Zimanekî Jêkirî

Di hin serdemên dîrokî de civak bi çi şikestinan derbasî qonaxeke din dibin divê baş bêt zanîn. Piştî dagirkeriyê, piştî ewqas bobelatan, însanên bermayiyên tofanekê bi çi serûbinkirinan re rû bi rû dimînin, hişê wan, bîr û baweriyên wan bi çi rûxînekê re rû bi rû dimînin divê baş bêt zanîn.

Di dema desthilatiya naziyan de Hîtlerî, bi mebesta ku parzemîna Ewropayê ji cihûyan paqij bike, xwest ewil ji zimanê wan dest pê bike. Li ser vê yekê wekî dehên nivîskarên cihû Stefan Zweig jî naçar ma ku berhemên xwe bi almanî binivîsîne,lê laneta ku bi çarenûsa wî ve girêdayî bû tu car ji dû wî veneqetiya û dawiyê trajediya xwe wekî xaçeke bi stirî li pişta xwe kir û ber bi riya sirgûna xwe ve ket.

Welatên mêtînger ên wekî Îngilîstan Û Fransayê berê kîjan welatî bixistana destê xwe ewil dest diavêtin zimanê wan û bi darê zorê be jî zimanê xwe bi wan didan pejirandin, ewqas ku serê sedsala 19an de zimanê ingilîz û fransizan ji xaka xwe bêtir li welatên kolonyal dihatin bi kar anîn.

Hêzên mêtînger dixwestin bi metodeke sîstematîk miletên bindest ji çand û kevneşopên xwe ango ji nasnameyên xwe dûr bixînin, da ku karibin xwîna wan hêsantir bimêjin. Ev sîstema nû ya kolonyalîzmê heya radeyekê bi ser ket û bandora xwe jî demeke dirêj domand. Heya îro jî gava em çavê xwe li hin welatên wekî Cezayîr, Hindistan û yên efrîqî û emerîkî digerînin, şopên çanda kolonyal ji gelek hêlan ve bi zelalî xwe didin der. Îro gava em lê mêze dikin edebiyata hindê, tevî ku Hindistan 68 sal e welatekî serbixwe ye jî, niha jî bêtirî li ser zimanê ingilîzî dimeşe. Ewqas ku ji nivîskarên sereke ên wekî Salman Ruşdî, Arundhati Roy, Vikram Chandra bigirin heya nivîskarên ji nifşê nû ên wekî Amit Chaudhurî û Shashî Tharoor giş bi zimanê ingilîzî dinivîsînin.

Heçî ji vê hêlê ve rewşa herî travmatik ya cezayiriyan e. Cezayirîyên ku dema desthilatiya Fransa ya dûmahiya 132 salan ên ku bi hemû kod û DNAyên wan hatibû lîstin û taliyê bi bîreke şolî û bi hişeke perçivî ber bi tunebûnê ve hatibû kaşkirin! Di vê pêvajoyê de nivîskarên cezayirî giş ji zimanê xwe hatin nefîkirin. Çîrokeke balkêş û trajîk ji van nivîskaran jî ê Mouloud Faroun e. Farounê nivîskarê cezayîrî ê bi nav û deng, ji roja ku hay ji hebûna xwe bû heya kuştina xwe piştgirî da Tevgera Têkoşîna Serxwebûna Cezayîrê. Heta ku ji hêla endamên OASê (hêzen ku dişibin cerdewanên kurdan) ve hat qetilkirin, li dû xwe dehên berhemên bêhempa yên ku bi fransî hatibûn nivîsîn hiştin.

Gava em li dîroka xwe ya kambax dinêrin, dibînin ku encamên herî travmatîk ên ku di hiş û mêjiyên cure cure miletan de şax dane bi hemû regezên xwe hiş û mêjiyê me belawela kirine. Û tiştê mîrov diheyirîne ew e ku neteweyek di dûmahiya dagirkeriyeke ewqas dûr û dîrêj de çawa şiyaye ku hebûna xwe biparêze! Neteweyeke bermayiya tofaneke ewqas mezin çawa wekî mucîzeyekî xwedavendî şiyaye zimanê xwe, çanda xwe, kevneşopên xwe tevî hin xesirînan biparêze?

1071an de, dema ku Alparslanê selçûkî li Melazgirê bi tevkariya kurdan Bizansiyan têk bir û tirkan xaka kurd û ermen û rûman ji xwe re kirin cih û war û vir de kurd di bin desthilatiya tirkan de ne. Digel vê ji dema selçûkiyan bigirin heya dema osmaniyan di pergaleke nîvotonom de qet nebe derfeta domandina heyîna xwe; parastina ziman û çand û kevneşopên xwe dîtin. Di esasê xwe de trajediya kurdan a herî mezin bi damezrandina Komara Tirkiyeyê dest pê kir. Komara ku li ser bingeha bîr û baweriyên Îtihat Terakî ava bûbû  xwest bi awayeke sîstematîk kurdan asîmile bike, ewil bi yasaya tewhîdê tedrîsat ku tevî medreseyan dawî li perwerdehiya zimanê zikmakî jî dianî dest bi şuxilê xwe kir û pişt re jî Îsmet Paşayê rihcêwiyê Hitler pê de çû. Di encama ewqas qirkirin û tenkîl û teqrîrê sûkûnan dor hêdî hêdî hat jêkirina zimanê kurdan.

Dawiyê Zweigên kurdan jî rabûn çarmixên xwe yê stirî dan pişta xwe û ji xwe re sirgûn afirandin. Dora salên 1970yan gelek hozan û nivîskarên kurd ji welatê bav û kalan reviyan, xwe li penaberiyê girt û kedkariya zimanê xwe li xerîbiyê meşand. Li welêt jî hin Don Kişot pênûs û kevalên xwe ji xwe re kirin şûr û mertal û heya ji dest hat li ber xwe dan. Digel ewqas zext û zoran nifşeke nû klasîkên kurdan ji xwe re referans girt û bi riheke ciwan cokeke nû ava kir. Ev nifşa ku ji bo geşedana edebiyata kurdî li Bakûr kedeke ber bi çav da bi rastî jî şayanî pesindayînê bû. Lê mixabin ji hêlekê ve dehên hozan û nivîskarên wekî Yaşar Kemal, Ehmed Arif û Cemal Sureya ên bi nav û deng mecbûr man ku xwe li zimanê tirkî bigirin.

Ji vê hêlê ve rewşa Rojava, Rojhilat û Başûr, nexasim herêma Soran ji a Bakûr pir baştir xuya bike jî, piraniya kurdan ji ber sedemên cure cure Mouloud Ferounên xwe afirandin û bi zimanê dagirkeran nivîsand.

Yaşar Kemal digot “Zimanê me jêkirin.” Rewşa kurdan çiqas rast rave dike! Ez bi xwe yek ji wan zimanê jêkirî me. Yaşar Kemal, Selîm Berekat, Ehmed Arif, Rojbîn Perîşan û ên din giş bi heman sedemê bêgav man ku bi zimanê serdestan binivîsînin.

Heke em werin ser pirsa çîroka min; bi rastî çîroka min ji çîroka wan navên ku derbas dibin ne cudatir e, lewra çîrokên me giş dişibin hev. Mixabin nifşê me ji ber egerên politîkayên asimîlasyonê ji zimanê xwe ber bayî zimanekî biyanî bûn û hezar mixabin ku piştî pêvajoyeke ewqas rûxîner zimanê me ji me re bû wekî zimanê biyanî û zimanê biyanî jî bû wekî zimanê zikmakî! Ev rastiyek e û em jê çiqas biêşin jî nikarin ji vê rastiya kambax xilas bibin. Mixabin nifşê me ku yek xewenekî xwe jî bi zimanê kurdî nedidît, heya salên 2000î jî derfeta ku xwe ji zimanê dagirkeran xilas bike nedît.

Gava helbesta min a ewil “Canım Kitap” (Cana min Pirtûk) di pêveka edebî ya rojnameya Bulvarê de hat weşandin ez hêj nûciwanekî 14 salî bûm û piştî nivîsara min a ewil “Sanat Fidanlığı” (Zeviya Hunerê) di Tîrmeha 1985an de li kovara Milliyet Sanatê weşiya xortekî 19 salî bûm û ew çax min ne hay ji zimanê kurdî û ne jî hay ji Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bû. Piştî pirtûkên min ên helbestan û romanên min jî bi tirkî hatin weşandin. Romana min a ewil Efsaneyek Cûdî 2000 nushe çap bû di demek kin de qediya. Li gel van dosyeyekî min ê romanê bi navê “Sadakat”(Dilsozî) yê nîvcomayî û ji Cortazar bigire heya Kenzaburo Oe, ji Fuentes bigire heya Coetze hezaran pirtûkên ku bi tirkî hatine xwendin…

Û di encama lêkirina ewqas siwaxên tebeq bi tebeq dê ji zimanê min ê bişaftî çi bi para min biketa? Mixabin û mixabin “zimanekî lalûte”

Piştî ewqas dem û dewranan gava salên 2000î piçek rê li kurdiyê vebû û me ew derfet ji xwe re dît ku em karibin fêrî zimanê xwe bibin çil salê sax ji umrê min derbas bûbû. Tevî ku umrê min ê zaroktî û ciwantiyê li dû mabû jî min xwe neda paş û ne bi dilekî lê bi hezar dilî min xwest ku zimanê xwe yê zikmakî hîn bibim. Dawiyê bi ser jî ketim, lê sedî sed wekî ingilîzekî, wekî frensizekî, wekî tirkekî…

Nîşe: Ev nivîs sala 2013yan di kovara Dîwar de li ser pirsiyarnameya bi sernavê “Kurd Çima Bi Zimanê Serdestan Dinivîsînin” di hejmara 4ê de hate weşandin.

Îhamî Sîdar

Derbar candame

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Şiroveyek

  1. Her hebin mamoste…

Leave a Reply to CanCancel reply