Ne Rojek, Her Roj Roja Zimanê Dayikê ye

Îroj roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye.

“21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1999an de weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat qebûlkirin…
Armancên vê rojê ev in:

  • Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.
  • Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.
  • Bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî.”
Ziman gelekî girîng e. Loma Celadet Bedirxan jî dibêje ku; “Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Dîn yek, ziman dudu. Lê heke dînê miletên serdet û bindest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.
Ez bi xwe ne ji hêla wan kesên yekalî li mijar û babetan dinêrin. Xweda, pir dengî, pir rengî û pir zimanî gerandiye ji nîşanên meznahiya Xwe û gotiye: “Afirandina asîmanan û erdê, (ji hev) cudabûna ziman û rengên we, ji nîşanên (Meznahiya Qudreta) Xweda ye. Bêguman di vê de ji bo zanayan ders û îbret hene. 30/22” Belê, kesek bi çiqas zimanan bizanibe başe. Lê divê pir rengî nebe sedema dûrketina ji rengê wî. Hin kes hene xwe mecbûr dibînin ku bi zimanê biyaniyan bizanibin, lê xwe mecbûr nabînin ku fêrî zimanê dayika xwe bibin û qaşo welatparêzin. Yek bi zimanê xwe nizanibe şerm e, lê ji vê jî meztir sosreta mezintirîn ew e ku; ji ber zimanê xwe şerm bike…
Digel ziman wiha girînge jî lê hîn jî hin kes di vê babetê de ne têgihiştîne û tenê di rojên wiha de ango; rojên taybet de bi weşandina peyaman pîroz dikin. Hin kes jî dibêjin ku: “ji kerema xwe, ji bo xatirê ku îroj roja zimanê zikmakî ye bila îroj her kes bi zimane dayika xwe biaxife û binivîse.” Hûn dizanin ku ev tê çi wateyê: Wek yek bibêje; di salê de yek roj roja evîndara ye û îroj ew roja evîndara ye; bila her kes tenê di vê rojê de ji hev hezbike.
Divê weke hemû mijaran, di vê mijarê dejî  ango; mijara zimên de jî, em ifrat û tefrîtê nekin û helwest di vir de jî parastin be!
Bi hêviya zimanê zikmakî bi şêweyek azad bibe navenda jiyanê da jiyan bibe jiyan û rê li ber şer û şerxwazan were girtin; roja zimanê zikmakî ya Kurd, Tirk, Ereb, Faris û hemû neteweyan pîroz be!

 

Burhan Hedbi
Serokê OHAK-DER’ê
21 Sibat 2016

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Me Ji Kû Tên?

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne: 1) ji binemala wî zimanî …

Leave a Reply