Taybedmendiyên balafira Su-24’ê çi ne?

Balafira bi du paldank û cot motor, bi pergala entegre ya yekem a Rûsyayê ve hatiye arastin.Su-24, di salên 1970 û 80î de ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hatiye sêwirandin ku dikare di her şert û mercan de wezîfeyê bike û ji hewayê êrîşan bike.

Konfigürasyona Su-24ê dişibe F-111an. Ev balafir niha ji aliyê hêzên hewayê yên komarên Sowyeta berê û çend dewletên din ve tê bikaranîn.
3

TAYBEDMENDIYÊN TEKNÎKÎ

Mûretebat: 2 Pîlot

Dirêjahî: 22.67 mîtro

Bilindayî: 6.19 mîtro

Dirêjahiya per ango baskan: 17.63 mîtro

Giranî: 35,910 kg

Bingeha servîsê : 11,000 mîtro

Lez: 3.1 mach

Motor: 2 heb Saturn/Lyulka AL-21F-3A turbojets

Hêza Dehvkirinê ya Motorê: 75 kN

2

ÇEKÊN DI BALAFIRÊ DE

Hebek GSh-6-23mm top

4 heb Kh-23 (AS-7 ‘Kerry’)

4 heb Kh-25ML (AS-10 ‘Karen’)

2 heb Kh-28 (AS-9 ‘Kyle’)

2 heb Raduga Kh-58 (AS-11 ‘Kilter’)

3 heb Raduga Kh-31P

2 heb Kh-29L/T (AS-14 ‘Kedge’)

2 heb Kh-59

2 heb R-60 (AA-8 ‘Aphid’)

2 heb R-73 (AA-11 ‘Archer’)

2 heb KAB-500KR

2 heb KAB-500L

4
WELATÊN KU BI KAR TÎNIN

Efxanistan

Di salên 1980î de di rengên hêzên hewayê yên Efxanistanê de 15 heb Su-24 hatine raporkirin, lê belê di sala 1989an de îxtîmal e ku ji aliyê hêzên çekdar ve qeydên wan hatibin jêbirin.

Cezayîr

Hêzên hewayê yên Cezayîrê 39 heb kirîne. Niha 32 heb Su-24MK’yên ku bi bal Su-24M2’yê ve hatine guncavkirin û 4 heb Su-24MR di xizmetê de ne.

Angola

Hin raporên saloxgeriyê yên piştrastnekirî hene ku di wan de tê gotin hêzên hewayê yên Angolayê ji çavkaniyeke ku wek Rûsyaya Spî tê texmşnkirin, 12 heb Su-24 kirîne. Su-24’ek di sala 2008an de li baregeha hewayê ya Catûmbeyê hatiye dîtin.

Azerbaycan

Ji Mijdara 2008an ve di hêzên hewayê yên Azerbeycanê de 11 heb Su-24 di xizmetê de ne.
Belarûs

22 heb Su-24 û 12 heb Su-24MR’yên ku ji Yekîtiya Sowyetan mane, niha di hêzên hewayê yên Rûsyaya Spî de di xizmetê de ne.

Îran

Piştî şerê Îran û Iraqê, ji aliyê hêzên hewayê yên Komara Îslamî ya Îranê ve di navbera 24 û 36 heban de Su-24 hatine kirin.

Iraq

Ji aliyê hêzên hewayê yên Iraqê ve 24 heb hatine kirin. Lê belê ji dagirkirina Emerîkayê ya di sala 2003an de tu nefilitîne. Di dema şerê Kendavê yê yekem de 24 balafir jî hatine şandin Îranê û di hêzên hewayê yên komara Îslama ya Îranê de dest bi xizmetê kirine.

Qazaxistan

Artêşa Qzaxistanê xwediyê 25 heban e.

Libya

Hêzên hewayê yên Lîbyayê 8 heb Su-24 kirîne. Vê gavê ji wan 6 heb niha di xizmetê de ne, yekê jî di şewatê de zirar dîtiye.

Rûsya

Ji Mijdara 2008an ve 415 di xizmetê de ne.

Hêzên Hewayê yên Rûsyayê – ji Mijdara 2008an de 321 balafir di xizmetê de ne.

Hêza hewayê ya arastina Rûsyayê – ji Mijdara 2008an ve 94 balafir di xizmetê de ne.

Sûriye

Hatiye raporkirin ku di hêzên hewayê yên Sûriyeyê de bi qasî 20 balafiran di xizmetê de ne.

Ukrayna

Ji Mijdara 2008an ve 230 Su-24 di xizmetê de ne.

Ûzbekistan
îxtîmal e ku ji hin balafirên di xizmetê de ji heyama Yekîtiya Sowyetan ma bin.

MODÊLÊN VÊ BALAFIRÊ

Sukhoi
Su-24
Su-24M (‘Fencer-D’
Su-24M

Su-24MR (‘Fencer-E’)
Su-24MP (‘Fencer-F’)
Ramazan Badem-Teknokurd

Derbar ziman

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply