Xwedê: “Bi rastî me rêya rast nîşanî însên daye”

Sûretê Însan

(Li Medîneyê berjêr bûye, 31 ayet in.)

Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

1- Bi rastî di ser însan re, zemanekî dirêj derbas bûye ku ew hê jî ne tiştekî wilo bû ku behsa wî dihate kirin.

2- Bi rastî me, însan ji dilopek ava meniya tevlîhev (ya mêr û jinê) aferandiye da ku em wî imtîhan bikin. (Ji ber vê yekê), me ew kiriye xwedî-bihîstin (guh) û xwedî-dîtin (çav).

3- Bi rastî me rêya rast nîşanî însên daye. Dixwaze bila spasdar (mumin) be, dixwaze bila nankor (şîrheram û kafir) be.

4- Bi rastî me, ji kafiran re zincîr û qeyd (yên hesinî) û agirekî bi pêt amade kirine.

5- Bi rastî qencîkar, dê ji meykaseke ku kafûr tevlî wê bûye (yan, jî şeraba cennetê) vexwin.

6- (Ev), kaniyeke wisa ye ku bendeyên Xweda (yên xalis) ji wê vedixwin û devera ku bixwazin wê diherikînin wê derê.

7- Ew bende, nezr û peymanên xwe tînin cih û ji rojeke wilo ditirsin ku şerê wê belavbûyî ye.

8- Ew, digel ku pêdiviya wan pê heye jî (dîsa) xwarinê didin xizan (feqîr) û sêwî (yetîm) û yexsîran (dîlan).

9- (Ji wan re wiha dibêjin:) Em tenê ji bo rizaya Xwedê xwarinê didin we; em ji we tu perûyekê û tu spasiyekê naxwazin.

10- Em ji (ezabê) Xwedayê xwe ditirsin ku di rojeke ku rûtirşker û tehlker de (em bikevinê).

11- Ha ji ber vê yekê Xweda, wan ji (ezabê) neqenciya wê rojê diparêze, rûspehîtî û dilşadiyekê dide wan. 

12- Xwedê , li beramberî sebra wan bihiştekê û (lixwekirina) armûşekî (hevrîşimekî) dide wan.

13- Li cennetê li ser textan cihgirtî û paldayî ne; li wê deverê ne taveke germ ne jî sermayeke sar nabînin.

14- Siya (darên) cennetê, nêzîkî ser wan dibin û mêweyên bihiştê bi awayekî ku bi hêsanî bikarin wan biçinin, ji wan re têne nêzîkkirin.

15, 16- Ji xelkê bihiştê re (îkram) bi kaseyên zîvî û qedehên bêçembil ên cam; şûşeyên (wekî belor) û zîv spî û şeffaf tê gerandin ku bi qasî dilbija (xelkê bihiştê, meyger wan kaseyan) tijî û teyîn dikin.

17- Xelkê bihiştê, li wê derê ji meyeke wiha têne avdayîn ku zencefîl tevî wê bûye.

18- (Ev şerab) Li bihiştê ji kaniyeke wisa ye ku jê re “Selsebil” tê gotin.

19- Ji wan (xelkê bihiştê) re hin ciwanên wilo her û her ciwan (servîsê) digerînin ku tu wan bibînî, tu dê bibêjî; qey ew sedef in ku (li hawîrdorê) hatine belavkirin.

20- Gava ku tu bihiştê bibînî, tu li kû derê binêrî, tu dê nîmet û mulkekî mezin (û fereh) bibînî.

21- Li ser xelkê bihiştê cilên armûşî yên kesk û hevrîşimê stûr hene, bi bazinên zîvî hatine xemilandin. Xwedayê wan dê ji şerabeke paqij û tenê wan av bide.

22- (Ji wan re dê wiha were gotin:) Ev, ji bo we mukafatek e. Xebata we hatiye qebûlkirin.

23- (Ya Muhammed!) Me, Qur’an ji te re peyapey şandiye.

24- Naxwe, li hukmê Xwedayê xwe sebrê bikêşe, ji wan tu bi ya tu gunehkar, yan jî tu nankorî meke.

25- Sibeh û êvarê navê Xwedayê xwe di bîra xwe bîne.

26- Di beşeke şevê de ji Xwedê re here sicûdê; di beşa şevê ya dirêj de Rebbê xwe pak bidêre.

27- Ev derewîndêr ên han ji (cîhan) a ku xweş-zû dibuhure hez dikin û li pişt xwe rojeke (ezabê wê pir) giran dihêlin.

28- Me, ew aferandine; movik û azayên wan bi hev ve şidandî girêdane. Gava ku em bixwazin emê hinekên wekî wan bînin şûna wan.

29- Bêguman ev (Qur’an), şîretek e. Êdî kî, bixwaze dê bi bal Xwedayê xwe ve (ji xwe re) rêyekê bigre (ku wî bighîne Rebbê wî).

30- Bêyî vîna Xwedê , hûn nikarin karekî bivên. Bêguman Xweda Elîm (Zana) û Hekîm (Dawer) e.

31- Xweda, kê bivêt dixe nava rehmeta (cenneta) xwe. Her çî ku zalim in, ji wan re ezabekî cansoj amade kiriye.

(Tenvir Mobil – Meala Qur’ana Kerîm)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply