara yekem ji ber du psîkîyatrên Ewropî ve hatin salixandin. Kraepelin di 1898an de cara yekem jê re zûketin ( demen- tia praecox ) gotiye. Beriya Krae- pelin hin kesan vê nexweşiyê di bin banê cureyekê din de şîrove kiri- ne. Hewce ye ku mirov “ketin” û “zûketin”ê tevilhev neke. Ji ber ku, “ketin” dema mirov pîr dibe, dest pê dike; lê bele “zûketin” ji ber sedemên din di temenekê zû dest pê dike. Di şîzofrenan de zêneke zeîf derdikeve pêşberî mirov. Kesa duyem Eugen Bleuler, mîna Kra- eplein nekiriye, yanê bi şîzofreniyê nav lênekiriye. Li ser xebitiye da ku bingeha vê nexweşiyê bibêje û zelal bike. Baweriya Bleuler “zûketin”ê heta pîrîtiyê nehatiye. Ji ber vê yekê 1908an de navê nexweşiyê daniye şîzofrenî. Têgîna şîzofreniyê ji peyvên yewnanî ‘schizein’ ku wateya wî qelişî ye; û ‘phren’ ku wateya wê eqil e, hatiye çêkirin.

Resim

Nexweşên ku êşnasiya şîzofreniyê lê hatine kirin, taybetiyên wan ji hev cuda bûn.

Ji bo ku van taybetiyan şîrove bike, Bleuler, ji bo zeîftiya têkiliyên fikr û ramanan jêbûna tayên pêwendîdar got. Ev şîrove ji bo şîrovekirina taybetiyên nexweşan baştir û hêsantir bû.

Li Emerîkayê têgîna şîzofreniyê 1900an berfirehtir kirine. 1930an de % 20 ji nexweşên psîkolojîk, teşhîsa şîzofreniyê li wan hatiye kirin. 1940an de ev rêje gihiştiye % 40an. Lê belê, li Ewropayê wate- ya têgînê zêde firehtir nebûye. Ji ber ve yekê, teşhîsa şîzofreniya li Îngilîstanê % 20an de ma ye.

Şizofreniyle Mücadele Eden Bir Sözlük Yazarından Tüm Yönleriyle Şizofrenik  Rahatsızlık - Ekşi Şeyler

Dema mirov temaşa teşhîsa li Emerîkayê ya li şîzofreniyê hatiye danîn dike, mirov bi rehetî dikare şîrove bike, ji ber ku psîkîyatrên Emerîkî di bin bandora têgîna Bleuler de mane û wê têgînê berfi- rehtir kirine. Mînak, kesên tenê yek elametekî şîzofreniyê jî dabe nîşan wekî nexweşên şîzofren hatine pejirandin.

Şîzofrenî, hinek mirovan de temenekê biçûk de û hinekan de jî di temenekê mezin de dest pê dike. Hinek nexweşan de ev nexweşî heta dawiya emrê wan didome; lê belê, hinek ji wan jî zû jê xilas dibin. Ber bi çav e ku du rêyên vê nexweşiyê hene; yek ji wan fîzyolojîk e, yanê di mejiyên van mirovan de hin tiştine çawa diqewimin?, dema mirov vê nexweşiyê dikêşe, ji bo vê pêvajoyê têgîna ‘pêvajo’ tê bikaranin. A din jî psîkolojîk e, ku piştî stresê nexweşînên reaksiyonên ne bi hev ve girêdayî dikin, ji bo vê pêvajoyê têgîna ‘reaktîf’ hatiye gotin.

Teşhîsa(nasîn) ji bo şîzofreniyê li Emerîkayê(DYE-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî) hatiye kirin, sepandina du teşhîsan têgîna şizofreniyê berfirehtir kiriye. Ya yekemîn klinîsyenan, hezeyan û halûsînasyonan bi tevahî wek şîzofren qebûl kirine. Ya duyemîn, kesên ku kesayeta wan bi awayekê xirabûye wek nexweşên şîzofrenîk hatine qebûl kirin.

Halüsinasyon sırasında beyinde neler oluyor?

Li Gorê DSM 4ê Têgîna Şîzofreniyê DSM 4ê, têgîna şîzofreniyê piçek tengtir kiriye.

  • Teşhîs, hewceye ku bi awayekî berfirehtir bê şîrovekirin.
  • Nexweşên ku derûniya wan xirab be, di nav şîzofrenan de hatine derêxistin.
  • Ji bo teşhîsa vê nexweşiyê bidin, hewce ye ku mirov ji bo şeş mehan bisekine û hinek testan çêbike, ka rewşa wan çawa ye.
  • Di dawiyê de pêdivî pê heye ku cudahiya navbera “şizof- reniya paranoîd” û “halûsînasyona hezeyanî” de ji hev bê

12 Halüsinasyon Çeşitleri ve Etkileri / Ruhsal bozukluklar / Psikopatoloji  | Thpanorama - Bugün kendini daha iyi yap!

Li gorî DSM 4ê, Cûreyên Şîzofreniyê

  • Şîzofrenîya Belawela:

Di xeberdanê de bêrêziyek heye. Xeberdana wan kesan ji hev nagire. Heta radeyekî hinek qet haj ji xwe namînin. Mînak serê xwe naşon, wisa qirêj dimînin.

  • Şîzofreniya Katatonîk:

Di vê cûreyê de nexweş di navbera bêhereketî, bihereketî û di stresê de dimîne. Ku nexweş bê reaksîyon bimînin ling û çongên wan diweri- min.

  • Şîzofreniya Paranoîd: Hebûna hinek hezeyanan di teşhîsa vê cûreyê de cihek girîng

Di vê cûreyê de hezeyanên xwe mezin dîtin û yên hesudiyê derdike- vin pêşberî mirov. Nexweş dikarin kirinên biçûk ên kesên din ji xwe

re wateyek mezin lê bikin û wekê rastiyên mezin qebûl bikin.

 

Resim

FERHENGOK

Alogî: Di hem axaftin û hem jî fikirinê de zeîfî, kêmbûn, feqîrî heye.

Anhedonî: Ji tiştan zewq nayê girtin.

Avolîsyon: Nîşaneya wê ew e, wexta enerjî yan jî daxwaza kirina tiştekê kêm dibe.

Darvon: Navê dermanekê ye.

Halûsînasyon: Ji derve tu hişyar- ker nebin jî, jiyînên hîssî hene.

Hezeyan: Kesên ku xwedî fikrên şaş. Wekî, mêjiyê min bi aliyên ji fezayê ve hatiye dizîn.

Nexweşiya Psîkotîk: Tayê rastiyê ya derheqê tiştan de, di van nexwe- şan de qut bûye. Mesela li cihekê dûr erdhêjek çêbibe, ev nexweş xwe wekî sedema wê dibînin.

Nihînbihîsk: Amûra dengbihîstinê.

Ramanalozî: Fikr, bi gorê mantiqekê rêz nabin. Kesê ku axaftinên wan guhdar dike tu tiştê jê fêm nake.

Şîzofrenî: Nexweşiyeke ji nexweşiyên komên psîkotîkê ye ku bi fikr, hiş, hereket û hin nexweşiyên bingehîn ve xwe nîşan dide.

Şîzofreniya Belavela: Cûreyeka şîzofreniyê ye. Di xeberdanê de bêrêziyek heye. Axaftinên wan hev û du nagre.

Şîzofreniya Katatonîk: Cûreyeka şîzofreniyê ye. Nexweş, di navbera bê hereketî, bi hereketî û stresê de dimîne.

Şîzofreniya Paranoîd: Cûreyeka şîzofreniyê ye. Di vê nexweşiyê de hezeyanên xwe mezin dîtin û yên hesudiyê derdikevin pêşberê mirov.

Tevgerên motor: Dema ku insan hînê karekê bibe, êdî wexta wî karê dike zêde li ser teferûatan ranawes- te û kar didomîne. Mesela di erebe ajotinê de, dema ku tu hîn bû êdî tu nafikirî ka ez piyê xwe deynim li ser firênê yan jî gazê bidimê. Bi awayekê sirûştî êdî ajokar erebeyê diajo.

 

JÊRENOT

*Koma Xebatên Psîkolojiyê ya Pêngavê: Raşit İLAN, Zanîngeha Boğaziçiyê Psîkolojî; Ümit ESER, Zanîngeha Stenbolê Psîkolojî; Îdir TANEMÎRT Zanîngeha Stenbolê.

*Ji bo amadekirina vê xebatê me sûd ji pirtûka ‘Anormal Psîkolojî’ ya ji weşanên TPDyê derketiye wergirt(Anormal Psîkolojî 7. Baskı TPD Yayınları, çeviri editörü İhsan Dağ/ Abnormal Psychology Gerald C. Davi- son- John M. Neale).

* Ramazan Pertev bangewaziyek li kesên bi psîkolojiyê re eleqedarên kir û ji bo ku bi zimanê kurdî di zanistê de pêşbikeve bi taybet jî di psîkoloiyê de, testên ku di psîkanalîzê de ji bo tesbîtkirina kompleks û teşhîsa nexweşiyê bi kar tînin, “Testa Lou- isa Duss” wergerand kurdî (Pertev R, Testên jîrayî û exlaqê pîşeyiyê, Nûbihar 111, r.7-10). Em jî bi navê ‘Koma Xebatên Psîkolojiyê’ guh didin vê bangewaziyê û bi xebata xwe ve li kesên ji psîkoljiyê hez dikin, bang dikin.

 

Çavkanî: Kovara Pêngavê-Hejmara 3yan

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Psîkolojîya kesên ku rehet derewan dikin û derewên xwe qebûl nakin

Di psîkolojiyê de, derewkirina kronîk û rehet –bi taybetî jî dema ku kes derewên xwe …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *