Li her cih û her demî
Zimanê xwe baxêve
Bi dev hem bi qelemî
Zimanê xwe baxêve
Dema kar û betal de
Di her sohbet û qal de
Li derva hem li mal de
Zimanê xwe baxêve
Di dema keyf û qehrê
Jiyan bibe wek jehrê
Hem li bej hem li behrê
Zimanê xwe baxêve
Bi her şekl û her lewnê
Dema bibînî xewnê
Xwedê bide te ewnê
Zimanê xwe baxêve
Di nav bostan û baxî
Li her zeman û çaxî
Heta li dinyê sax î
Zimanê xwe baxêve
Li ser ban û binbanê
Li menzel û eywanê
Dema geşt û seyranê
Zimanê xwe baxêve
Şevên Çiryan yên dirêj
Piştî xilas bû nimêj
Wek Cegerxwîn û Tîrêj
Zimanê xwe baxêve
Ew te, tu wî bike best
Wek Dilbikul bibe mest
Bi pexşan û bi helbest
Zimanê xwe baxêve
Dilbikul
25-9-2021