Dîrok: 13.06.2025

Gelî Musulmana!
Yek ji girîngtirînê (mûhîmtirîn) rojan û qonaxê jiyana merivan zewac e. Zewac ew e; jin û mêrek bi emrê Xwedê û bi sûnneta Pêxember bi gorayê şer’ê mehra xwe bibirrin û bi hev ra bijîn. Zewac; mertalkî zexm e ku mêr û jin pê çavê xwe ji heramiyê diparêzin, îffeta xwe pê muhafeze dikin(1) , hurmet û rûmeta xwe pê radigrin. Zewac; kefîlê neslek pak û tendurist û civak û cem’iyetkî mihkem û xurt e. Ew îmandarên ku ji zewacê dûr disekinin; Heq Te’ala wan ewha vedixwîne balî jiyankî mu’tedil a bi aheng va: “Gelî wanê bawerî anîne! Tiştên pakên Xwedê li we helal kirine wan li xwe heram nekin, tixûbê Xweda jî binpênekin; çiku kesê ji heddê xwe derkevin Xwedê ji wan heznake.”(2)
Gelî Musulmana!
Ew merasîmên wek nîşan û birrîna mahrê û dawetan, rêyên nazen în bona parvekirina şahî û kêfxweşiyê, bona dilan bi hev şîrinkin firsendên zêrrîn in, yekdestî û yekrêziyê xurtkin, dostaniyê zexmkin. Wekî hemî kar û barê xwe yê din di merasîmê dawetan da jî pîvanga me dîsan her Îslam e. Dînê me, bi şertê riayeta mehremiyetê û nebe cergebez rê didiyê biweku mêr li halê xwe û jin li halê xwe kêf û şahiya dîlanê bikin, govendê bigerînin. Lê ew şahiyên ku têda goh nadin mehremiyetê, jin û mêr dikevin destê hev, govendê digrin, jin serqot û çîptazî ne, alkol tê vexwarinê, çek û sîleh tên teqandinê, heyanî nîvê şevan bi dengê bilind mûzîk tê jenandinê û xelkê pê aciz dikin û bi siyaran konvoyê tên gerandinê û can û malê xelkê dixin metirsiyê da; a herçîka ew merasîm û şahiyana dînê me rê nade wan.
Gelî Musulmana!
Ew merasîm û şahiyê dawetan ku gotî bi gustîlkî, bi du’akî ji dil û bi îkramkî sivik bihatana pêkanînê; mixabin roja me ya îro da geriyane bûne şahiyê îsrafê û riyakariyê. Hemî ew salonên bi debdebe, ew menûyê xwarinê yê mişt-tijî îsraf, ew tevgirêdanên ne muwafiqê şer’a Xwedê, xelatên ku ji rihê diyariyê dûr û wek deyn tên hîsabkirin ku dayina wan da dikevin rikê hev da, hemî tiştên wek wan ku ji hedê xwe der, rihê zewacê xiraw dikin. Agahiya Qasidê Xweda ya li ser vê yekê ku difermê: خَيْرُ النِّكَاحِ أَيْسَرُهُ “Mehra tewrî bi xêr ewa tewrî hêsan e.” (3) gelek aşîkar e. Ji ber vê qasê; gavên wek xwazgînî û nîşanî û hinne û cihêz gotî nebin barê giran li ser milê malbatan û ciwanan. Bi çalakiyên ku ne ji dînê me û ne ji ‘urf û ‘adetê me ne bi wan va gotî derî li ber gunehan û heramiyan neyên vekirin. Sûnnetkirina zarûyan ku Cenabê Pêxember ji fitretê hîsab kiriye,(4) gotî ji armanca wê neyê dûrxistin. Şahiya sûnnetê; bi kincên biha va, bi mesrefên giran va û bi konvoyê siyaran va nebin wesîleyên riyakariyê û fexrê.
Gelî Musulmana!
Ji bîr nekin ku; zewac çi qandî ji sadetiyê dûrkeve û bigere bibe riya û şohret ew hinde dibe barkî giran. Ew jî dibe sedemê wê qasê ku ciwanê me ji zewacê sarbin yan tew yek car êdî nezewicin. Dawetan da dêleva hişmendiya “riza Xwedê” da “Gelo xelk dê çi bêje” gava bû serdest; ewê şûna rehmetê ji zehmetê ra, şûna mehebbetê ji nefretê ra, şûna bereketê ji deyndariyê ra bimîne. Bi behaneya ‘urf û ‘adetan ew mesrefên ku tên kirinê bona “Kêmanîkî nemîne”, bi barê kirediyan û ribayê va him malbat him xort û ciwan tên ajotinê balî tengasiyên nayê telafîkirin va.
Gelî Musulmana!
Bi îcaba fermana Xweda ku difermê: وَاَنْكِحُوا الْاَيَامٰى مِنْكُمْ “’Azebê xwe bizewicînin…” (5) zewicandina xort û qîzan him wezîfa malbatan him ya civakê him jî ya karbidest û sazûmanan e. A loma di dewra hanê da ku salê zewacê gelek pêşda çûye û rêjeya zarûhanînê kêm bûye, ya li me ew e; hewesa ciwanan bi zewacê bînin, zewacê hêsan bikin, bona zewacê him maddî him me’newî bibin alîkarê wan. Ya li me ew e bibin gohdarê vê agahiya îlahî ku difermê; اِنَّ الْمُبَذِّر۪ينَ كَانُٓوا اِخْوَانَ الشَّيَاط۪ينِۜ “…Ewê hanê destbelav hene ew birayê şeytanan in..” (6) dawetan da ji hemî cur û celebê îsrafê dûrkevin. Ya li me ew e; bi îcaba vê agahiya pêxemberî bikin ku difermê: مَنْ كَانَ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ فَلَا يَقْعُدَنَّ عَلَى مَائِدَةٍ يُدَارُ عَلَيْهَا بِالْخَمْرِ “Kesê baweriya wî bi Xweda û bi roj a axirê hebe bera li ser sofra ku araq lê tê vexwarin rûnenê!” (7) ew alkola ku maka hemî xirawiyan e di dawetê xwe da şûnê nedinê. Ya li me ew e; bi îcaba vê ayetê bikin ku difermê: وَلَا يَخَافُونَ لَوْمَةَ لَٓائِمٍۜ “…Ji lomeyê lomekaran natirsin, jê perwa nakin…” (8) riza Xwedê û xatirê Cenabê Pêxember ser yê her kesî û ser her tiştî ra bigrin. Wekî hemî qadê jîyanê di dawetan da jî helaliyê besî xwe bibînin, ranehêjin heramiyê.
Xutba xwe bi vê hedîsa Cenabê Pêxember diqedînim: “Zewac sûnneta min e. Kî pişta xwe bi sûnneta mi da bike, pê ‘emel neke; ew ne ji min e. Bizewicin, zêdebin; lewra roja Qiyametê li hemberî ûmmetê din bi pirbûna we ezê şanaziyan bikim.” (9)
1.Bûxarî, Nîkah, 3.
2.Maide, 5/87.
3.Ebû Dawûd, Nîkah, 30-31.
4.Bûxarî, Lîbas, 63.
5.Nûr, 24/32.
6.İsra, 17/27.
7.İbnû Henbel, I, 20.
8.Maîde, 5/54.
9.İbnû Mace, Nîkah, 1.
Mela ‘Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…