Mirovê Zane kî ye?

Di sohbeta ku me serê hefteyê bi hevalê xwe re kirî de, pirsa jêrîn derket pêş: Mirovên baqil kî ye? Di dawiya axaftina me de, min û hevalê xwe biryar da: “Kesê biaqil ew e ku yê ku herî kêm poşman dibe ye.” Fêrbûna ji xeletiyan, desteserkirina derfetan, hewldanên xwe yên li ser ya herî hêja xerckirin hewcedariyên hişmendiyê ne …

Min ew pirs bar kir dersa  Rehberiyê. Ji xeynî polekê min ew mijar kire mijara hemî polan. Bersiv cuda bûn. Zarok, bi piranî di bersivên wiha dan; “baqilbûn; dilpak bûn, jiyanek lihevhatî ya bi jîngehê re bimeşîne, bibe xwedî kar û pere qezenc kirinê “. Xwendekarek min got, “Bi mebesta me ya afirînê zanin û li gorî wê jiyankirin e.”  Ji bo min girîng bû ku ez fêr bibim ku pirraniya, berê qet tiştek weha nefikirîbû. Hişên teze berê qet bi pirsek weha re rû bi rû nebûn.

Tesîra ku min ji dersan girt ev e ku em zêde li ser jiyînê nafikirin. Em bi rastî ne xem in ku jiyanek jîr bijîn. Ev nîşan dide ku em jiyana xweya rojane dijîn.

Dema ku jiyana mezinan tê vekolandin, mirov pê dihese ku her kêliyek tê plankirin, ji bo çav girtin û vekirinê wan jî wext tune. Mixabin, niha ji me gelek kes zanîna ji pîroziya kalîteya demê dûr in. 

Dema ku min ders dida, danasînek hate bîra min: “Bi rastî, jiyan rêwîtiyek e, umr rêyek e.”

Em bi dê û bav û xwişk û birayên xwe re ketin rê.

Her ku hûn mezin dibin, hevalên nû têne zêdekirin. Carcarinan em vê rêwîtiya jiyanê ji rêyên bi toz dest pê dikin û dûv re jî em digihîjin asfaltê, û carinan berevajî dibe.

Carinan em li cihên dirûvî, carinan herrî, carinan jî kevirî rubiru tên.

Carinan em bi pirên bi dîmenên xweş derbas dibin, carinan jî em dikevin bahozê.

Dizanin ku jiyan rêwîtiyek mezin e, guh didin qanûna rê, tedbîrên xwe digirin li dijî xetereyên ku em dikarin pê re rû bi rû bimînin, dema ku hûn di ciyên dîmenî re derbas dibin bextewar dibin, dema ku ji cihên bi toz derbas dibin sebir dikin, ji bo ku hûn di wextê de bimeşin gav bavêjin , domandin, her dem domandin …

Ya çêtirîn ev e ku em gihîştine kuderê razî bin

Di her rewşê de, kesê biaqil ew e ku ji cîhê xwe herî razî ye, û hetta ew hewl dide ku ya bigihîje cîhê xwe yê jê razî be.

Werger: Çandname

Çavkanî: insanvehayat.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply