Ji sala 2000an ve, û li ser pêşniyara Dewleta Bengiladişê ku ji Rêxistina UNSECO yê re ya bi ser Neteweyên Yekgirtî ve pêşkêşkiribû û tê de daxwazkiribû ku roja 21ê meha Reşemî bibe Roja Zimanê Zikmakî Ya Cihanî, û bi pejirandina wê pêşniyarê ji aliyê rêxistina UNESCO yê ve, salane Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî tê pîroz kirin.
Wek tê zanîn, di sala 1952an de li dijî biryara qedexekirina zimanê Bingalî yê herêma Bengladişê ku beşek bû ji Dewleta Pakistanê, û neraziyek kete rojevê û ji bo şermezarkirin û derbirîna neraziyê li ser wê biryarê, xwendkarên zankoya bajarê Deka yê dest bi xwepêşandanên neraziyê kirin û rastî guleyên polîsê Pakistanê hatin û di encamê de 5 xwendkarên zankoyê canê xwe ji destdan. Silav bo canê wan xortan ku ji bo zimanê xwe, xwekirin qurbanî.
Girîngî û bandora zimên li ser avakirin û pêkanîna kesatiya mirov bi rola bingehîn û sereke radibe, wek Karl Markis dibêje:“ Zimanê zikmakî, kilîta rizgarbûn û dahêneriyê ye?“ Birastî Ev gotin di cî de ye, bi taybetî bo gelê me, ji ber ku zimanê kurdî lawê erdingariya Kurdistanê ye, zimanê me, zimanhalê axa welêt e, erd û ezmanê me ye, ji ber ku ziman stûn û hêzanê netewe ye?
Sedema bingehîn û sereke ya mayîna kurd, zimanê kurdî ye, divê em spasiya dê û bavên xwe bikin ku, ev ziman ji hezaran sal ve ji mere parastin, zimanê me hilgirê tirajîdî, efsan e û destanan e û ev yek û wê yekê nîşan dide ku, çendî bingeha zimanê me xort û bihêz e, ji ber ku tevî ku zimanê kurdî bindeste û bê parêzbende, dîsan jî em gihandin sedsala bîst û yekê!
Wek çawa ziman stûna netewe ye, di heman demê de yekem pêngava pişaftina milete, û bi qedexekirina zimên destpê dik e, lewra dagîrkerên Kurdistanê vê yekê xweş dizanin, û li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê zikmakî qedexekirin, ji ber ku dizanin ziman navika ku mirov bi dîrok, çand, erd û canê bav û papîran ve girêdide, ziman kana kurdewarî û canê netwebûnê ye, nasname û dahêneriya dê û bavan e, lewira bi pilan û pîlan, bi kotek û darê zorê û bi hemû awayên dirinde û hovane, bername ya helandin û pişaftina gelê kurd darijtine û hîn jî ew bername berdewame.
Bi pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî re, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê me yê şîrîn rihîna bav û kalan dibin gefa nemanê de ye, ev rewşa lawaz ku bi serê zimanê me de hatiye, pêdivî bi qîrînek û hişyariyeke neteweyî heye, zimanê me dike qîrîn û hawar, divê em li hawara zimanê xwe werin, da ku zimanê xwe ji nemanê biparêzin, ji ber ku neman ziman, nemana me ye.
Tê gotin ku, jiyan raman û helewst e, xwedî hest û rûmet wate xwedî raman û helewst e, divê mirov li hember her karekî an riftareke çewt û ne rewa û li dijî mafên mirov xwedî helwest be, dibe ku em bê kiryar û pilandarêj bin, lê divê em karvedanê ji destnedin û li hember her karekî, karvedaneke erênî hebe! Ma mirov bê hest û helwest danakeve asta ajelan gelo?
Di dawiyê de dixwazim gotara xwe bi hêvî û hawara rewşenbîr û dilsozê bê hempayê gelê xwe Dr. Nûredîn Zaza bi dawî bînim,“Kurdino eger hûn dixwazin ji hev tar û mar nebin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, û eger hûn dixwazin bibin yek û serkevin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.“
Mihemed Hesko (birasoz)
21.02.2020. Almanya