Miletê Bênivîs Kor e Miletê Bêziman Jî Lal e

Ciwanên Hêja!

Miletê bênivîs kor e, ji ber ku pêşeroja xwe nabîne. Hin caran nayê bîra mirov ku mirov duhî çi di firavînê de xwariye. Lê eger her tişt hatibe nivîsandin, mirov agahdarê her tiştî dibe:
– Eger mirov mêjûya xwe nenivîse, mirov kor e.
– Eger mirov bi zimanê xwe nenivîse, mirov lal e.
– Eger mirov ola xwe bi zimanê xwe neşopîne û perestiniya xwe bi zimanê xwe neke, mirov olbetal e.
– Eger mirov perwerdehiya xwe bi zimanê xwe neke û nede kirin, mirov aşbetal e.
– Eger mirov guftûgoyên xwe, henek û leqemok û pêkenokên xwe bi zimanê xwe neke û bi çanda xwe nelipike, mirov ponijdar e.
– Eger mirov ne di hemêza dayida xwe de û ne bi dilovaniya bavê xwe mezin bûbe, mirov stûxwar e.
– Eger mirov û hevjîna xwe ne ji nijada xwe bin, mirov li pêşberê hevûdu xwînsar e.
– Eger mirov ”Ne ji denikê xwe têrnan bibe, mirov birçî”car e.
– Eger mirov ne ji bereketa welatê xwe têrmal bûbe, hertim mirov jar e.

– Eger mirov ne bi adana welatê xwe rebît û têrxwarî bûbe, mirov belengaz e, bindest e, jar û bê war e.

Ji ber hingê deman e li ser hemû kurdên zana û bîrewer ku mêjûya xwe bi Zimanê Kurdî binivîsin û bidin nivîsandin.

Gotineke pêşiyên Kurdan weha heye: ”Kedkirê xwe, şêrînê dilê xelkê.” Eger tu bi kêrê xwe werî, wê xelkê dinyayê tev ji te hez bikin. Yanena, eger tu bi kêrê xwe neyê, navê te kût û handîkap e.

 

Diyar e ku mafê kûtan jî, li jiyanê tenê ev e ku xelkê çi avête ber wan, bibêgavê dê bixwîn û nikarin nanatî bikin.

Xwedayê mezin alîkariya we ciwanên hêja bike, di nivîsandin û perwerdekirina bi Zimanê Kurdî de, her serkeftî, şad, serfiraz, berxwedar û bextewer bin…

Stockholm 04/07/2014
pencinar.z@gmail.com

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply