Ve – Vî – Vê = Gu

Cihguherên “ve,vî,vê” bo “gu”yê ji zimanê Pehlewanî û Avestayê û zimanê îro.
Gelek guhertinên taybet û cur bi cur di zimanê berê û şûnde hatine kirin ku hêjayê şîrove û şîkariyê ne, helbet gelek caran ji ber van guhertinan peyv pirr ji hev dûr xuya dikin û gelek caran heta yên ku serê xwe bi zimên jî diêşînin, weku du peyvên cuda wan didin xuya kirin, di demekê de her yek peyv in û ev cihguherên tîp û deng yan jî qalbê ye ku têde hatine guhertin wan weha wêne û resim dike eger na her yek peyv û reh in. Yek ji wan guhertinan jî dengên “vî,ve,vê” ye bo “gu”yê. Bo zêdetir berçavronî û zelaliyê kerem bikin em ê hin nimûneyan bibînin weku:
vez – guz: gûz, guwêz
vir, wir- gur: gur û pêta êgir
awir, agur: agir, atexş, ater, ayer
verîs – gurîs: wirîs
vîzer – guzer: derbas bûn, red bûn, têper bûn
vaxten – gutin: goftin, gotin
xiroş – xoş: xweş
vîzar – guzar: xizmet dayin, pêdan
vînas – gunah: gunas, gunah, guneh
verg – gurg: gur, gûr
hwd…
Em dibînin heta nuha jî di hewramanê de her “vez” tê kêzkirin û gotin û di Soranî û Kurmancî de bûne “giwêz û gûz”ê, lê gerek êdî em bizanin “vez, guz û guwêz” her yek peyv in ku “vez”a Pehlewanî ye, bi cihguhera “ve bo gu”yê. Her weha di zimanê Dimilî, Zazayî de heta nuha jî “verg” û “vaxten-vajten”ê tê kêzkirin û kara ye, ew jî ku di Soranî û Kurmancî de bûne “gurg-gur” û “gutin-gotin”ê di rastî de her yek peyv in ku “verg” û “vaxten”ên Pehlewanî ne. Bi awayekî din her peyvên ku cudahiya wan di “ve,vî,vê” û “gu”yê de hebû di serî de, ew her yek in û tenê cihguherên vê qalbê bûne ku li jor me amaje da û şîkar kir.
Qendîl Şeyxbizînî
31.12.2020 – Hewlêr

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply