Dirok: 06.06.2025

Gelî Musulmana!
Carkî sehabîkî ji Cenabê Pêxember (s.X.l) ra got: “Ji İslamê tiştkî wer ji mi ra bêje ku êdî ji kesî nepirsim.”(1) Li ser vê yekê Cenabê Pêxember ewha ferma: قُلْ آمَنْتُ بِاللّٰهِ ثُمَّ اسْتَقِمْ “Bêje: Min bi Xwedê bawerî anî û dûwra jî rast û durist be.” (2) Cenabê Pêxember (s.X.l), bi vê kurtegotina xwe va bi me dide zanînê gotî kesê musulman xwedanê îmankî xurt be û seknek xwe ya rast hebe.
Gelî Musulmana!
Kesê musulman seknek (helwest) xwe heye. Ew sekna jî sekneka îmandarî ya wisan e ku; Xweda û Qasidê wî ji her kesî û ji her tiştî bêhtir hezbike û Qur’an û sûnnetê ji xwe ra bigerîne rêber. Kesê musulman bi îcaba ayeta; وَهُوَ مَعَكُمْ اَيْنَ مَا كُنْتُمْۜ“Hûn li ku dibin bibin Xwedê bi we ra ye.” (3) bi hessasiyeta ku timî di bin çavdêriya Xweda da ye û mînanî wan hecciyê ku bi îhramê xwe yê fenanî kefenan va ji hemû statûyên xwe derketî li Girê ‘Erefê sekinîne fenanî wan berê xwe bi Beytûllahê va dike, dilê xwe balî Xweda da dike.
Gelî Musulmana!
Kesê musulman, seknek xwe heye. Ew jî ew şi’ûr û hessasiyeta bendetiya ji Xweda ra ye ku, îmana me zindî dihêle, exlaqê me dikemilîne. Musulman; di nav çi şert û mercî da dibe bera bibe dîsan jî ‘îbadetê xwe fîdayê menfe’eta dunya fanî nake. Bi behaneya îş û kar û te’tîlê îbadetê xwe şûnda nahêle. Çawa ku Cenabê Pêxember di hedîskî qudsî da xeber dide biweku tişta tewrî şîrin a bende nêzîngî Xwedê dike serî da ‘îbadetên ferz in, peyra jî yên nafîle ne.
Gelî Musulmana!
Kesê musulman helwestkî xwe heye. Ew helwesta ye ku ji malbatê bigre ta bi cîrantiyê, ji îş û kar bigre ta bi tîcaretê, ji xwandinê bigre ta bi çûn û hatinê (trafîk); we’l-hasil di hemû qadê jiyanê da exlaqê Cenabê Pêxember ji xwe ra digerîne nimûne. Kesê musulman; bi îcaba wê ayeta hanê ku difermê: “Ew teqwadarên ku, di hebûnê da jî, tunebûnê da jî ji bona Xwedê didin; hêrsa xwe dadiqulînin û li însanan dibuhurin…” (4) di jiyana rojane da hezkirin û evînê dixe dewsa tundrewiyê; dilbêşiyê dixe şûna xûkirinê, rindiyê dixe şûna xirawiyê. Tiştên wek ribayê û alkolê û qumarê û zinyayê û îftira û derewan parçekî ji agirê cehennem bibîne. Wan xûy û xisletên nerindên wek teraliyê û xemsariyê û parsê gotî ji nav jiyana xwe derxîne; tişta heqê wî nine destê xwe dirêjî neke.
Gelî Musulmana!
Helwestek kesê musulman heye. Ew jî ew helwesta wîcdanî ye ku pê li hemberî zulmê û zaliman disekine û pişta mezlûm û neçaran dike. Kesê musulman bi îcaba ayeta hanê ku difermê: “Gelî wanên îman anîne! Çi bi we hat gidî dema ji we ra hat gotinê ‘werin di rêya Xweda da bikoşînin.’ wer cîhê xwe da veman. Yan dêleva axiretê da bi jiyana dunê qaîl bûn hûn?” (5) bi îcaba wê dike zaruyê ummetê li Filistînê, li Xezzê û li tu derê cîhanê destê sîyonîstan û hevalbendê wan da bernade. Li alîkî mezlûm û bindest ji birçîna rageriyabin û ew herwekî tew tiştek neqewimîbe û her tişt sanahî be nabe bijî.
Gelî Musulmana!
İro, emê îmandar hewcedarê seknek musulmantî ne, hewcedarê jiyaneka Xweda û Qasidê wî pê ferman kirine hewcedarê wê ne. Çawa ku Cenabê Pêxember di hedîsa hanê da difermê: اَلْمُؤْمِنُ لِلْمُؤْمِنِ كَالْبُنْيَانِ يَشُدُّ بَعْضُهُ بَعْضًا “Kesê îmandar, di piştdana hev da fenanî kevirê avahîkî ne ku li hev kîp dibin.” (6) hewcedarê seknekî ne ku dest bi dest li hev kîpbin, ji hev ra dilbêş û bi şefqet bin. Niyazmendê seknekî ne ku li pêşberî menfe’eta dunê xwe xwar nekin; belkî bi anor û rûmeta xwe va bi biryar û xwedan prensîp bin. Niyazdarê helwestkî ne ku nebin bar belkî bibin barhilgir; nebin teral û tenperwer belkî bibin xebabatkar û zîrek; bi kîn û nefretê tevnegerin belkî bi hezkirin û bi hurmet tevbigerin. El-hasil; niyazmendê seknekî wisan e ku baweriya me li ‘îbadetê me, ‘îbadetê me li exlaq û reftarê me, exlaqê me jî li her warê jiyana me were xûyanê
Xutba xwe bi mizgîniya vê ayetê hanê bi dawî tînim: “Ewê dibên: Xwedayê me Ellah e û peyra jî hemîşe rast û durist tevdigerin hene; a tu tirs li ser wan tune, ewê xemgîn jî nebin.”(7)
1.Mûslîm, Îman, 62; İbnû Henbel, III, 413.
2.Hedîd, 57/4.
3.Ebû Dawûd, Tetewwû’, 27
4.Alê ‘İmran, 3/134.
5.Tewbe, 9/38.
6.Bûxarî, Mezalîm, 5.
7.Ehqaf, 46/13.
Mela Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…