Hêvîdar

Hêvîdar in em ji te Şah ê Kerîm

Îhdîna ya Rab sîratel-musteqîm (Ji Mewlîda Bateyî)

Birastî her kesekî bi hêvîyekî jîyana xwe didomîne û li gor hêvîyên xwe ji xwe re rêyekî hildibijêre. Hêviyên hineka ‘alî û bilindin, ji bo vê yekê jiyana wan jî li gor hêvîyên wan bilind û ‘alî û berfireh in. Hinek jê hêvîyên wan suflî û nizm û nefsanî ne weke Îblîs.

“Çaxê ku me ji Melaiketa re got ji Adem re herin secde; ji bilî Îblîs tev çûne secdê. Îblis secde nekir, xwe mezin dît û bû ji kafiran.” (Beqere 34)

Me gotibo: “Ya Adem! Tu û jina xwe li Cennetê de bi cî bibin. Dilê we li kû bixwaze û çi bixwaze têra dilê xwe jê bixwin. Lê nêzikî vê darê nebin. Yan na hûnê bibin ji zaliman. (Beqere 35)

Çaxê babê me Adem (s.x.l) bi gotin û sondên Îblîs xapiya û fêkiyê dara jê hatî mene’ kirin; xarin, “Li ser vê Îblîs pîyê wan şemitand, ew xweşiyên ku tê de bûn jê derxistin. Me got: ji hev re bi dijminantî dakevin ji wir… “ (Beqere 36)

Ew daketin li ser zemîna dinyê. Dinya ku cihê derd û bela, cihê zor û zehmetîyê ye. Belê Adem (s.x.l)  hêvîdar bû.

Vêca Adem ji Rebbê xwe çend kelîme hîn bû…” (Beqere 37)

Bi van kelîma hêvî ji Rebbê xwe kir û Rebbê wî,  hêvîdarî û tewba wî qebûl kir.

“Gotin; Xwedayê me! Me zilim li nefsa xwe kir, heke Tu li me neborî û rehmê li me nekî emê bibin ji ehlê xesarê.” (E’raf 23)

Belê Îblîs bê hêvîbû, bi kibr û quretîya xwe sûc û xetayê xwe qebûl nekir, bi kirinên xwe yên xirab Adem gunehbar û sucdar kir. Hal ev e çaxê Îblîs le’net lê hat û ji Cennetê hat qewirandin qet sûc û xetayê Adem (s.x.l) nînbû.

“Îblîs got; ji ber ku Te ez rêşaş kirim, sond ezê li ser rêya te ya rast rûnim da ku ‘ebdên te ji rê derxim.” (A’raf 16)

Rêya Îblis bi gotina wî ya “Febîma Eğweytenî” (ji ber ko te ez rêşaş kirim)  derket halê. Bû nimûne û mîsal ji bona rêhevalên wî yên xebîs.

Rê û rêça Adem (s.x.l)  jî bi vê gotinê kifş bû.“Rabbena Zalemna Enfusena;” (Xwedayê me, me zilim li nefsa xwe kir) ev gotin jî ji Adem (s.x.l)  û Ademiya re bû nimune û timsal.

Bi vî hawayî du rê vebûne li ber însanî. Rêya Adem (s.x.l) û rêya Îblis.

Rêya Adem (s.x.l); rêya Însaniyetê, rêya nûr û şîfayê, rêya serfirazî û azadiyê, rêya başî û qenciyê, rêya edeb û me’rîfetê, rêya tewazu’ û hurmetê, rêya heqq û e’daletê, rêya qedr û qîmetê, rêya xilasî û felahê… Û bi heyatek ebedî li Cennetê û razîbûna Îlahî. Belê paş sebra li ser hinek zor û zehmetîya, sebr û tehemula ‘ebdîtîya Allah û ‘îbadeta ji bona Wî.

Rêya Îblîs; rêya rûreşî û poşmaniyê, rêya bindestîya nefsê, rêya xirabî û neqenciyê, rêya kibr û qurretiyê, rêya fuhş û bê edebiyê,  rêya zulm û dalaletê ye… Û heyatek ebedî di nav ‘ezabê cehennemê de ye. Belê paş hinek zewq û cîanîna xwestekên nefsa emmare.

Belê; di dîrokê de li kîjan dewr û zemanê û li kîjan cîh û deverê binêrin însan bi van herdû qerektera derdikeve pêş. Yan qerektera Adem (s.x.l) de ne xwedîhêvîya rehma Îlahî ne yan jî di qerektera Îblîs de ne bê umîd û bê hêvîne.

Ev herdû qerekter bi despêka jiyanê heta dawiya jiyanê ji zaryên Adem(s.x.l) re bûne fitne û îmtihan. Li aliyekê Habîl li aliyê din Qabîl. Çewa Habîl, Adem (s.x.l) û Ademiya temsîl dike her wiha Qabîl jî Îblis û Îblîsîya temsîl dike.

Nesla Habil bi Resûl û Nebîyan, (s.x.l) bi qenc û salihan, bi mazlûm û mustazafan, bi ehlê bawerî û hêvîyê û ehlê heqq û adaletê didome.

Belê nesla Qabîlan jî bi birakujîyê, bi Nemrûd û Fir’ewnan, bi Haman û Qarûnan, bi Bel’am û tağûtan, bi Ebû Cehl û Ebû Leheba, Bi Yezîd û Îbnî Zîyadan didome. Heta iro jî zilmê dikin û xwînê dirêjînin û bi kîn û buğdin.

“Gava ji wan re tê gotin: li ser erdê fesadê nekin dibêjin bes em ehlê islahê ne.” (Beqere 11)

Nesla Habil ehlê teqwayê ne. “ji wan re xebera bi heqq a herdû kurên Adem bixwîne, gava her duyan qurbanên xwe pêşkêş kirin, vêca ji wan ya yekî hate qebûlkirin. Yê ku jê nehatî qebûlkirin got: sond be ezê te bikujim. Yê din got: Bi rastî Allah Te’ala, bes ji ehlê teqwayê qebûl dike.” (Maîde 27)

Her wiha ehlê evîn û ewlehîyê ne “Sond be! Heger tu destê xwe dirêjî min bikî da ku tu min bikujî, ez bi xwe ji bo kuştina te destê xwe dirêjî te nakim. Bi rastî ez ji Xwedayê ‘Alemê ditirsim.” (Maide 28)

Lewra ji bo wî jî hêviyek hebû. Tu kesî ji ehlê îmanê zerer û zîyan nedîne. Belê çaxê îmana xwe eşkere dikin her û daîm ji neqenca te’de û ezîyet dibînin. Ev zilam jî mîsalek xweşe.

“Ji dawiya bajêr zilamek bi lez dihat got: Gelî qewmê min bidin pey van pêxemberan.” (Yasîn 20)

“Bidin pey yên ku ji we tu heqzimanekî naxwazin. Bê guman ew, li ser hidayet û rastiyê ne.” (Yasîn 21) kesên heqperest ji her kesî re xêrxwaze. Rêya hidayetê çawa ji xwe re dixwaze her wiha ji yên der û dora xwe re jî dixwaze.

“Got: Ma ji bo çi; yê kû ez aferandime ‘îbadetê wî nekim, û hûnê lê bêne vegerandin.” (Yasîn 22)

“Bi rastî min bawerî bi Xwedayê we anîye, vêca li min guhdarî bikin.”(Yasîn 25) belê qewmê wî lê guhdarî nekirin û ew kuştin. Ser vê yekê “Jê re hat gotin here Cennetê. Got xwezî qewmê min, Xwedayê min çawa li min borî û kerem bi min kir bizaniya.” (Yasîn 26-27)

 

Xweda me bike ji kesên Ademî ku hêvîdarê rehma Xweda ne û me neke ji kesên Îblîsî ku ji rehma Xweda bê par û bê hêvî ne. Her hêvîdar bin.

kelhaamed.com – Dilevîn Bohtî

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply