Di sala 1940 î de li gundekî Batmanê ji dêya xwe bûme. Ez biçûka şeş xuşk û biran bûm. Ji mêj ve dijwariya jiyanê dev ji me berndabû. Bi mirina bavê min jiyana me dijwartir bû. Malbata min tim di nava zehmetiyên aborî de bû. Carina nan tunebû em bixwin. Bi saya serê der û cîranan û lêziman me jiyana xwe îdame dikir. Hin şevan em li ber çira dohn rûdişitin û me guhdariya çîrokên diya xwe dikir, di wan çîrokan de min xwe didît.
Dema gihiştim sêzdeh salîya xwe hêdî hêdî mezin dibûm diedilîm. Bi porê xwe yê reş û hevreşîmî, bi çavên xwe yên zeytûnî,bi qama xweya nazik nazenîn min bala derdora xweş dikişand ser xwe. Xwezila siûda min jî wek rûyê min xweşik bûna. Ez hêj zarokek biçûk li ber deriyan dilîstim hatin ez ji Mîrze Mihemmedyê sî û pênc salî,bavê pênc zarokan re xwestim. Bi qalineke kêm malbata min ez dam wî.
Bi hêviya ku ew poşman bin,ez ji wan reviyam çûm ser dara tûyê ya li pişt mala me. Bi seetan li wir mam. Guhê min li dengê wan bû,bi hêviya ku poşmaniya wan bibihîsim. Lê mixabin tiştek di derbare poşmaniyê de ji devê wan derneket. Ber êvarkî wan ez dîtim. Te digot qey temmamê sûnc ê min e apên min û malbata min li min dan.
Di nava mehek, du mehan de daweta min danîn. Roja daweta min bûbû roja mirina min. Wê sekna Meteroyê ya bi heybet, wê îqlîma hişk li ser gelê wir jî kon vegirtibû. Weka wî çiyayî bê dil û stewr bûn. Her du çavên min bûbûn kaniya hêsiran, xwîn ji çavên min diherikîn. Kesê dengê min nedibihîst, hemmûyan guhê xwe û dilê xwe ji feryadên wê keçika bêkes û bêfêm re girtibûn.
Şeva ku zewicîm, min Qur’ana pîroz hembêz kir û pê razam. Mîrze Miheme wê şevê nêzê min nebû. Nizanim dilê wî bi min dişewitî an ji ber Qur’anê newêribû nêzê min bibe. Vê qewimînê şeva dî, şeva dî jî domand, bi rojan wisa domand, min qur’an hembêz dikir radizam û Mîrze Miheme nêzê min nedibû.
Rojek Mîrze Miheme vê mijarê ji bavê xwe Ehmed re got. Ehmed jî çareseriya vê rewşê di serlêdana şêx melan de digeriya, li derdorê kîjan şêx û mele hebûn wî serî li wan da. Di dawiyê de çûn ba Şêx Silêmanê qop. Şêx Silêman di ciwaniya xwe de şivaniya gundiyên xwe dike, ji ber ku di ji hesp de ketibû, kulîmeka wî şikiya bû û êdî nikaribû şivanî bike hatibû li vî gundî şêxtiya xwe îlan kiribû,ji ber ku hinek xwendina usmanî jî zanibû gundiyan jê bawer dikir. Şêx Silêmanê qop ji min re niviştek çêkir. Lê nivişta wî bêfêde bû min dîsa rîtuela xwe ya razana bi qur’anê didomand Mîrze Miheme jî nêzê min nedibû.
Di dawiyê de wan bi lêdan û heqaret û rûreşkirinê ez vegerandim bi ser mala bavê min de. Ev yek bi malbata min pir zor dihat wan jî zordestî û dehda li min dikirin. Rojên nexweş li mala bavê min jî dest ji pêsîra min nekir. Bêkesî, tenêtî, tengezarî li ser pişta min suwar bûbûn dev ji min bernedan. Êdî ti tehma jiyanê tune bû ji bo min,êdî jiyan li min bûbû jehr.
Zivistan xelas bûbû êdî, bi hatina biharê jî berfa çiyayê Mereto heliya, bi ava wê çemê me coş bû, min jî xwest xe bavêjim ava wê. Bila min bibe ji vir, bi kîjan warî ve, bi kîjan newalî ve dibe bila bibe. Belbî bi avê ez jî ji qeder û siûda xwe pak bibim.
Serê sibê ez zû rabûm û çûm devê çem kes li der dora çem tunebû. Min xwest xwe zinarê herî mezin de bavêjim çemê ku ji gelek keçikên xama re bûbû gor. Di wê kêliyê de yekî ji paş min ve bi her du milên min girt. Elî bû, ew Elîyê ku di biçûkaniya xwe de em bi hev re dilîstin bû. Ji min re lava, rica dikir ji bo min qanih bike. Him ji çavên wî him jî ji yên min hêsir dibariyan.
Got, ez ji te hez dikim, dixwazim jiyana xwe bi te re bijîm, heke tu xwe bikujî ezê jî xwe bikujim. Ez qanih kirim, wê rojê bû roja vejîna min.
Elî rewşa me ji malbata xwe re got,malbata wî jî bi hawayek tund ez red kirim,ez qebûl nekirim. Li gel temmamê neqencî û nebaşîyan me biryara revê girt. Şevek em li kadînê gihiştin hev. Ez ditirsiyam lê wê sekna Elî ya wêrek cesaret da min jî. Em revîyan Mêrdînê, em li wir bi cî bûn.
Gotineke tim û tim ji xwe re dibêjim heye…
Tiştên em wenda dikin hene !…
Divê despêkên me jî hebin..
Sevda Arslantaş
Werger ji tirkî:Dilbirîn Dilo